Seyîd Husên Huznî yan Huzniyê Mukriyanî li sala 1893an li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Hin çavkaniyên dinê jî îşareyê bi wê yekê dikin ku li gundê Buxdekendî yê di navbera Bokan û Nexedê de ji dayîk bûye. Di serdema zarotiyê de li cem bav û xalên xwe hînê xwendin û nivîsîna destpêkî dibe û piştî mirina bavê wî û ji ber dijwariya jiyanê di temenê 12 saliyê de bera xwe dide bajarên Meraxe û Tewrêzê û ji wir ve diçe Êrîvanê û dibe mamosteyê ser malan. Paşê du sal man li Êrîvana paytexta Ermenistanê bera xwe dide Tiflîsa paytexta Gurcistanê û piştî demeke kurt diçe bajarê Bakuyê.
Huznî piştî demeke kurt li Bakuyê, diçe Stenbolê û li wir çar salan dimîne, mijûlê xwendina berhemên dîrokî dibe û ji rêya “morçêtî û xweşnivîsî” ve debara jiyana xwe dabîn dike û di du kovarên “Xawer û Çihraname”yê de bi Farsî gotaran dinivîse.
Huznî li Stembolê şarezayê rojnamevanî û çapxaneyê dibe, û ji xeynî wê yekê keş û hewaya Stenbolê bandorê li ser bîr û nerîna wî dadinê û piştî demekê bera xwe dide Helebê û di sala 1912an de li Almanyayê çapxaneyek vedibe û piştî sê salan wate di sala 1915an de çapxane digihîje Helebê û Huznî wê demê belkî 33 salî bûbe.
Huznî li bajarê Helebê yekemîn berhema xwe ya dîrokî çap dike û sala 1925an diçe Bexdayê û piştî salekê diçe Rewandizê û sala 1932an mohleta rojnameya “Zarî Kurmancî” û herwisa sala 1935an mohleta duyem a rojnameya “Rûnakî” li Hewlêrê werdigire û paşê bera xwe dide Kerkûk û Hewlêrê û carek din Rewandizê û heta ku sala 1941an tê binçavkirin, neçar dibe bo hertimî Kurdistanê bi cih bihêle û bera xwe bide Bexdayê û heta dawiya jiyana xwe wate sala 1947an her li wir jiyan kir.
Dîzayner: Hêmin Qehrimanî
Huznî piştî ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bû û di bin bandora rewşa siyasî ya wê demê de bû, tê ser wê bawerê ku dîroknivîsî dibe navenda hişmendiya netewî û ew ji rêya dîroknivîsî ve dikare astengiyên li pêşiya netewebûna Kurd ji holê rake, lewma Huznî tevî jiyanek tal û pir ji êş û azar berdewam dibe li ser karê dîroknivîsî û rojnamevanî û wan wekî du hewcehiyên sereke ji bo netewesaziyê dibîne.
“Xunçeya Beharistan”, yekemîn pirtûka dîroka Kurd û Kurdistanê ye ku bi zimanê Kurdî ji aliyê Huzniyê Mukrî ve li sala 1925an hatibû weşandin. Ev pirtûke tevî hebûna hin şaşiyên dîrokî û pirsgirêkên metodî, li ser dîroka regezî, ziman, şaristaniyet û îsbatkirina kevnbûn û dîrokîbûna Kurd hatibû terxankirin, destpêka dîroknivîsiyê qutbûnek e ji kevneşopiya dîroknivîsiya berê, ku di rastî de heman bûyernivîsî û pesnên malbat û mîrên Kurdistanê bû ku bi zimanê Farsî hatibûne nivîsandin.
Berevajî ji kevneşopiya berê ya dîroknivîsiyê, wate rewatîdan û pesnkirina mîrên Kurdan û herwisa vegotina bûyerên siyasî, Kurd û nasnameya Kurdî û vejandina berê di pêxema netewesaziyê de, dibe xala sereke ya Xunçeya Baharistanê.
Bi vê pesnê em dikarin bêjin ku bi navendkirina Kurd û Kurdistan û vêdebirina perde li ser derbasbûyiya Kurdistanê bi mebesta mezin û kevnarnîşandana Kurdan, cara yekê di “Xunçeya Beharistan” a Huzniyê Mukriyanî de hate nav gotara dîroknivîsî ya Kurdî û ji bo destpêkirina gotara dîroknivîsên Kurd bû destpêkek û bi vê sedemê dibe ku “Xunçeya Beharistan” wekî destpêka gotara dîroknivîsî ya Kurdî bê pênasekirin.