Baba Tahîrê Hemdanî (Uriyan) û kurteyek ji jiyana wî

Keyhan Mihemedînijad

 

Baba Tahîrê Hemedanî naskirî bi Baba Tahîrê Uriyan yek ji kesayetî û helbestvanê navdar ê Yarsan bûye. Ev eslê xwe Kurd bûye û em ê di berdewamiya vê nivîsê de behsa Kurdûna wî jî bikin. Bi wî re gotine “Baba”, çimkî “Baban, Babe, Bave” çand navek in ku ji bo rêberên olî yên Yarsanan hatine bikaranîn û di Kurdewarî de wekî “pîr” bi kar hatiye. Hin çavkanî didine zanîn ku Baba Tahîrê Hemedanî di sala 999ê Zayînî de ji dayîk bûye û sala 1058ê Zayînî jî koça dawî kiriye û li serdema Selcûqiyan jiyan kiriye û beşek dinê jî dibêjin: Li salên (937- 1010 Z) jiyaye.

Di yek ji du beytên xwe yên binavûbang de pêka tîpên “Ebcedî” îşare bi sala jidayîkbûna xwe kiriye ku ji aliyê “Mîrza Mehdî Xan Kukeb” ve bi sala 326 a Koçî hatiye beravirdkirin. Lê “Reşîd Yasemî” pêka her heman du beytên wî daye zanîn ku mebesta Baba Tahîr hejmara hezar bûye, wate di salên 390 bo 391ê Koçî de beranberî 1000 Zayînî ji dayîk bûye. Bi vî rengî Baba Tahîrê Uryanî 85 salan jiyan kiriye û li Hemedanê koça dawî Kiriye.

Eva ev du beytên Baba Tahîr in ku behsa jidayîkbûna xwe kiriye (ev du beytane bi zimanê Farsî ne):

Mu an behrum ke der zerf amedestem

Mu an nuqtê kê der herf amedestem

Bê her elifî elf qeddî ber ayu

Elêf qeddum ke der elif amedestem

Dubeytên xweş û felsefî yên Baba Tahîr Uriyan xwedî şiyan û taybetmendiya têgihîştina gelêrî ne, wate mirovên asayî jî dikarin helbestên wî bi hêsanî bixwînin û wateya wan fam bikin. Heta kesên sade û nexwendevar jî, dikarin ji du beytên wî yên bedew, felsefî û îrfanî fam bikin. Sedema sereke ya nasiyarbûna helbestên Baba Tahîr di nav raya giştî de, sadebûn û têgihîştina wan e. Sedema wê ku ji Baba Tahîr re "Uriyan" tê gotin ew e ku du beytî û helbestên wî yên îrfanî û felsefî ji tevlihevî, ji hunerên edebî yên dijwar û hevsengiyên dijwar dûr in. Bi rastî uriyanbûna helbestên wî tê wateya sadebûna wan.

Baba Tahîr Uriyan yek ji wan kesayetiyane bûye ku ti girîngiyek bi jiyana dinyayê nedaye û li ser wê bawerê bûye ku şûna rastîn a jiyanê dinyayek dinê ye. Wî bi hişyarî ve reftar kiriye û heta behsa xweşiyên vê dinayê û milkên dinayê di helbestên wî de nehatine bikaranîn. Ew bi kesek sofî û heta Ehlê Heq hatiye naskirin û ew yeka jî bi ciwanî di helbestê wî de tê xuya ku behsa kirdar û sirûşt û paqijiyê dike, wate ew ji dîtingeha Yarsan ve wan mijarane dibîne.

Pêka pirtûka “Çwarînekanî Baba Tahîr Hemedanî” ji nivîsa “Rehîm Luqmanî” yê nivîskar û lêkolerê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, Baba Tahîr Hemedanî Kurd bûye û wî di pirtûka xwe de daye zanîn: “Zimanê helbestî yê Baba Tahîr zimanê Lekî-Lorî yê berê yê herêma Hemedanê ye û heta îro jî li hin gundên derdora Hemdanê bi zaravayekî wiha diaxivin, ku di eslê xwe de di bin bandora zaravayê Kurdiya Herwamî de ye.” Herwisa pêka vê pirtûkê: Baba Tahîr ji peyrewên ola Yarsan bûye û peyrewên ola Yarsan jî ji nijada Kurd in û li Kurdistanê dijîn.

Her wekî hate behskirin, Baba Tahîr di serdema Selcûqiyan de jiyan kiriye û pêka pirtûka “Rahet El-sdûr û Ayetulsirûr Der Tarîxê Al Selcûq”, ji nivîsa “Mihemedê kurê Elî Silêmanê Rewandî”, Baba Tahîr bi Sultan Begê Tuxrul Begê Selcûqî re hevdîtin kiriye. Di vê pirtûkê de hatiye:

“Sultan Tuxrul Beg ku tê Hemedanê, sê sofiyên navdar bi navên “Baba Tahîr, Bab Ceifer û Şêx Hemşa” li cem çiyayekî bi navê Xidir, li derwazeya Hemedanê dibîne ku rawestabûn. Sultan ku ew dîtin, leşkerê xwe ragirt û ji hespê xwe hate xwarê û bi wezîrê xwe re “Ebû Nesrî Kenderî” çû pêşwaziya wan û xwast destê wan maç bike.

Baba Tahîr wê demê di haletê cezbê de bû û berê xwe da Sultan û gotê: Ey Tirk; Tu dixwazî çi digel xelkê Xwedê bikî? Got: Ya ku tu emir dikî ez ê wê bikim. Baba Tahîr jî got: Wê bike ku Xwedê dixwaze. Sultan dest avêt bi giryanê û got: Ez ê wisa bikim. Baba Tahîr destê wî girt û gotê: Tu vê diyariyê ji min werdigirî? Sultan got: Belê. Êdî Baba Tahîr misînê xwe yê şikestî li nav tiliyên xwe anî derê û ewa ku bo heyameke zêde bo destnimêjê bi kar anîbû, xiste nav tiliyên Sultan û jê re got: Min tevahiya dahata xwe ya ser rûyê erdê xistiye nav destê te. Ji wê dema ku ez wê yekê dixime nav tiliyên te, dadperwer be. Sultan diyariya Baba Tahîr parast û bo her şerekî biçûba dixiste nav tiliyên xwe.”

“Clement Huart” yê Rojhilatnasê Feransî yekemîn berhema du beytên Baba Tahîr ku pêkhatine ji 59 dubeytan hevdem digel wergêrana zimanê Ferasnî li sala 1885an çap kiriye. Herwisa “Clement Huart” di sala 1908an de jî 28 dubeyt û xezelek Baba Tahîr belav kir.

Di sala 1902an de wergêrana du beytên Baba Tahîr ji aliyê “Elizabeth Curtis Brenton” bi îngilîzî hatine wergêrankirin û weşandin û piştî wê çend Rojhilatnas jî helbestên wî wergerandine ser zimanên dinê.

Li sala 2013an “Rehîm Luqmanî” yê lêkolerê Kurd helbestên Baba Tahîr ku ji şêwaza Lorî û Goranî ve bo ser Kurdiya Soranî wergêran kiribûn, çap û belav kir.

Gora Baba Tahîr Hemedanî li bakurê rojavayê bajarê Hemedanê, li serê girekî hêşîn û bedew hilkeftî ye.

KURDŞOP
302 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!