Mihemedê Dûman û têlên kemaneke bi salan

Aras Hiso

 

Muzîkjenê navdar, muzîkjenê yekemîn di bajarê kobaniyê de ku bi awazeke dilsoj ji têlên kemana xwe bi ser bejna miştenûrê pêl bi pêl berdida. Awazeke wiha bû ku guhê guhdarên xwe li ber xwe serxweş û mendehoş dikir. Awazeke wiha bû ku bi roj û saetan di odeyan de bi dengbêjiya Baqî Xido re çîrokên folklorî yên ken û êşê hey distirand û distrand. Ew li ser asta Kurdistanê navek naskirî ye. Ew gencîneyeke ji huner û muzîka Kurdî re.

Malbata Mihemed Xelîl Xazî ango Hemedê Dûman bi eslê xwe ji navçeya Pirdê ya ser bi Kerkûka Başûrê Kurdistanê ve ye, lê ew malbat ji berî 7 bavan ve, li Kerkûkê xwînî bûbûn û koçberî Deşta Sirûcê û herêma Kobanî bûne. Dengêbêjê me yê dengxweş Hemedê Dûman di sala 1929an de li bajarokê Şêranê ya ser bi bajarê Kobaniyê ve ji dayîk bûye. Di sala 2014an de gava ku rêxistina teror ya Daişê êrîşî bajarê Kobaniyê dikin, ew ji neçarî tevî malbata xwe koçberî Bakurê Kurdistanê dibe û li bajarê Konya bi cih dibe.

Bi rêya muzîkê re girêdan û hevaltiyek xweş di navbera wî û dengbêj Baqî Xido de çêdibe. Baqî Xido bi qirika xwe nerm di şevbuhêrkên odeyan de bi saeta destan û stranên mîna Derwêş û Edûlê, Binefşa Narîn, Memê Alan,  Teyar û Xezalê û hwd digot û Mihemed Dûman jî bi rîşên kemana xwe ya tenik ku ji dêla (dûva) hespên kihêl bû, awazeke zîz û dilsoz ji şevbuhêrkên bê westan bi ser Miştenûr û Deşta Sirûcê de berdida. Ew li ser destê kemanjenekî eremenî fêrî lêdana kemanê dibe. Her wiha li kêlek kemanê wî bi dehan stranên gelêrî û folklorî yên mîna ''Eyşê Eyşê, Heso Heso, Gula zer, Aman Aman, Xibşê, De rabe, lê yadê, Lore lore, Lor ke, Delal Eyşê û hwd gotine. Û bi dehan stran  ji stranên folklorî yên dawetên devera bi devoka xwe gotine.

Baqî Xido

Vê dawiyê Mihemedê Dûman ku êdî ber bi dawiya temenê xwe ve diçû û di koşeyekê de bi ser bîr û rojên xwe yên berê de giran giran diponijî Memo Seyda li ser jiyana Mihemedê Dûman a bi navê ''Refek Kevok, Dîrok û Bîrok'' belgefilimek gelek hêja pêşkêş kiriye.

Mihemedê Dûman berî mirina xwe  ku 91 salan temenê xwe di ber mûzîk û hunera kurdî de xerc dike, ku êdî rûyê wî yê westiyayî, giran xuya dikir ew di sala 2016an de û keserên berketiyên axê lê xuya bûn wiha digot:

''Silav ji bo miletê min î kobanê, yek bi yek biçûk û mezinan! Ji we hemûyan re silav û ez çavên we radimûsim. Min nan û xwê helal kiriye û hûn jî helal kin. Ez heyranê çavên we, bi hêviya belkî berî mirina xwe we bibînim. Ger ku ez mirim bila min li kobanê di nav heriya me de veşêrin. Ez li benda rebê xwe yê alemîn im, min di jiyana xwe de tu zirar negihande milet, gelê min î kobanê çîçek e çîçek. Ji we hemûyan re silav.''

Û pê re bi strana xwe dawiyê bi dengê xwe yê dilsoj ber dide dibêje ''Dikim ez bimrim delal''.

Ji wê hingê û şûn ve Mihemed Xelîl Xazî ku jê re digotin Mihemedê Dûman, ket nav nivînên nexweşiyê. Ew li bajarê Enqerê koça xwe ya dawî dike. Mihemdê Dûman ku ji têlên kemana xwe agir dijenand, lê vê dawiyê bi xwe bi vî agirî şewitî û bû dûmanek û pêlên xwe xwe bi ser pesarên Miştenûrê de berda û di dîroka 05-08-2020an de çû li kêlek Baqî Xido û Mişoyê Bekebor  serê xwe danî û çû rehmetê.

 

Çavkanî:

Rûpela Dûman  ya Husên Hecî

KURDŞOP
503 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!