Jînenîgeriya Fatma Savcî û xwendinek ji bo helbesta wê

Yaqûb Xan

 

Kurtejiyana Fatma Savcî:

Fatma Savcî di sala 1974an da li Gundê Girêmîra ku ser bi Nisêbînê ye, hatiye dinê. Lê bi eslê xwe ji gundê Hêştrekê ye ku ser bi Midyadê ye. Dibistana seretayi li Gundê Girêmîra xwendiye. Salên qedexe û pişaftina li ser zimên Behsa wan salan dike: “qedexeya ku li se ziman hebû ez zû mezin kirim û bi perkan xistin. Dem hatibû ku êdî dilê min xwe vebêje. Lê dilêmin Tirkiya ku bi koletî dihat fêrkirin nediheband.” (Savcî, 2007, 4) Di sala 1992an da ji ber raman û çalakiyên xwe tê girtin. Bo ku di dadgehê da parastina xwe  bi zimanê Kurdî dike, 15 sal cezayê werdigre. Li heşt girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê da dimîne. Di girtîgehê da dest bi nivîsa helbestan dike. Helbestên xwe li pelên cixarê dinivîse û wisa diparêze. Piştê ku ji girtîgehê derdikeve, berhema xwe ya ewil bi navê ”Gulên Qasid” çap dike. Fatma Savcî niha li welatê Swêdê dijî.

Berhemên wê:

Gulên Qasid – Avesta 2006 / Stenbol

Xewnên Zîvîn -Avesta 2007/ Stenbol

Bîra Birînê – Avesta 2010 / Stenbol

Dotmara Lal – Avesta 2013/ Stenbol

Danê Baranê -Avesta 2018/ Stenbol

 

Fatma Savcî, xeynî helbestan çîrok, ceribandin û rojnivîskek jî nivîsîne. Ku ev berhem jî ji wan pêktên: Ristika Morîkan (çîrok ), Şewq û Payiz (ceribandin ), Ber bi Binxetê ve (rojnivîsk). Helbestên “Gulên Qasid” ê destpêka rêwîtiya wê ye. Ev rêwîtî ser pelên cixarê dest pê kiriye. Bi zimanekî ”me”yê, di helbestên wê da bêtir bi ”me”yê diaxive. Bandora rewşa siyasî pir zêde tê xuyakirin. Rewşa girtîgehê, şer û pevçûnên li welêt, Kurdbûyin yekser bi bandor e. Di hevpeyvînekê da behsa helbestên ku li ser pelê cixarê nivîsiye dike: “Gulên Qasid di demek cuda, temenekî ciwan, atmosfereke guhertî  û cihê de hate nivîsîn.”(Bewran, 2019, 5)  Him azadiya wê him jî ya helbestan di şert û mercên zehmet da derbas bûne.

Giriyên kevokan

Bi ser xeyalên wan de

Dirijînin...

(Savcî, 2006: 15)

Di helbestên Pirtûka ”Gulên Qasid” da atmosfereka neyinî, êş, bêhêvî, mirin, şerê li welêt heye. Bi taybetî bandora şerê ku li welêt diqewime gelek zêdeye. Gotinên çiya, dayik, welat, zarok, mirin, gund û hwd Bi kar aniye.

Dilê dayikan bûye awaz

Ji tembûrê re

Çîrokên xwe distrênin

Rûdinin li ber dergûşên ji dara gwîzê

Li ser kabokên wan pêçekên vala

Kirasên bûkaniyê

Û wêneyek masûm

Rêdûriya şervanan

Dinehwirînin 

(Savcî, 2006: 15)

 

Salên ku Fatma Savcî dinivîse dengê jinên Kurd di wêjeya Kurdî da ne pir zêdeyê. Ji aliyekî zexta civakê, ji aliyê din jî zexta dagirkeriyê û girtîgeh atmosferê zehmettir dike. Pêşerojeke ne diyar, her li bendêmayin û berîkirin bandoreke zêde li ser Savcî yê dike. Lê ev bandora ne bi giştî neyiniye, carna hêviyên xurt, helwestên wêrek û sekneke serhildêr nîşan dide. Di helbesta ”Bîranînên Te” da:

Dizanim!

Tu bi min re mayi:

Her ku neyar bi ser min de  tê,

Wî dilê te yê diyarî

Di misra destên xwe de

Bi ser zilmê de dihejînim...

