Berzencîzade Seyîd Ahmed Arif

Seîd Veroj

 

Berzencîzade Ahmed Arif; kurê Seyid Ebdulqadir Nûrî El-Berzencî ye û li sala 1885an ji dayik bûye. Çar xuşk û bira bûne; ew, Gul, Melîhat û Saîde. Ew piştî damezrandina cimhurîyetê jî li Turkiyê maye. Di sala 1934an de ji derxistina qanûna paşnavan şûn ve, paşnavê “İyicil” girtiye û navê wî yê tewaw; bi tirkî “Ahmet Arif İyicil” e.

Xuşka wî ya Gul Xanim, bi Mihemed Şefîq Arwasîzade yê sernivîskarê kovara Kurdistanê re zewicîye. Ahmed Arif, dema împeretorîyê wek wekîldeawe kar kiriye û piştî ku Cimhuriyet hatiye îlankirin, wek abuqatiyê kar kiriye.

Nivîsa wî ya pêşî ya ku em dizanin, di jimara 5an a Kovara Teavûn û Teraqîya Kurdan de bi sernivîsa “Mesclis-i Mebûsan’a İthaf-ı Teşekkürat-ı Kürdane” (Ji Meclîsa Mebûsan ra Pêşkêşkirina Teşekkurên Kurda) nivîseke wî hatiye belavkirin. Di destpêka vê nivîsê de dibêje: Ji hatina Hezretî Pêxember vir ve, du cejnê me hene û vê salê me hemû Osmaniyan sê cejn çêkirin, êdî Meclîsa Mebûsana me jî heye. Di berdewamiya vê nivîsa navborî de dibêje: Ey meclîsa bilind a mebûsan, ey ciyê şêwirmendiya xanedanên bilind ê Osmanî! Hemû bawermend û xwediyên kitêban û parastvanên rastiyê, bi taybetî jî Kurdên mêrxas û zadegan, silav û deayên xwe pêşkêşê we dikin, ji dil û can pesn û teşekkurên xwe pêşkêşê we dikin.”

Berzencîzade Seyîd Ahmed Arif

 

Bi navê “Berzencîzade Seyîd Ahmed Arif”, 3 nivîsên wî jî di kovara Kurdistanê de hatine belavkirin: “Kurd û Kurdistan-1”, “Kurd û Kurdistan-2” û “Tarih”. Ew di nivîsa xwe ya pêşiyê de sebebê destpêkirina nivîsandina li ser vê babetê weha dihêne ziman: “Hetanî îro yên ku herî kêm behsa jiyana wan a xusûsî û welatê cihwarbûna wan hatiye kirin û li ser vê lêgerîn û tetkîk hatine kirin Kurd û Kurdistan e. Di hemû dewrên dîroka dinyayê de, di gelek mewqîyên muhîm de cî girtine, lêbelê gelek hatine îhmalkirin. Halbûkî Kurd miletekê necîb û esîl in, divê bi awayekî girîng behsa wan bête kirin; zan dikim gelek hewce ye ku dîroka wan, şexsîyetên wan ên navdar, edetên dînî, jiyana wan a taybet û giştî û herweha di seha kaînatê de cî û mewqîyên wan bêne destnîşankirin. Ez bi hemû eciziya xwe ketim bin vê wezîfeyê, lêbelê ez bawerî bi alîkariya maddî û manewî ya kesên ku beriya min vê îhtiyacîyê îdaraq kirine û dest pê kirine dikim.” Nivîskar di naveroka nivîsa navborî de behsa pêşiyên Kurdan dike, dibêje di dîrokê de Kurd ji ewladên Hezretî Nûh û ji neslê Sam in. Di berdewamiya nivîsa xwe de jî dibêje herçiqas hinek dîrokzan “Aryanîbûna” Kurdan îddîa bikin jî, ev îddîa nehatiye teyîdkirin. Kurdê Bitlîsî, di kovara Jînê de weha bersiva îddîayên wî dide: “Her çiqas ev teorî êdî ne di rewacê de be jî, Seyîd Arif Beg, di nivîsên xwe de dibêje, Kurd ji neslê “Sam”ê Kurê Hezretî Nûh in…”. Bi dîtina min li vê derê xeletiyek heye, heta nûha me weha zan dikir ku Kurd ji neslê Yasef in. Em bala xwe bidin lêkolînerên Rojavayî û bi taybetî jî yên ku li ser dîroka kevnare ya xelkên Rojhelata Nêzîk xebitîne, hîç zatekî nabêje Kurd ji neslê Sam in. Ya din, mesela “Arî” bûna Kurda ye, eger neslê Kurdan bigîje Yasef, ev yek Kurdan ber bi milê “Îranî” ve dibe.”

Beriya îlankirina Cimhuriyetê, di jimara 8270mîn a rojnameya “Îkdam” ya roja 7ê Adara 1919an de, bi sernivîsa “Kürdler ve Osmanlılık” nivîsek bi îmzeya wî û ji ulemayê ekrad Seîdê Kurdî û ji Sadat-i Kîrame ya Hîzanê bînbaşiyê îhtiyatê Muhammed Sidiq hatiye belavkirin ku di naverokê de ji ber îtifaqa Kurd û Ermenan, Şerîf Paşayê Kurd protesto kirine.

Seyîd Ahmed Arif beg, paşê tevlî partiya CHPê bûye û di sala 1938an de, ji bo endametiya meclîsa Şaredariya Beşîktaşa Îstenbolê hatiye hilbijartin. Li îstenbolê koşka meşhûr ya Edîb Efendî, yê wî bû. Li gorî daxuyaniya neviya wî “Muarra İyicil Doğramacı”, kalikê wî ev koşk di sala 1937an de kiriye. Ew bi “Saîme Îyîcil” re zewiciye, bi navê Ragip û Xalip du kurên wî çêbûne û her du jî parêzer bûne. Ragibî, di 13ê Eylûla 1963an de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kiriye. Ahmed Arif Begî di 24 ê Eylûla 1951an de li Îstenbulê koça dawî kiriye.

 

Wêneyê malbatê: Ya bergê sipî Keça Seyyid Ahmed Muarra İyicil û ji layê rastê ve yê serî Seyyid Ahmed Arif

 

Berzencîzade Seyyîd Ahmet Arif, Mesclis-i Mebûsan’a İthaf-ı Teşekkürat-ı Kürdane, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Numro: 5, 20ê Kanuna Ewel 2324 (2yê Kanûna Pêşî ya 1909)

Berzencîzade Seyyîd Ahmet Arif, Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi, Numro: 5, 20ê Kanuna Ewel 2324

Berzencizade Seyyid Ahmed Arif, Kürdistan ve Kürdler-1, Kurdistan, No: 4, 15 Mart 1335 (15 Mart 1919)

Berzencizade Seyyid Ahmed Arif, Kürdistan ve Kürdler-1, Kurdistan, No: 6, 22 Nisan1335 (22 Nisan 1919)

Berzencizade Seyyid Ahmed Arif, J. b.

Berzencizade Seyyid Ahmed Arif, Kürdistan ve Kürdler, Kurdistan, No: 4, 15 Mart 1335 (15 Mart 1919)

Kurdê Bitlîsî, Kürdler “Îranî” değil midir? Jîn, kovara kurdî-tirkî (1918-1919), cild: IV, Wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Sweden, 1985, r. 800

KURDŞOP
495 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!