Hesen Zîrek; Dengeke zîndî û hertimî

Çiro Hewramî

 

Dengek ku hîn jî zîndî ye, dengek ku gelê Kurd di nav mêjî û dilê xwe de diparêze. Dengê resen, gel û evîndarî. Wî ne di dibistanan de tîpek xwendibû û ne jî li cem çi mamostayekî hunerî ders xwendibû û ne jî li çi akademiyeke hunerî ya awaz û mûzîkê de beşdarî kiribû, ew hunermend û bilbilê Kurdistanê û dengê folklora Kurdî bû. Ew “Hesen Zîrek” bû. Hesen Zîrek her bi rastî wekî nasnavê xwe zîrek bû û bi zîrekatiya xwe ve folklora Kurdî parast.

Hesen Zîrek di 29ê Mijdara 1921an de li bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Her di temenê ciwaniyê de wekî stranbêjekî dest bi gotina stranan kiriye. Wî ji bo kar û xebatkirin û debara jiyana xwe li gelek bajar û deverên Kurdistanê geriyaye û li her cihekî mabe, ji ber dengê xwe her zû nav û deng peyda kiriye.

Jiyana Hesen Zîrek bi vî awayî dest pê dike; Ew di 12 saliyê de bajarê xwe bi cih dihêle û diçe bajarê Seqizê. Di 15 salî de dîsa wedigere Bokanê û piştî heyamek kurt carek din ji bo karkirinê diçe bajarên Tewrêz û Tahranê. Piştî midehekê diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezê nîştecih dibe û  paşê jî diçe Kerkûkê û di dawiyê de li sala 1953an diçe bajarê Bexdayê û di radyoya Bexdayê ya Kurdî de kar dike û li wir bi dehan stranên kevnar ên Kurdî tomar dike.

Hesen Zîrek xwediyê dengê resen li 14ê Tebaxa 1959an li ser daxwaza radiyoya Kurdî ya Tahranê vedigere Îranê û li Tahranê kar û xebatên mûzîka Kurdî dike. Ew carna jî diçû Tewrêzê û li radiyoya Tewrêzê jî stran tomar dikir. Ew her li radiyoya Tehranê digel “Midiya Zend” hevnas dibe û jiyana hevbeş pêk tînin û dibine xwedanê du zarok yên bi navên Mehtab û Arezû.

Hesen Zîrek sala 1960an, ber bi bajarê Kirmaşanê ve diçe û piraniya stranên xwe di radiyoya Kirmaşanê de bi hevkariya hunermendê mezin ê Kurd, “Mucteba Mîrzade” tomar dike ku nav û dengê hunera Hesen Zîrek zêdetir belav dibe.

Hesen Zîrek ê navdar, piraniya stranên xwe bi zaravayê soranî hûnandiye, lê carnan bi zaravayên din ên Kurdî û bi zimanê Farsî û Tirkî jî stran gotiye û wî heta radeyekê jî zimanê Erebî zaniye. Yek ji taybetmendiyên berçav ên Hesen Zîrek, komkirina gencîneyek ji huner û awaza Kurdî ye ku bi dengê xwe gotiye û Kurdan û hunermendên Kurd sûd jê wergirtine. Hesen Zîrek li gelek gund, dever û bajarên Kurdistanê geriya ye. Wî êş û zehmetiyên gelê Kurd bi çavên xwe dîtiye û aniye ziman. Hesen Zîrek reseniya Kurdî parastiye û ji her kesî re stran gotiye. Her ji ber vê yekê ye ku tev gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dikin û jê guhdarî dikin.

Hesen Zîrek piraniya jiyana xwe di nav avarebûnê de derbas kiriye û wî ne li Îranê û ne jî li Îraqê çi xweşî nedîtiye. Ew li Bexdayê hatiye binçavkirin û bo heyama 18 mehan di girtingeha Îraqê de bûye û nêzî 6 mehan îşkence dîtiye. Îranê jî her bi vî rengî gelek pirsgirêk bo Hesen Zîrek aniye pêş û ji wî re îzin nedaye ku cardin di radiyoya Tehranê de kar bike. Piştre navendên ewlehî û asayişî yên Îranê wî digrin û gelek jî îşkence dikin.

Hesen Zîrek bi awayekî zîrekane û bi selîqeya xwe stranên bîhaniyan wergêranê Kurdî kiriye û bi şêwazeke resen a Kurdî hûnandiye. Bo mînak strana “Xenîlî Şuweyî Şuweyî” yek ji stranên naskirî yên “Um Kulsum”ê ye, Hesen Zîrek awaza wê liber kiriye û bi Kurdî gotiye. Hesen Zîrekê navdar kesek bû ku li ber xwe de stran diafirand û her kesî li ser her tiştekî daxwaz jê kiriba dem û dest digot.

Tê zanîn ku carekê “Fatime Zergerî” keçek stranbêj a ku di serdemê desthilatdariya Şah de stran gotiye, li bajarê Tewrêzê konsêrt hebûye û wê demê jî Hesen Zîrek li Tewrêzê bûye û bo konsêrta wê çûye. Fatime Zergerî jî awazekê bi strana “Guldirmenî guldir” dest pê dike. Amadebûyên konsêrtê bi çepiklêdan cardin daxwazê jê dikin ku wê strana xwe dûbare bike. Fatime Zergerî jî daxwazê dike ku demekê bêhna xwe vede û cardin bê dûbare bêje; Hesen Zîrek wê yekê bi derfetek baş dizane û xwe digihîne cihê bêhnvedana wê jina stranbêj, û ew jine jê dipirse tu kî yî? Ew jî bersiv dide û jê re dibêje ez Hesen Zîrek im, ez daxwazê ji te dikim ku ew strana te niha got, bihêle em bi hev re bi Azerî û Kurdî bêjin, Xanima stranbêj got, tu çawa dikarî wiha zû helbesta Kurdî têkelê wê awaz û strana min bikî? Hesen Zîrek her çawa bû karî wê razî bike û herdu hatine ser sitêycê û bi vî awayî stran bi Kurdî û Azerî pêşkêşê amadebûyan kirin û xelkê amade bi çepiklêdanan ew pêşwazî kirin.

Hesen Zîrek gelek starên nîştimanperwerî û netewî gotine û di strana xwe ya bi navê “Ay nizam bo xom nizam, serbazê dêmokratim”, behsa Komara Kurdistanê kiriye. An jî di helbesta xwe ya bi navê “Ey Nîştiman” de mehta bejn û bala Kurdistan û pêşmerge dike. Hesen Zîrek, stranbêjekî herî xebatkar ê netewa Kurd e, ku bi sedan stran di radiyo û televîzyonan de xwendiye û tomar kiriye.

Hesen Zîrek, dengê resen û xezîna awazên Kurdî yên folklorî, li 26ê Hezîrana 1972an di temenê 51 salî de, li bajarê Bokanê malavayî ji mûzîka Kurdî kir. Wî li pey xwe ve arşîveke hunerî ji bo netewa xwe bi cih hêla ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunera resen ya gelê Kurd.

Piraniya berhemên Hesen Zîrek di arşîva enstîtûyên Kurdî û Ereb û Farsan de hatine parastin. Hesen Zîrek berî ku koça dawî bike, wesiyet kiribû ku wî li çiyayê Naleşikêne bi axê bispêrin û li ser kêla tirba wî binivîsin:

"Zîrek zor kird xizmetî huner

Jînit le pênaw huner birde ser

Rojgarit satê be bê xem nebû

Belam le huner hîçit kem nebû".

KURDŞOP
781 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!