(Savcî, 2006: 111)

Temayên helbesta Fatma Savcî

1.  Evîn

Evîn temaya sereke ya helbestê da ye. Hemî helbestkaran li ser vê temayê nivîsiye. Her çiqas di wateya ewil da evîna di navbera du kesan dê bê famkirin jî, îro wateya wê berfireh e. Evîna welêt, evîna îlahî, evîna neteweyi û hwd. Evîn, di helbestên Fatma Savcî da temayeke serekeye. Evîneke di nav bêrîkirina de derdikeve holê. Bêrîkirineke xemgînî, û heznê di hestên helbestvanê de afirandiye. (Kevir, 2019, 16)

Di helbesta ”Stêr Weşiyan” da:

Çend stêr weşiyan

Ji ezmanê dilê min

Xewnên çend nifşan

Man di nav destên min de

Rûyên çend egîdên efsaneyan
reng vedan

Li pelkên selviya temenê min...

Tenê ez dizanim,

Ez ewa ku mîratgira

Xeyalên zarokan,

Hevparê leyistina

Hemî keçikên çiyan im...

Ez ew a ku

Di benikê hemî sêdaran de

Beybûneke bagokî me

Dihejijim...

(Savcî, 2006: 61)

 

Di helbesta ”Kulîlka Behîvê” da:

Min fêrî kulîlka behîvê meke dîse

Xwe wek çiyakê şîn mede ber dilê min

Ew xezal wilo li wê derka ha tî

Ez di berbanga Licê da şewitî 

(Savcî , 2018: 68 )

Temaya evînê bi atmosfera heznê di helbestan da bi xurtî derdikeve pêş. Dermanê êşa evînê bi hatina evîndar bi dawî dibe, ema di helbestên Savcî da ti hevêyeke hatina evîndar nîne. Her li li bendewayin û bêrîkirin e.

Di helbesta ”Xala Gerdenê” da:

Her şevê

Ji xala gerdena dûpişkekî zer

Bi raza xwekuştinê maçî dike

Wilo tê...

Xwe digihîne kanîka tariyê

Rihê xwe hûrik hûrik ji hev vediçirîne

Û dilê xwe yê ji têlên rêsayi betilî

Gulik bi gulik,

Bi Dara xweziyan ve dike...

(Savcî, 2014: 52)

2. Xewn

Temaya xewnê di wêjeyê da bûye amûreke giring, ya ku dilê xwe bi rihetî vebêjin. Ji ber ku carna gotina hin tiştan ji aliyê serdetan ve tê qedexekirin ango raste rast gotina wê ne pêkane, di wê demê da “Xewn” tê alîkariya nivîskaran. Sînor, mekan û zeman ji holê radike. Xewn di helbestên Fatma Savcî da yek ji wan temayên serkeye. Wê di Xewnê da jî her hez, bêrîkirin, bendêmayin, xwezî, welat, keçik, çiya, yar û azadî gotiye. Di Xewnê da jî êşê dijî.

Di helbesta ”Biskên Xewnê” da:

Kî dizane wê careke din

Di kîjan zarokatiya zemên de

Çiya û pîra min wekî du xwişkan

Destên wan di yên hev de,

Werin stêrikên cêwî daliqînin

Bi her du biskên xewna min ve?...

(Bîra Birînê)

 

Di helbesta ”Hêşîn Bibe”:

Tu dixana gundekî şewitî bûyi

Li gewiya min,

Perengekî ji agirê daristana mayi

Li keviya dilê min,

Tu zarokek bi jehrêketî bûyi

Li helebça hembêza min,

Rondikê xezaleke kuştî

Li ser kanîka çavên min,

Dibêjim êdî were kula min

Bi nefelê re

Hêşîn bibe

Li xewna min (Savcî, 2010: 49)

Bêguman temaya Xewnê bo afirandina helbestê derfeteke zor baş e. Fatma Savcî jî ev bi serkeftî di helbestê da bikar aniye. Taybetî di berhema wê ya “Xewnên Zivîn” gazinên Ehmedê Xanî hêviya jinên “dara şikestî”, helbestên bi bask yê Feqiyê Teyran, bîranînên zarokên berdêliya welatekî... Şîretên rîspiyên êlan, xeyala eşqiyayekî demê Neynikek şikestî, bêdengiya gundekî kaviltirî... Şerbibek suryaniyan, şekirê îda Ermeniyan, agirek ji tifika êzdiyan û kêfa civateke êvara Midyadiyan... hene.

