Jînenîgeriya Hisên Mihemed Elî û “Warê av û Hecî Leqleqan”

Aras Hiso

 

Her bajarek bi dewlemendiya xwe, her bajarek bi xêr û bereketa xwe, her bajarek bi av û hewaya xwe û her bajarek bi mirov û pêşengên xwe di bîrdanka zarokên vî bajarî de dimîne. Werin em bi hev re qala jiyan, kar, xebat û bîranînên mamosteyê mamosteyan “Hisên Mihemed Elî” bikin. Teqez kî ji we li kolanekê rastî mamoste Husên re were, ew ê ji ber qedr, hurmet û heybeta wî xwe di kolaneke din re bavêje. Bi sedan mamoste û xwendekar derçûyê xibret û mamostetiya wî ne. lewma wekî mamosteyê yekemîn yê kobaniyan jî tê naskirin.

M.Hisên Mihemed Elî di sala 1950'î de li gundê “Şehînkê” ya ser bajarê Kobanî ji dayîk bûye, ew ji eşîra “Mîran” e. ji ber ku dayîka M.Hisên zarok jê re nediman ew di nav malbatê de tenê sê bira û xwîşkekê ne; M.Hisên, Bozan, Miço û Meqbûle.  Ew wekî her kurdekî din di nav malbateke kurd-perwer, hejar û dilhezên xwendin û pêşxistinê de rabûye.  Ew di nav serdemeke ku şerê cîhanê yê duyemîn bû, mezin bûye. bi zarokên cîranan ên wekî ermeniyan re mezin bûye. Xwedî malbateke ku her dem bi fikir û siyasetê ve mijûl bûne. Her wiha yek ji endamê “Partiya Komînîst” bû.

Di sala 1956an de dest bi xwendina seretayî ya Rêfiyê dike. Ew dibistana ku di sala 1949an de hate avakirin ku niha navê wê dibistanê “Ş.Azad” e. Herwiha piştre xwendina navîn li dibistana “Reş” ku navê wê “Ş.Dijle û Firat” e dixwîne. Dema ku xwendina xwe ya navîn li kobanî bi dawî dike, Ji ber nebûna xwendina amadehî li kobaniyê, tevî rewşa xwe ya xizanî û perîşaniyê mecbûr dimîne berê xwe bide bajarê “Heleb”ê, da ku xwendina xwe berdewam bike. Di salên 1968-1969an berê xwe dide Helebê û refa 10an li dibistana “Kewakibî” dixwîne. Li wir heta Bekeloriya dixwîne û xwendina xwe di sala 1970î de (Bekeloriya) bi dawî tîne.

M.Hisên Mihemed Elî gelekî ji xwendinê hez dikir, her tim di nav hewildanên xwepêşxistinê de bû. Ji ber ku Heleb bajarekî mezin bû û hemû cure çand, dewlemendî û xwepêşxistin têde hebûn. Ji bo wî Heleb tecrubeyeke pir zengîn derbas bû. Yekî wekî mamoste Husên ji deverek kurd û gundî li  bajarekî mezin ê wekî Helebê bixwîne, jê re wextek pêwîst bû heta ku bi bajarê mezin û miletê cîran re li hev were.

Piştî ku xwendina amadehî jî bi dawî dike, di zanîngehê de fakulteya Wêjeya Erebî dixwîne. Di biçûkaniyê de du mamosteyan gelekî bandor li wî kirin. Yek ji wan “Ebdilqadir Hafiz” mamosteyê wî yê refa 7-8an bû û yê din “Mihemed Hemoyî” bû. Van mamosteyan hîştin ku vê beşa Wêjeya Erebî hilbijêre û her tim tê de serkeftî bimîne, çimku wan bi şêwazên pir ecêb ders didan xwendekaran û xwedî bandor bûn.

