Êlan Mihemed
Mehmet Uzun nivîskar û romanivîsê Kurd, ji yekemîn kesan e ku pêla romana nûjen bilind kir. Mehmet Uzun di sala 1953an de li gundê Siwêrekê a girêdayî Ruhayê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya ji destpêkê heta dawiyê li Siwêrekê domandiye.
Di sala 1971an de di 18 saliya temenê xwe de, ji ber xebatên ramyarî di nav xwendkaran de, demekê di zîndana Amedê de tê girtin. Piştre hatiye berdan, lê wî qet dest ji çalakî û xebatên xwe yên çandî, wêjeyî û ramyarî bernedaye, ku li gel berdewamkirina xwendina xwe ya li zanîngehê de û tevî hemû zext û zorên ku xwendevanên Kurd rastî dihatin. Herwisa çendîn caran ji aliyê istixbarên dijmin ve hatiye girtin û bi cezaya 8 salan di zindana Enqerê de hatiye cezakirin. Piştî du salan ji ber efûya giştî serbest tê berdan.
Di sala 1976an de kovara “Rizgarî” ya bi zimanê Kurdî-Tirkî ya bi rêveberiya Mehmet hatiye weşandin, her wiha ji ber naverokên mijarên kovarê careke din hatiye girtin û 8 mehan di zîndanê de maye. Mehemt ji ber wan gef û zora wan li ser jiyana wî di havîna sala 1977an de ji serxetê berê xwe da Binxetê. Li şamê çendîn hevdîtin bi mamoste Rewşen Bedirxan re pêk anîne, piştre berê xwe da Siwêdê. Di sala 1979an de çûye Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku çend hevdîtin bi siyasetmedar û rewşebîrên mîna Mam Celal Telebanî, Dr.Ebdilrehman Qasimlo û Şêx Izedîn Huseyînî re li dar xistine. Piştre ji nû ve vegeriyaye Siwêdê û heyameke dirêj ji jiyana xwe li wir qedandiye. Bi hevkariya şerefxan Cizîrî kovara “Rizgariya Kurdistan” li Stokholmê û kovara “Hêvî” li peymangeha Kurdî li Parîsê weşandine. Herwiha çendîn nivîs û roman di çend rojname û kovaran de belavkirine. Di navbera salên 1986-1988an de, di kovara “Kurdistan Press” de, bi hevkariyeke xurt bi çend wêjevan û nivîskarên Kurd re xebitiye. Romana Mehmet Uzun ya bi navê “TU” di nav Kurdên li Stukholmê de bûye rojeva siyasiyên penaber li Ewrupa. piştre Mehmet Uzun romana “Siya Evînê û Rojek ji rojê Evdalê Zeynikê” weke du xelekên nû li zincîra romanên xwe zêde kirine. Li sala 1995an de romana bi navê “Bîra Qederê” ya li ser jiyana Mîr Celadet Bedirxan ku di nivîsandina romanê de xwedî qonaxeke nû bûye, ku bi vê yekê re pênûsa wî di romannivîsînê de xurt dibe. Lewma jî îro romanên wî ji aliyê hezaran xwendekarên Kurd ve tê xwendin û ecibandin, ji ber ku nivîsînên wî bi awayekî herikbar, xweş û sade hatine nivîsandin. Herwiha romanên wî ji bo gelek zimanan jî hatine wegerandin.
Salên di navbera 1993-2000î de gelek caran semînar li Yekîtîya Rewşenbîrên welatparêzên Kurdistanê (YRWK) de li Siwêdê bi rêve birine, ku ew endamekî çalak ê PENê û Yekîtîya nivîskarên Siwêdê bû. Herwisa di sala 2001an de xelata “Torgny Segerstedt” wegirtiye.
Mehmet Uzun di sala 2005an vegeriya Turkiyê û li stenbolê çend mehan jiyaye û di dawiya wê salê de ji hêla wezareta rewşenbîrên ya herêma Kurdistanê ve hatiye xelat kirin.
Mehemt Uzun di 11ê cotmeha sala 2007an de li Amedê çûye ser dilovaniya xwedê, piştî ku berhemdariyeke dewlemend ji roman, pexşan, lêkolîn û helbestên bi zimanê Kurdî ku ji bo hindek zimanê din hatiye wergerandin û gelek berhemên din bi zimanê Tirkî, Siwêdî li pey xwe hîştine, ku di nava wî û xwendevanên Kurd û ji gel û welatên din re hevnasîn, têkêlî û hogiriyek peyda bûbû û ketibû rê.
Berhemdariya Mehmet Uzun:
Tu, Dengê Komal (roman, 1984)
Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1987)
Mirina Kalekî Rind Orfeus (roman, 1989)
Siya Evinê, Orfeus, (roman, 1989)
Destpêka Edebiyata Kurdî, Ankara (lêkolîn, 1992)
Hêz û Bedewiya Pênûsê, Weşanên Nûdem (pexşan, 1993)
Antolojiya Edebiyata Kurdî 2 cild, Tüm zamanlar yayincilik, Istanbul (antolojî, 1995)
Bîra Qederê, Stockholm / Avesta, Istanbul (roman, 1995)
Nar Çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi tirkî, 1996)
Ziman û Roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)
Bir Dil Yaratmak (Afirandana Zimanekî), (hevpeyvîn, 1997)
Ronî Mîna Evinê Tarî Mina Mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998)
Dengbêjlerim (Dengbêjên Min), (Pexşan, Tirkî, 1998)
Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Istanbul (roman, 2001)
Zincirlenmiş Zamanlar – Zincirlenmiş Sözcükler (Demên Zincirkirî Peyvên Zincirkirî), (pexşan, bi tirkî, 2002)
Hawara Dicleyê 2, Avesta, Istanbul (roman, 2003)
Ruhun Gökkuşağı (Keskesora Tînê) (vegotin, 2005)
Çavkanî: Ji kovara W, dosya li ser mehemt Uzun.