Qanatê Kurdo û kurteyek ji serpêhatiya wî

Solîn Urmiye

 

Gelek kurdên êzidî ku ji ber zilm û zordariya Osmaniyan reviyabûne Yekîtiya Soviyetê û di welatên Ermenistan û Gurcistanê de nîştecih bibûn, ji îmkanatên heyî di wan dewletan de ji bo pêşvebirina ziman û çanda netewî sûdek baş wergirtin.

Di nav wan de gelek zana û nivîskarên bi navûdeng hilkeftin ku yek ji wan kurdnasê bi navûdeng "Qanatê Kurdo" bû. Ew yek ji wan kesan bû ku bingeha Kurdnasiyê li Yekîtiya Soviyetê dana.

Qanatê Kurdo li 12ê Îlona sala 1909an li gundê "Sûsiz" ê ser bi navçeya "Dîgora" girêdayî navçeya "Qers"ê, ji malbeteke cotkar ji dayîk bûye. Di dema şerê cihanî yê yekem de, malbata Qanatê Kurdo jî mîna hezaran malbetên kurdên êzidî yên Bakurê Kurdistanê, mal û milkên xwe û welatê xwe bicih hêştin û ji ber zilm û zordariya dagîrker ber bi Ermenistanê ve çûn.

Piştî şoreşa Oktobrê ertêşa Rûsiyê ji Qefqaziyayê vedikêşe û ertêşa Tirkan beşeke Ermenistanê dagîr dike û bi hezaran kurdên êzidî ji aliyê ertêşa Tirkan ve têne qirkirin. Di nav wê qirkirinê de malabta Qanatê Kurdo jî hebû û ji malbata Qanat tenê çend kes sax dimînin û ji qirkirnê rizgar dibin. Ew bi neçarî ve koçberê welatê Gurcistanê dibin û li bajarê Tiflîsê nîştecih dibin.

Qanatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkî li dibistanên wê deverê diqedîne. Sala 1928an bi hewla "Erebê Şemo", Komîteya Navendî ya Partiya Komonîst a Ermenistanê 8 ciwanên kurd ji bo xwendinê dişîne Lênîngrada Rûsiyê, yek ji wan kesan jî Qanatê Kurdo bû.

Navbirî derbarê zimanê kurdî de zêde xwe mandî dike û bi başî li pey rêzman û rênivîsa kurdî dikeve. Di wê demê de ew jêriya xwe nîşan dide û tevî berdewamkirina xwendina xwe li zanîngehê, li fakulta kedkaran dibe mamostayê zimanê Kurdî.

Qanatê Kurdo piştî bi dawîanîna xwendina bilind, bi îzna serokatiya zanîngehê li zanîngehê dimîne û li ser zimanê kurdî lêkolînê dike.

Li sala 1941an dema ku Almaniyayê êrîşî ser Yekîtiya Soviyetê kir, Qanatê Kurdo xwebexş di eniya şer de wek fermandê desteya topxanan beşdariyê dike û heta dema dawîhatina şer dimîne û bi gelek medalan tê xelatkirin. Piştî şer li zanîngeha Lênîngradê dibe mamostayê zimanê kurdî. Wî gelek dersxwan û xwendevanên mîna "Margarîta Rûdênko", "Rûslan Sabolov", "Zera Elî Yûsipova" hînê zimanê Kurdî kir ku piştre ew dibine kurdnasên navdar.

Qanatê Kurdo di heman salan de jî li enstîtûya zanyariyê ya mirovnasiyê kar dike û piştre jî dibe hevkarê enstîtûya Rojhilatnasiyê.

Pênûsa Qanatê Kurdo pir dewlemend bû, wî nêzî 85 pirtûk û gotarên zanîyarî çap kirine. Piraniya berhemên wî li ser Kurdzaniyê bûne. Çendîn gotarên Qanatê Kurdo li ser pirsa zimanê kurdî li rojnameya “Rêya Teze” jî hatine weşandin.

Li sala 1936an pirtûka Qanatê Kurdo ya “Gramatîka Zimanê Kurdî ya Kurt” li Êrêvanê bi zimanê kurdî hate çapkirin. Zarokên kurdan yên li Ermenistan û welatên din yên Yekîtiya Soviyetê bi pirtûkên Qanat yên hatinî amadekirin fêrî rêzimana zimanê Kurdî dibûn. Pirtûka Qanat ya “Gramara Zimanê Kurdî” ji bo dibistana destpêkî û pola 3 heta 8an heta sala 1985an dihate çapkirin.

Kurdzan û Zimanzan "Sûkêrman", derbarê vê pirtûka Qenatê Kurdo nivîsiye: “Serkeftina vê pirtûkê ev e ku bi şêweyekî zanîstî hatiye nivîsandin. Qanatê Kurdo ne tenê lêkolîn li ser zimanê kurdî kiriye, belkî wî rêya lêkolîn û fêrbûnê destnîşan kiriye”.

Helbestvanê navdar “Ebdulah Peşêw”, derbarê Qanatê Kurdo nivîsiye: “Mamoste Qanatê Kurdo, yek ji mêrên herî mezin ê kurd bû, çi wek kesayetî, çi wek zana, çi wek nîştimanperwarekî Kurdisantanî”.

Qanatê Kurdo di xizmetkirin bi netewa xwe û kurdzaniyê de xizmetek bêwestan kir. Wî di hemû jiyana xwe de ji bo parastina berjewendiyên gelê kurd, ziman, dîrok û çanda gelê kurd xebat dikir.

Berhemên Qanatê Kurdo jî ev in:

Zimanê Kurdî (Rêzimana Kurmancî) sala 1957an hatiye çapkirin.

Ferhenga kurdî Kurmancî bi Rûsî 1960an hatiye çapkirin.

Ferhenga Kurdî Soranî bi Rûsî sala 1983an hatiye çapkirin.

 Kurmanciya jor û Kurmanciya jêr sala 1973an hatiye çapkirin.

Tarîxa Edebiyata Kurdî cilda yekem 1983an û cild duyem jî sala 1985an hatiye çapkirin.

Gramêra Zimanê Kurdî li sala 1990an hatiye çapkirin.

Qanatê Kurdo li 31ê Cotmeha sala 1985an çû ser dilovaniya Xwedê û wî ji bo gelê xwe mîrateke mezin bicih hêşt.

KURDŞOP
934 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!