Di sala 1975an de xwendina zanîngehê bi dawî dike. ji wê salê ta 2010an de 25 salên bê navber bi perwedehiya bi zimanê Erebî re mijûl dibe. Ew pir ji mamostetiyê hez dike û kesayetiya xwe ya hudirîn tê de dibîne. Êdî di karê mamostetiyê û wêjeya Erebî de dighêje asta behremendî û xuliqkariyeke paqij û xwedî berhem. Di bajarê kobanî de mamosteyên kurd ji aliyê rêjîma Sûrî ve pir-pir kêm dihatin erkdarkirin, mamosteyên Ereb ji deverên dûr dianîn û di dibistanên bajêr de erkdar dikirin. Lê M.Hisên wekî xelkê kobanî û xwedî hîsekî welatperwerî, xwe tenê nedihesiband wekî mamosteyekî normal ku tenê şagirtan fêrî ziman bike.

M.Hisên Mihemed Elî her dem vê gotinê dike ''Ez bi zarokên xwe serbilind nabim, ji ber ku min ew hilnebijartine. Lê hilbijartina herî girîng û balkêş ji bo min xwendekarên min in. ji ber ku ew berhemdariya min in''.

M.Hisên hîna xwendekarê refa 8an bû, di sala 1968an de ew tevlî partiya komînîst (Şûî) ya Sûrî dibe. Di vê partiyê de bi mebesta ku karibin fikir û çandê di nava milet de belav bikin xebat dikirin. Her wiha ji ber çalakiyên xwe yên çandî û wêjeyî karibû banoreke bêhema li ser hevalên xwe yên xwendekar û milet bike. Her wiha di wê navberê de gelek nakokiyên çandî û fikrî derdiketin û pê re jî vê fikirê pêlên xwe belav dikir û bixwe re roleke erênî dianî. Endamtiya wî ya di nava partiyê de ta salên 2001ê berdewam dike. Li gorî ku ew dibêje ''Mesela partîbûnê bo min meseleyeke çandî û pêşketinê ye.''

Di sala 2016an de pirtûka bi navê ''Memleket Mea wel Xeranîq'' ango “Warê av û Hecî Leglegan” ku ji weşanên Yekîtîya rewşenbîrên kantona kobanî ye, hate çapkirin.  Ji encama bûyerên ku di dîroka kobanî de rûdane, jiyan û rûdanên ku pê re derbasbûyî û bîranînên ku di bîra wî de mîna hilmekê mane, bûn sedema ku vê berhemê di sala 2012an de dest bi nivîsandina wê bike. Ev berhemeke wisa ye ku di navbera dîrok û serpêhatiyan de ye. Vê pirtûkê bêhtir bala xwe dide ser bîranînên wî yên ku pê re derbas bûne an jî bi hevtemenên wî û yên berî wî re derbas bûne.

Li ser navê pirtûkê (Warê av û Hecî Leqleqan) m.Hisên dibêje: ''Ji ber ku berê av li Kobanî pir bû, bi av û kaniyên mîna Kaniya Mişidê û Ereban dewlemendiyeke mezin didan rûyê bajêr û ev bajar xweşiktir dikir. Herwisa ji ber ku li van deverên me yên têr av û kanî, Leqleq jî pir bûn. Leqleq teyrekî pir wefedar e û ji aliyê xelkê ve pir tê hezkirin. Hem di edebiyeta Qafqasiya de Leqleq şehîd in, ew sembola şehîdan in, ruhê şehîdan dibe yê Hecî Legleg û her tim bi ser serê meran re difirin û li derdora me dibe xwedî rihekî veşartî. Ji ber vê yekê min xwest girêdanekê di navber kobaniya kevnare ya bi av û bi kobaniya niha ya şehîdan ve girê bidim''.

M.Hisên Mihemed Elî xwedî dilekî henûn û zelal e, xwedî wîjdaneke rast û durist e. Ji kobaniyan re war û xelat e. xwedî taceke zêrîn e ku her tim bi ser serê zarokên nifşên nû de dibiriqe. Xwedî bîreke bi av û hibreke tenik e.

 

Çavkanî: Ji hevpeyvîna bi mamoste Hisên Mihemed Elî re.

KURDŞOP
676 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!