“Ebas Heqîqî” naskirî bi “Mamoste Heqîqî” yê kurê Elî Paşayê kurê Birayîm Axayê Talaw, ji eşîreya Dêbukrî ye û di sala 1902an de li gundê Mercanava yê ser bi Deşta Hacî Hesenî ya girêdayî bajarê Mehabadê ji dayîk bûye.
Beriya şerê cîhanê yê yekem bi malbata xwe re diçe gundê “Merxuz” ê ser bi bajarê Seqizê, li devedevê şerê cîhanê yê yekem, dema ku agirê şerê Tirk û Rûsyayê gihîşte Kurdistanê, Merxuzê bicih dihêlin û berê xwe didine Silêmaniyê û salekê li wir jiyanê dikin.
Wekî bi xwe behs dike, piştî ku vegeriyane Rojhilatê, li cem bavê xwe Gulîstan û Bustan û Kîmyaya Seadet dixwîne. Di çardeh saliya xwe de hesta wî ya helbestî diheje û yekem helbestên wî têne ser kaxezê:
Be nûkî tîrî mujgant şehîd û dil birîndarim
Le xemzeyî nergisî mestit, xerîqî behrî hîrmanim
Le pêçî zulfî çewgant, serim goye le meydant
Le tawî mecmerî rûte, cigere sûtaw û biryanim
Niye manendî şemi`î rût, le dinyada be mehbûbî
Meke meni`im ke wek perwane sûtawe dil û giyanim
Navbirî bi helbestvanê navdar Xalemîn re diçe dibistana “Zanistên Olî” ya Hacî Bayiz Axa li gundê Îskî yê Bexdayê, paşê di sala 1928an de bi Seyîd Kamîlê Îmamî re diçine dibistana Baxçeya Mehabadê.
Mamoste Heqîqî wekî tev xwendevarên serdema xwe li hucreyên navçeya Mukriyanê xwendina xwe berdewam dike. Her li wan cihan bû ku hesta helbestbûnê nîşan dide û wek xwe dibêje, digel helbestvanê mezin ê Kurd Mamoste Seyîd Kamîlê Îmamî “Awat” tev dema wan tevlî helbest û evînê dibe. Sala 1934an li fermangeha darayî ya Mehabadê wekî fermanber tê damezrandin û Hejarê helbestvan nas dike û wekî bi xwe behs dike: Rojên Înê, şêrîniya kombûna me vegotina helbest û wêjeyê bûye.
Dîzayner: Hêmin Qehrimanî
Sala 1942an wek berpirsê îdareya Duxaniyata Bokanê tê diyarîkirin û mam Hejar jî diçe cem wî û piraniya rojan bi hev re derbas dikin.
Sala 1941an yekem car Hêminê helbestvan dibîne û ji bo wî behs dike ku wê demê digel mam Hejar li Xaneqaya Şêxê Burhan ders dixwandin, feqiyek hate wir û ew helbesta te ya biharî pê bû ku dibêje:
Seher le terfî bostan, le sehnî lalezarewe
Nesîmî can feza wezî, bi mûjdey beharewe
Zewî zumûredî bûwe be ferşî zernîgarewe
Wekû dûru eqîq eçin şikofekan bedarewe
Ewe deçête gulçinîn, gulê be lence û larewe
Mam Hêmin dibêje min gelek pê xweş bû, me nivîsî û liber kir û ez bawer dikim ku wê helbestê zêdetir ez han dam ji bo helbest gotinê.
Li sala 1943an ku Mamoste Qani`i hatiye gundê “Kelbe Rizaxan”, gelek caran bi Mamoste Heqîqî re bûye û kombûna wan hebûye.
Serhildana Komara Kurdistanê li Mehabadê, Heqîqî jî dixe cem qada xebatkarên warê kultûra wê beşê di dîroka Kurdistanê de û her lewma jî bi nasnavê “E. Huner” li kovara Helale çalakiyan bi rê ve dibe. Helbesta “Xewî Xeflet” a wê demê ya wî ye.
Pêwendiya Heqîqî digel piraniya helbestavnê serdema xwe ji rêya helbest û dîdar ve gelek qahîm bûye û lewma jî em dikarin gelek bi eşkere bêjin ku xeleka pêwendiya navbera helbestvanên beşek ji Kurdistanê tê hesibandin. Bo mînak ji “Seyfulquzat” ve bigire heta Awat, Xalemîn, Hejar, Hêmin, Siware, Mihemedê Qazî, Gulşenê Kurdistanî, Şipirze û dehan kesayetiyên din hatin û çûna wî kirine û pêwendiya wan bi wî re hebûye.
Heqîqî yekem kes bû ku helbestên Hafizî aniye ser zimanê Kurdî û li cem sê zimanê din ên cîhanê çap kiriye.
Kêm helbestvan hebûne ku wiha ji bo tev bûyerên serdemê helbest nivîsîbin û her lewma hawara wî ji bo şîna Helebçeyê ya bi navê “Beharî Kurdewarî” bi yek ji bilindtirîn helbestên Heqîqî tê naskirin.
Di mijarên Xwedênasî û îşarekirin bi bedewiya dîmenên Kurdistanê rengwedaneke gelek zêde di naveroka helbestên Heqîqî de hebûye. Her lewma jî diçe rêza helbestvanên kilasîkî ku berdewamkerê dibistana Baban tê naskirin.
Sê pirtûkên Mamoste Heqîqî pêk hatine ji Dîwana Heqîqî, Kolke Zêrîne, Şewnim (wergêrana sed xezelên hafiz).
Mamoste Heqîqî piştî temenek tijî ji helbest û helbestvanî li sala 1996an di temenê 94 saliyê de li bajarê Bokanê koça dawî kir û termê wî li goristana Bokanê bi axê hate spartin.