Zeynelabidin Zinar ê xwediyê 136 berheman kî ye?

Keyhan Mihemedînijad

 

Di nav netewa Kurd de gelek kesên bi bandor û lêkoler hilkeftin e ku li ser dîrok, çand û Zimanê Kurdî hem lêkolîn kirine û hem jî nehêlane beşeke zêde ji dîrok û Çanda Kurdî ji nav here û bi hewl û pênûsa xwe ew yeka anîne ser lênûsê û kirine pirtûk.

Yek ji wan kesan ku di warê çand û kelepûra Kurdî de xwe pir westandiye û mandî bûye, “Zeynelabidin Zinar” nivîskar, wergêr û lêkolînerê Kurd e; Ew eslê xwe xelkê Bakurê Kurdistanê ye û di sala 1953an de li gundê “Hedhedk” ê girêdayî bi navçeya Qubînê ji dayîk bûye.

Bavê wî ji herêma Xerzan a Jêrîn û ji eşîra “Pencînar” û diya wî ji eşîra “Reşkotan” e. Ji ber ku bav û kalên wî tev mela bûne, ji malbata wan re “Mala Melan” tê gotin.

Zeynelabidin Zinar li cem bavê xwe li dibistana Kurdî ders xwendiye. Wî li cem gelek seydayên navdar yên weke “Mele Sedredîn Yuksel, Mele Ebdurehmanê Nusra û Xelîfe Ûsiv” ders xwendiye.

Zeynelabidin Zinar sala 1968an dest bi Îmam-Xetîbê kiriye û herwisa li sala 1971ê di dema “cunta”yê de ji Îmam-Xetîbê hatiye vêdebirin. Navbirî li sala 1975an bûye fermanber (memûrtî). Wî lîse li Batmanê xwendiye. Piştî wê yekê, Zinar yazdeh salan di bajervaniya Êlihê de karên darayî kiriye.

Ji 12ê îlona 1980an ve ku “Cuntaya Leşkerî” hatiye, heta Şibata 1984an, Zeynelabidin Zinar heşt caran hatiye girtin û pir jî hatiye îşkencekirin. Sizayê girtîgehê û dûrxistin bi ser de hatiye sepandin. Wî ew îşkenceyên ku dîtine, wek serpêhatiyekê di pirtûka xwe ya bi navê “Di Îşkencê De 178 Roj” bi zimanê Tirkî nivîsiye.

Dadgeha Leşkerî ya Diyarbekirê li 1ê Adara 1984an di destpêkê de 16 sal sizayê girtîgehê û pênc sal jî dûrxistin ji warê wî bi ser de sepandibû. Lê ev sizaye di Dadgeha Pêdaçûnê de ji bo 5 sal girtîgeh û 20 meh dûrxistin hate kêmkirin.

Zeynelabidin Zinar bi zextên li ser wî û ew îşkenceyên ku dîtinî, bi neçarî ve di dawiya 1984an de ber bi welatê Swêdê ve diçe. Ev ji ber ew îşkenceyên ku dîtibûn, di Şibata 1985an de li nexweşxana “Xaça Sor” a beşa îşkencedîtiyan a “Stockholm”ê heta sala 1995an tê tedawîkirin.

Zeynelabidin Zinar dest ji xebatên xwe ber nade û ew li sala 1985an li “Stockholm”ê weşanxaneyekê bi navê “Pencînar”, weşanxaneya çanda Kurdî û çapxaneyeke piçûk jî ava dike. Sala 2004an çapxane hate rakirin, lê weşanxaneya wî niha jî didome.

Zeynelabidin Zinar sala 2002an agehdar dibe ku Dadgeha Bilind a Leşkerî li Enqerê, sizayê wî yê girtîgeh û dûrxistinê bêrî kiriye, ew jî heman demê vedigere welat û li Tirkiye û Kurdistanê digere.

Destpêka nivîsandina Zeynelabidin Zinar a bi zimanê Kurdî, di salên 1963-64an de bûye, wê demê wî bi tîpên Erebî (Kurdiya aramî) nivîsiye, lê di 1985an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Wî destpêkê dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li ser folklora Kurdî ya Kurmancî kiriye.

Zeynelabidin Zinar heta niha gelek berhemên pir naverok ji bo gelê xwe nivîsiye û wî heta vê gavê (wate heta sala 2023an) 136 pirtûk weşandiye.

Zeynelabidin Zinar endamên van saziyan e:

. Sendika Nivîskarên Swêdî.

. Sendîka Rojnamevanên Bêsînor.

. PENa Swêdî.

. Komela Nivîskarên Kurd a Swêdê.

Wî di vê dawiyê de berhemek li ser “Komkujiyên li Geliyên Zîlanê” nivîsiye û ew berhema vî ji nû ve hatiye weşandin.

Lêkoler û nivîserên wiha cihê şanaziya gelê xwe ne û divê gelê Kurd wan nas bike. Mixabin kesayetiyên wiha heta ku di jiyanê de ne, gelek kêm têne mehtkirin û têne xuyakirin, lê dema ku diçine ser dilovaniya Xwedê, wê demê sedan û hezaran xwedan jê peyda dibin. Ew milk û dahata gel in û divê hem xebata wan bê rêzgirtin û hem jî heta ku sax in bi başî bêne sûdwergirtin û berhemên wan bêne nasandin.

Min carekê di hevpeyvînê de ji Zeynelabidin Zinar pirsî, gelo te ji bo her berhemekê çiqas xwe mandî kiriye, wî di bersivê de got: “Min ji bo hin şaxeyên çîrokekê bi çendîn salan xwe mandî kiriye û ez gund bi gund û bajar bi bajar li pey kal û pîrên welatê xwe geriyame heta ku min kariye zaniyariyên serast ser hev bikim”. Eva jî wê yekê ji me re îsbat dike ku berhemên navbirî wiha bi hêsanî nehatine serhevkirin û wî xew û jiyan û xweşî ji xwe tal kiriye heta ku gihaye vê astê.

Ziynelabidin Zinar niha li welatê Swêdê dijî û li ser lêkolînkirin û amadekirina pirtûkan derbarê çand û kelepûra Kurdî berdewam e.

KURDŞOP
568 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!