Arif Hiso gencîneyek ji Folklor û Çanda Kurdî bû

Aras Hiso

 

Arif Hiso; mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî, kedkar û hezkiriyê Ziman, çand û folkora Kurdî bû. Mamoste Arif Hiso di roja 15.05.1965an de li gundê Çelebî yê ser bi bajarê Kobanî, yê ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadehî li Kobanî xwendiye, peyre di zanîngeha Helebê de beşa aboriyê xwend, lê ji ber şert û mercên zehmet a jiyanê wî nekarî xwendina xwe berdewam bike.

Ji ber hezkirina xwe ya ji çand û zimanê Kurdî re, liser şopa hevriyên ziman û wêjeya Kurdî yên mîna Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û Nûredîn Zara meşiya, bi xema netewa Kurdî xwe bi xwe fêrî zimanê Kurdî bû û bi sedan xwendekar fêrî ziman, çand û wêjeya Kurdî kirin

Ji salên 2012an û şûn ve, bi pêlên geşedanên çirûska şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, her wiha bi vebûna saziya ziman û fêrkirinê re, bêhtir xwe di ber zimanê Kurdî westand û bi sedan xwendekar perwerde kirin û gihandin.

Li ser van bingehan wî bi derfetên xwe yên kêm pirtûkeke wanedayînê li ser zimanê Kurdî amade kir û xwedî pirtûkeke gotinên pêşiyan ên ji devoka Kobaniyê ye ku di bin navnîşana “Gotinên Berê” çap kiriye. Di sala 2018an de di zanîngeha Rojava de dest bi perwerdekirina madeya Rêzimanê kir û di herî dawiyê jî di zanîngeha Kobanî de hate erkdarkirin û materyalên liser folklor û rojnamegeriya Kurdî dan. Arif Hiso Taybetmendiyeke xwe ya wiha hebû ku; mirov nedizanî  ka bê ew Kobanî yan Efrînî yan Cizîrî ye, hemû devokên Kurdan hema hema dizanibû û li ser gelek devokên Kurdan serwext bû. Ev yek vedigeriya çavkaniya wî ya gera li gund û bajarê Kurdistanê. Di warê etîmolojiya peyvên Kurdî de xwedî gencîneyek bû û di koka her peyvekê de xwedî haydarî bû. Li rex vê yekî bi sedan metelok, çîrok û gotinên pêşiyan di paşûla wî de veşartibû. Her xwendekarekî Arif Hiso ji xwe re çavkanî didîtin. Her demê tûrikê wî ji keresteyên folklorîk û çanda gelêrî dagirtî bû. Wî salên dûr û dirêj kedeke mezin di ber Zimanê Kurdî de da û herî dawiyê jî berhemek li ser çand û folklora herêma Kobaniyê amade dikir û li ber çapbûnê bû.

Di rojên xwe yên dawiyê de, ji bo nexweşiya qirikê gava ku serî li nexweşxaneyê da û neştergerî jê re hat kirin, qederê gotineke xwe ya din hebû. Ku di encamê de di roja 19.12.2022an celta li mejiyê wî xist û jiyana xwe ji dest da.

Nemir mamoste Arif Hiso hîs dikir ku wê koça xwe ya dawî bike, lewra xwest bi gelek şêweyan mayînde û her tim zindî bimîne. Yek ji wan şêweyan jî ev pirtûka wî ye, gelek caran ev pirtûk bi civatê re nîqaş dikir, bi dilekî geş, xweş û bi kelecaneke pir mezin li benda bidawîkirina vê pirtûkê bû.

Serpêhatiya berhema “Berhevokek Ji Folklora Kobaniyê”

Ev berhema bi navê “Berhevokek ji Folklora Kobaniyê” mijarên cuda cuda bi berhevokeke kurt qala ziyaret, gelî, navên gundan, lîstokên zarokan, alavên tevn û meşkê, gotinên pêşiyan, çîrok û mamikan kiriye. Ji berku ev berhema nemir Arif Hiso nîvço ma, ji bona wefedarî û kedayina wî ya bi salan ji ziman û çanda Kurdî re, Navenda Lêkolînên Folklorê ya Zanîngeha Kobaniyê ew berhema wî li gorî derfetan bire serî û çap kir.

Nemir Arif Hiso ji ber gencîneya wî ya ji çand û folklora Kurdî re, di vî warî de çi jê bihata pirsîn dizanîbû. Hingê ew ne tenê bi şora (gotin) xwe xwedî gencîneyeke wiha bû, her wiha ew bi şêwaz û kesayetiya xwe jî di nava xwendevan, mamoste û hezkiriyên xwe de xwedî rihekî folklorîk bû.

Ji ber hingê ev berhema dilnizm a li ber destên xwîneran xêr û bêra mijareke berfireh bi hinek navnîşanên kurt digire ber xwe, ku dikare rê ji bo gelek xebatan vebike. Lê mixabin ku qederê gotineke xwe ya din hebû û hîşt ku nemir Arif Hiso ji nava me bar bike, lê wî xwest ev berhevok di nava pirtûkxaneya Kurdî de were zêdekirin da ku gencîneya Herêma Kobaniyê ji wendabûnê were parastin.

KURDŞOP
750 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!