Marif Axayî helbestvanê xak

Şino Resûlî

 

Di Kurdistanê de ji xeynî helbestvanên navdar ku zêdetir helbest di çarçoveya kilasîk, qesîde û xezelê de vehûnandine; Hin helbestvan jî hene ku rêçkeya nû girtine berahîka xwe û bi nivîsîna helbesta nû berhemên gelek bi hêz û bêhempa afirandine.

Li bajarê Nexedê yê ser bi parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê helbestvanek ciwan ê bi navê “Marif Axayî” hilkeft ku belkî temenê wî zêde derfet neda wî û pênûs û ezmûna xwe tevlîhev bike û berhemên wî bi tam û xweş bin; lê di serdema ciwanî de jî pêka şiyana wî berhemên wî gelek taybet in.

“Meirûf Axayî” naskirî bi “Marif Axayî” di rêza wan helbestvanan de bû ku li pêvajoya nûxwazî ya helbesa Kurdî di Rojhilatê Kurdistanê de rolek girîng lîst. Ev helbestvane di 22ê Çileya 1966an de li gundê Weznê yê ser bi bajarê Nexedê ji dayîk bûye û di 14ê Şibata 1998an de ji ber bûyera hatinûçûnê jiyana xwe ji dest daye.

Marif Axayî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Nexdeyê qedand û di serdema xwendina xwe ya navîn de tevî malbata xwe koçî bajarê Şinoyê bûn. Li wir salekê di qonaxa xwendina amadeyî de hate girtin û ji xwendinê hate dûrxistin.

Di sala 1985an de, hevdem bi damezrandina navenda wêjeyî û çandî ya Selahedîn Eyûbî li bajarê Urmiyê û belavbûna kovara Sirwe, dest bi belavkirina helbest û berhemên xwe kir û piştî du salan di heman kovarê de dibe endamê desteya nivîskaran.

Di salên dawî yên jiyana xwe de hewla xwefêrkirina zaraveyên zimanê Kurdî dide û hevdem jî di demeke kin de fêrî zimanê Îngilîzî dibe û encama vê hewldanê jî wergerandina pirtûka “Hesta Nasiyonalîsta Kurd” bo Kurdî bûye ku bi mixabinî ve niha destnivîsa vê wergêranê xuya nîne.

“Zewî Sext û Asiman Dûr”, pirtûka helbest û çîrokên navbirî ye ku piştî mirina wî hate belavkirin û ji aliyê rexnegiran û şarezayên helbesta modern a Kurdî ve li Rojhilatê Kurdistanê bi karek girîng û curek ji helbesta ciyawaz hate nasîn û çendîn lêkolîn li ser hatiye kirin.

Helbestên navbirî nîştimanperwerane bûn ku zêdetir di edebiyata xweragirî de xwe dibînin. Di hin ji helbestên wî de behsa hezkirinê dike û hezkiriya xwe tevlî hogirî bi ax û nîştimanê kiriye.

Tev helebestên pirtûka “Zewî Sext û Asiman Dûr” ji xeynî du helbest ên bi navên “Seferî Merg û Jîn” û “Peyam” helbestên kurt in ku ti yek ji wan ji rûpelekê derbas nabin. Du helbestên Marif Axayî di bin bandora pêvajoya qesîdeyên dirêj de piştî serhildan di nav helbestvanên Başûrê Kurdistanê de hatine nivîsîn. Naveroka helbesta Peyam ku mixabin ji ber koça dawî ya helbestvan netevaw ma û her bi netevawî jî hate çapkirin, behsa şerê navxweyî yê navbera hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê dike.

Piştî koça dawî ya Marif Axayî, çendîn gotar û nivîsên cur bi cur li ser jiyan û berhemên vî nivîskarê di kovaran de hatine belavkirin. Piraniya van gotarane û bi çendîn lêkolînan re di pirtûkekê de bi navê “Razî Manewey Xak” ji aliyê “Hadî Hebîbî” ve hate çap û belavkirin.

Marif Axayî di sala 1996an de bi hevalên xwe re hewla avakirina heftemîn enîstîtûya Kurdî li Tehranê dan, ku wê enîstîtûyê bi belavkirina kovarek bi navê “Kurdistan” dest avêt bi karên xwe û piştî belavkirina hejmarek ji wê kovarê, Wezareta Çandê li Îranê pêşiya belavbûna dubare ya kovarê girt û çend sal parehêlana kovarê, enîstîtû bo hertimî hate daxistin.

Herwisa yek ji pirojeyên netevaw ên Marif Axayî, wergêrana Ferhenga Farsî ya Muîn bû ku bi hewla Marif bi ser dehan nivîskar û zimanzanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê de hate parvekirin bo wê ku piştî wergêrana tevahiya tîpên wê, ferhengek mezin a Farsî-Kurdî pêk bînin û paşê bi sûdwergirtin ji wan peyvên Kurdî ku ji rêya wergêrana Ferhenga Muîn ve hatibûne komkirin, ferhengeke mezin a Kurdî-Farsî jî pêk bînin.

Piştî gelek xizmet û gelek karên giranbuha û projeyên nû di Navenda Çapemeniya Çand û Wêjeya Kurdî û kovara Sirwe de, weke rêkxistina konferansên edebî û çandî ji Îlamê heta Urmiyê û pêkanîna pêwendiyeke zêde bi edîb û nivîskarên navçeyên cuda yên Kurdistanê re, bo karê hevbeşiya çandî; Di 14ê Şibata 1998an de, piştî ku ji merasîma pirsa Mîna Xan a hevjîna Pêşewa Qazî Mihemed vedigeriya, digel desteya nivîskarên kovara Sirwe ji Mehabadê vedigeriyane Urmiyê û bi karesata dilêş a bûyera trombêlê digel du hevalên xwe yên bi navên “Ceifer Qazî û Sertîp Mensûrî” çûne ser rehma Xwedê û li ser wesiyeta wî li beşa navdarên goristana Budax Sultanî ya bajarê Mehabadê li nêzî gora mamoste Hejar û Hêmin bi axê hate spartin.

 

Du mînak ji helbestên wî:

 

“Tirawîlke”

 

“Bo tînwayetiyî xom radêm,

Egere semay birîqedarî tirawîlkekan lêm gerên.

Le tenyayîmda depişkiwêm,

Eger henasey payîziyî em aşina namoyanem

Lê dûr kewê.

Her be yadî tuwe dejîm ey azadî!

Eger yade talekanî rojanî nêw zîndanekan

Dest le azarim hilgirin!

 

“Şehîd”

 

Gelayek werî.

Xeste baranêk

Termî şuştewe.

 

Qeleşêkî zewî:

Merqedêkî win,

 

Şehîd denêjrê:

Bê kifin û defn.”

KURDŞOP
306 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!