Miqdad Midhet Bedirxan û rojanemya Kurdistanê

Solîn Urmiye

 

Xebata ji bo kultûr û dîroka netewa Kurd, erkê netewî û nîştimanî yê her takekî Kurd e. Derbasbûyiya me gencîneyeke pir giranbiha ye. Herçiqas em diçine nav deryaya kultûr û dîroka xwe kesên pir westiyayî û kesên neteweperwer û Kurdperwer têne dîtin. Gelek ji malbatên Kurd hene ku ji bo wêje, kultûr û dîroka gelê xwe xebatên bêhempa kirine; yek ji wan malbatan jî ya Bedirxaniyan e.

Ew mirovên mezin û emegdar in û divê em bi nifşa nû re behsa ked û westiyana navdar û malbatên mezin bikin da ku ew jî wan mirovên mezin nas bikin. Bedirxaniyan di pêxema dîroka gelê xwe de gelek ked dane, wan bi afirandina Elfabe ya Kurdî û rojnameya Kurdî û bi afirandina sedan tiştên din kar û çalakî kirine û xwe bi hişyarkirina netewa xwe re mandî kirine. Ew di piraktîk de jî li warê siyasî pêşengê hişyarkirna civaka xwe bûne.

Nifş bi nifşên malbata Bedirxaniyan xebatên mezin kirine û yek ji endamên wê malbatê ku bo cara yekê rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” çap û belav kir, Miqdad Midhet Bediraxan bû.

Li sala 1890an dewleta Osmanî dest dike bi asmîlekirina Kurdan û mîrên Kurdan bo Stenbolê gazî dike û nahêle ti mîrek desthilatdariyê bigire dest û bi vî awayî siyaseta helandina netewa Kurd bi rê ve dibe û givaşeke zêde dixe ser Kurdan; her lewma di vê pêwendiyê de, gelek Kurdên rewşenbîr û zana û neteweperest, Tirkiye û Kurdistanê bi cih dihêlin û diçine welatên bîhanî û jiyan û xebata xwe di xerîbiyê de derbas dikin.

Yek ji wan kesên rewşenbîr, zana, Kurdperwer û netewerperwer, Miqdad Midhet Bedirxanê kurê Mîr Bedirxan bû ku li sala 1891an ber bi welatên bîhanî ve diçe û digihe welatê Misrê. Miqdad Midhet Bedirxan li welatê Misrê, li pêxema berjewendiyên gelê Kurd û nasandina doza gelê xwe bi cîhanê û bi mebesta berevanîkirina ji Kurd û rûbirûbûn di hember Sultanên Osmaniyan de û hişyarkirina xortên gelê Kurd, di Qahîreyê de xebata xwe berdewam dike.

Her bi wan mebestan ev hizr dike ku rojnameyekê biweşîne û bi vî awayî ji bo hişyarkirina netewî kar bike. Ev jî ev bû ku di meha Nîsana 1898an, yekem hejmara rojnameya Kurdistanê weşand. Ev rojnameye bû bi destpêk û pêşenga dîroka rojnamevaniya Kurdî.

Miqdad Midhet Bedirxan tê ser wê bawerê ku bona gihîştin bi serbixweyî û rizgarîkirina yekcarî, hewce ye gel ji rêya şoreşa rojnamevanî ve bê hişyarkirin û rewşenbîrkirin.

Miqdad Midhet Bedirxan li ser hejmara yekem a rojnameya Kurdistan mebest ji weşana wê rojnamê di gotarekê de rohnkirineke bi vî rengî dide û nivîsiye: “Kurd ji gelek netewan zêdetir xwedan bîr û hişmendî ne, mêrxas in, di ola xwe de rewa û bihêz in, lê mixabin wekî netewên din xwendevan û dewlemend nînin, nizanin cîranên wan çawan in û çi dikin û agehdarê wan nînin, lewma me piştgirêdan bi Xwedê ew rojnameye nivîsî û bi piştevaniya Xwediyê mezin li her 15 rojan carekê em ê belav bikin. Navê rojnameya me jî “Kurdistan” e û em ê di wê rojnamê de qazancên zanistî û zaniyariyan behs bikin, li her cihekê mirov hebe, li her cihekê xwendingehên baş hebin ez ê nîşana Kurdan bidim û li her cihekê şer dibe û helwesta welatên mezin çi dibe û çawa şer dikin, çawa bazirganî dikin, ez ê hemûyan behs bikim, heta niha çi kesê rojnameyeke wiha belav nekiriye”.