 

3.Welat

Welat ji bo mirovan carna şikefteke, carna jî gundek, navçeyeke an jî bajar e. Û carna jî ev bi giştî bûye welat. Helbet ji bo mirov cihê ku ji dayik bûye welatê esil e. Her çi qas di serdema modern û netewe dewlet da wateya wê cûda be jî, welat di heman kontekstê ji bo me pîroz e. Di helbestên Fatma Savcî da ev temaya bi hezkirin û bêrîkirinêye. Lê ne tenê ew in. Azadiya welat, talana wê, bêxwedîbûn, dûrbûna jê, êş û zilm heye.

Di helbesta ”Bi Heyvê Ketim” da:

Keçikek ku bi heyvê ketime

Ez neha

Zarokek emir qut

Û bê bafirkim

Di nav nofê mindalan da

Welatekî dil xirbehkirî

Di nav hemî welatan de.

Xezaleke birîndar

Neynikek bê rû me ez.

Ez kûştiyeke veşarî me

Di hêmayên helbestên xwe de.

Dimirim ez niha

Û hemî agir jî

Xwe vedimirînin...

(Savcî, 2007: 79)

 

4. Xemgînî

Temaya xemgînî yê, tevî welat, evîn, xem, mirin, şer, azadî  di helbestên Fatma Savcî da bi xurtî xuya dike. Jixwe li cihê ku şer hebe şîn heye, ew jî xemgînî ye. Li cihê ku welat bindest be xemgînî lê zêdeye. Evîna ku negihîje evîndar xem û xemgînî ye. Dûrbûna ji axê, bendemayina azadiyê, mirinê bêwext hestên xemgînî yê giran dike. Fatma Savcî weke zimanekî hizbî çêkiriye û ew ziman her bi wê ra dimeşe.

Di helbesta ”destên stêran” da:

Êvar

Perikên Hecîreşkan

Bi ser beza dilê min be vedireşîne...

Mirinên min î bêdeng

Di çavê Xecîcokan de vedijîne...

Xunava hestên min

Di payizeke koçber de

Bi ser guliyên darên zer î zêrîn de dibarîne...

Êvar, xewneke hişîn

Raçavî şevên zindana min,

Evîneke krîstalî
bexşî

Evîneke krîstalî
bexşî şikestinên min î neceribî,

Destê stêreke dilovan

Dirêjî dilê min î ji pelên binevşan dike...

(Savcî, 2007: 21)

Di helebsta Savcî da dengê neteweyi heye, lê ne bi awayekî şermok û enternasyonalîst e. Bi wêrekî û baweriyê, bo pêşerojê gazî dike. Hevî xurte.

Di helbesta”Xewneke Hevrîşimî” da:

Ez ê nebînim

Ji gora min qevzekê dûr

Wê jineke Midyadî bi fîstanekî binevşî yê hevrîşimî

Bi wê bejn û Bala xwe ya çiyayi

Dê merema min bi cî bîne

Heft dengan ji xewna min î qedîfeyi re Nêrgizên li ber kêla min li ba dibin,

Bi mizgîniya azadiya Kurdîstanê salî bihesîne... (Savcî, 2018: 70)

 

Encam:

Di vê serborî yê da, Fatma Savcî bê navber helbest nivîsandine. Her berhemeka wê, wek qonaxeke xwe ji nû ve avakirine. Di van qonaxan da ceribandinên nû, zimanekî hê edebîtir, formên nû û temayên cûda bi hevra kar anîna wê xwe  ji dubareyê parastiye. Zimanekî xurt û poetîka ya xwe xweş derandiye.

 

Çavkanî:

Savcî, (2006)  Fatma, Gulên Qasid  Avesta, Stenbol,

Savcî, (2007) Fatma, Xewnên Zîvîn, Avesta, Stenbol,

Savcî, (2010)  Fatma, Bîra Birînê, Avesta Stenbol,

Savcî, (2013) Fatma, Dotmara Lal, Stenbol,

Savcî, (2018) Fatma, Danê Baranê, Avesta, Stenbol

Kevir, (2019 Gulan Hezîran Tîrmeh Tebax) Temayên Helbesta Fatma Savcî, Kovara Kund, s:2, h:5

Bewran, (2019 Gulan Hezîran Tîrmeh Tebax ) Hevpeyvînek Bi Fatma Savcî re, Kovara Kund, s:2, h:5

Kund, (2019)  Kovara Kitêb Huner û Çandê ya Çarmehane, hejmar 5, Mêrdîn

Yakup Han- Xwendekarê lîsansa bilind ya Beşa Ziman û Çanda Kurdî / Zanîngeha Artûklî ya Mêrdînê

KURDŞOP
914 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!