Jiyannameya Emîne Emer (Keça Kurd)

Aras Hiso

 

Jina kurd, nivîskar, helbestvan û zimanzana hêja Emîne Emer (Emîna Omer) di sala 1948an de li gundê Abrê yê ser bi bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Salên Zarokatiyê û fêrbûna Zimanê Kurdî:

Ew jî mîna gelek jinên Kurd di nava malbateke gundewar û nexwende de mezin bûye. Ji ber ku qet sebra wê di bin lihêfên tarîtiyê nedihat û dixwast ku wê li ser serê xwe bavêje. Di destpêka temenê xwe yê zarokatiyê de, cara pêşîn tîpên alfabeya Kurdî (kurmancî) ji kurxalê xwe Derwêş fêr dibe. Di nava cîhana pirtûkên Kurdî de cara pêşîn rastî wêne û nivîsên ji pirtûka destana Memê Alan û romana Şivanê Kurmanca û paşê jî helbestên Seydyê Cegerxwîn tê. Ji wan çaxan û şûn ve êdî di nava behra çand û zimanê Kurdê de noq dibe û ji wê deryayê hêdî hêdî ava çand û zimanê Kurdî vedixwe û pê mezin dibe.

Xwendina xwe ya seretayî û navîn li gundê xwe derbas dike. Di sala 1971ê refa 12an ya bekeloriyayê bi dest dixe û paşê bi qaçaxî derbasî bajarê Silêmaniyê dibe. Di navbera salên 1972 – 1974an de li zanîngeha Silêmaniyê beşê zimanê kurdî dixwîne.

Serpêhatiya bi helbestên Cegerxwîn re:

Ew di ciwaniya xwe de gelek dikeve bin bandora helbestvanên mîna Seydayê Cegerxwîn. Di nava teksta helbestên wê de rihê welat, azadî, êş û jana bindestiyê bi awayekî beriçav tê dîtin.

Gundê Abrê mîna gelek ji gundên Kurdan di wan serdeman de peywendiya wê bi cîhana derve qut bû. Lewma wê cara pêşîn derd û kulên Kurdan, zilm û zordariya desthilata Tirkan, komkujî û talanên ku bi ser Kurdan de hatî, serdemên mîrektî û eşîrî, birçîbûn û nezaniya netewa Kurd, parçebûn û newekhevî û hwd, ev hemû di rêya helbestên Cegerxwîn de nas kirine û ketiye bin bandora wan. Emîne Emer bi rêya nivîseke xwe li ser malpera xwe ya taybet de wiha dide zanîn: “Dema ku min şahnameya şehîdan û Pîra Torî dixwendin, ez pê re digriyam, min ji nû ve derdê bindestiyê nas kir û ez bûme xebatgêreke welatparêz”.

Bi rêya xwendina helbestan re ew di nava civata rewşenbîr û zanayên mîna Mele Ehmedê Namî, Mele Ehmedê Şozî, Mele Tahir û Evdê Têlo de rûdinişt û di nava wan de xwedî qedr û qîmeteke pir mezin bû. Hingê Seydayê Cegerxwîn û keça wî Beniyê nas dike û bi wan re dibe dost û heval. Gelek caran Seydayî Cegerxwîn keça xwe û Emînayê bi xwe re dibirin sînemayê û gelek filmên mîna “Diya Hindê” û hwd bi hev re temaşe dikirin.

Gava ku mirov li wan bîranîn û serpêhatiyên Emînayê dinêre, mirov dibîne ka bê çawa ji nava civateke nexwende ber bi qada ziman, wêje û rewşenbîriyê ve diçe.

Emîne Emer yek ji wan jinên Kurd e ku bi pênûsa xwe ya rewan ked û pêşengtî di warê ziman, çand û wêjeya Kurdî de kiriye. Di warê pênûsa helbesta Kurdî de wê li Rojavayê çi di warê mihrîcana helbestê de, çi jî di warê çalakiyên wêjeyê de rûyê wê ya mîna jineke di nava vê tevgerê de dihat xûyakirin. Her ji ber xebat û çalakiyên xwe gelek caran hatiye xelatkirin ku yek ji wan di sala 2019an de ji aliyê yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd li Sûriyayê Xelata Cegerxwîn a afirandina helbestê werdigire. Ji aliyekî din wê bi gotar û nivîsên xwe tevlî gelek kovar û rojnameyan bûye, ji wan di kovarên wekî “Gelawêj, pênûs û pêl” de kar kiriye. Herî dawî jî saziya Kurşpopê ku saziyek di zixmeta ziman û çanda Kurdî ye, her sal xelatek bi navê “Xelata Zara”yê (mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî) pêşkêşî xebatkarên ziman û çanda Kurdî dike, îsal (2024) jî ji ber keda Emîne Emer ku bi salan ji bo ziman û çanda Kurdî xebetiye, duyemîn “Xelata Zara bo zimanê Kurdî” pêşkêşî wê kirin. Keça Kurd li ser ziman, çand, helbest û wêjeya kurdî heta niha di temenê 76 saliya xwe de, xwediyê derdora 15 berheman e.

 

Berhemên Emîne Emer:

Çîrokên hilbijartî, Ezîz Nêsîn, wergera ji zimanê Erebî, 1990.

Xoyîbûn, Civata Serxwebûn, 1993

Paşpirtûka Zayenda Mê û Nêr, Lêkolînek li ser rêzmana zimanê Kurdî, sala 2001

Pela Dawî, dîwana helbestê, sala 2002

Xwendinek li bin ronahiya Çarçirayên Mijabadê ya li ser romana Jand Dost a bi navê “Mijabad”.

Vekolînek di naveroka pirtûka mamoste Cemal Nebaz de ku li ser “Warê zimanê ya etîmolojiya Kurdî ye”.

Di mijara Zimanê Kurdî de.

Ferhenga Etîmolojiya Kurdî ya li ser zaravayê kumancî, ji weşanên Nûbiharê hatiye çapkirin, 2014.

Bejna xemên min, helbest.

Nûbihara biçûk û mezinan, ferhengoka helbestê.

Bazê hêviyên min, helbest.

Di warê Folklorê de çîroka Êsê û Bilodo, çîroka Şengê û Pengê 2003

Ji bo zarokan: Kêza Kêzeran xwediya Şimika Xêzeran - Pîrê û Rovî.

Birtatiya Quling û Rovî – Gur, rovî û bergîl.

 

Çavkanî û Wêne: Ji rûpela keça Kurd (Emîne Omer)

KURDŞOP
321 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!