Di dema weşana hejmara yekem a rojnameyê de Miqdad Midhet Bedirxan kartek bi Feransî dinivîse û mebestên xwe tê de rohn dike û bi hejmara yekem re ji bo wan kesan dişîne ku rojnamê dişopînin; deqa nivîsîna li ser wê kartê wiha bûye:

“Gewrem ez gelek bextewer im bo wê ku hejmara yekem a rojnameya Kurdistanê bo we dişînim û eva her niha di Qahîreyê de hatiye damezrandin. Netewa min ku netewa Kurd e hejmara wan 6 milyon kes e û di Asiyaya piçûk de zimanê wan gelek kevin e, eva yekemîn car e min bi vî zimanî ew rojnameye belav kiriye, ew jî bo mebesta têgihandina zaniyarî û handana Kurdan bo wê ku rêya pêşketin û şaristaniyeta nû bigrin û di heman demê de wêjeya netewa xwe nîşanê netewên dinê bidin. Bavê min Mîr Bedirxan li şerê serbixweya Kurdistanê de beşdar bû û dijî hikûmeta Ebdulhemîd, ew kesê ku jiyana malbata me di nav nîştimana me de qedexe kiribû. Ji ber vê min rû kire Qahîrê û lewma ez dixwazim asayiş bala xwe bi ser Kurdistanê de bikêşe, min biryar da ji rêya wê rojnameyê ve tev şiyana xwe ji dûr ve terxan bikim bo hemû karekê ku qazanc û bextiyarî û perwerdekirina hizr tê de be bo welatiyên Kurd”.

Mîr Miqdad Midhet Bedirxan tev hewla wî ji avakirina wê rojnamê eva bû ku ji rêya rojnamê ve netewe û lawên Kurd hişyar û çav vekirî bin û herwisa rewşenbîrî û zanistê di nav gelê xwe de belav bike.

Di serdemê weşana Rojnameya Kurdistanê de wê demê dewleta Osmanî çavdêriyeke tund li ser wê rojnamê dikir û hatin û belavkirina wê rojnamê bo nav Kurdistanê qedexe kiribû û her lewma Miqdad Midhet Bedirxan hejmarên wê rojnamê ji rêya bazirgan û saziyên nihînî ve digihande Kurdistanê.

Dewleta Osmanî dixwast Miqdad Midhet Bedirxan û Ebdulrehman beg ê birayê wî wekî tawanbar di Stanbolê de dadgehî bike, û her lewma jî gefên zêde li ser wan du xortên Kurd bû.

Miqdad Midhet bi damezrandin û weşana rojnameya Kurdistanê, gelek ciwanên Kurd ji zilm û serkutkariya ku Osmaniyan bi ser Kurdan de dianîn hişyar kirin û ew di warê wêjeya Kurdî û dîroka Kurd de jî hişyar kirin.

Ew rojnameye dibe mezintirîn dujminê Osmaniyan. Osmanî jî kevtine dijayetîkirina wê rojnamê û çendîn caran daxwaz ji welatê Misrê kirin ku dabixin û her lewma Miqdad Midhet bi hemû awayekî kevte dijayetîkirina Osmaniyan û bo berevanîkirin ji rojnameyê gelek cih guherîn.

Miqdad Midhet Bedirxan di wê rojnameyê de gelek çîrokên wekî Mem û Zîn, helbest û pexşan û gelek gotar û nûçe tê de belav dikirin.

Ji xeynî wan gotarane jî Miqdad Midhet nirxekî zêde dida pirsgirêkên rewa yên gelê Kurd û ciwanên Kurd han dida ku dijî desthelata Osmanî bisekinin.

Çend mijar û gotarên girîng ku Midhet Bedirxan wê demê di rojnameya Kurdistanê de belav kirin wiha ne:

Ji rêya hejmara sê ve sala koça dawî ya Hacî Qadir Koyî hate peydakirin û helbestek Hacî Qadir Koyî tê de belav kirine û di pêşekiyê de hatiye nivîsîn, sala par Hacî Qadir Koyî koça dawî kiriye, wate sala 1898an hejmara 3an hatiye weşandin û sala par jî dike 1897an, li ber wê hindê sala koça dawî ya Hacî Qadir Koyî hatiye zanîn.

Di rojnameya Kurdistanê de şerê digel Ermeniyan şermezar kirine û red kirine, banghêjiya birayetiya di navbera Ermenî û Kurdan kirine.

Piştî derbasbûna salek bi ser weşana rojnameya Kurdistanê re, Miqdad Midhet nexweş dikeve û Ebdulrehmanê birayê wî diçe Swîsê û serpereştiya rojnameyê dike.

Miqdad Midhet Bedirxan bi avakirin û weşana rojnameya Kurdistanê dîsan îsbat kir ku malbata Bedirxaniyan ne tenê di Botanê de belkî li her ciheke cîhanê bin dikarin li ser hişyarkirina Kurdan, çand, dîrok û wêjeya Kurdî xwedî bandor bin.

KURDŞOP
816 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!