Mihemed Remezanî: Çîroknivîs, wergêr û mamosteyê çîroknivîsên Rojhilatê Kurdistanê

Kurdshop - 14ê Cotmehê,  Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zînê li Salona Mîdiya ya Hewlêrê bi beşdariya beşek ji nivîskar û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê, çaremîn Festîvala Mem û Zînê bi rê ve bir û çaremîn xelata vê festîvalê pêşkêşî Mihemed Remezanî yê nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Mihemed Remezanî sala 1960an li taxa cihûyên Bokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkî li Dibistana Seîd a Bokanê dest pê kiriye. Her ji zarotiyê ve dersxwanekî jêhatî bûye û bi wê yekê bi nav û bang bûye ku di wê demê de dersxwanê pola yekem bûye, pirtûkên pola pênc û şeşê gelek bi hêsanî xwendine.

Ji pola çarem a destpêkî ve li cem melayekî xizmê xwe bûye, Gulistana Se’dî xwendiye û wê yekê jî ew han daye ku ji derveyê waneyên dibistanê jî dest biavêje bi xwendina pirtûkan û nemaze pirtûkên wêjeyî.

Di temenê pênc salî de bavê xwe ji dest daye û diya wî ji bo xwedankirina kurê xwe yekem kargeha şêrînîsaziyê li bajarê Bokanê vekiriye. Mihemed jî her ji zarotiyê ve li cem diya xwe xebitiye.

Pola heştem li bajarê Banê xwendiye û li wir dest avêtiye bi çîroknivîsiyê. Sala piştre mala wan vegeriyaye Bokanê û li ser nivîsîna çîrokan her berdewam bûye. Wî yekem çîroka xwe ji bo hevpoliyên xwe xwendiye. Her di heman salê de, jêhatîbûna Mihemed a bêhempa ji fêrbûna zimanî diyar bûye û wî bi xwe dest avêtiye bi fêrbûna îngilîziyê. Sala piştre wan mala xwe ji bo Mehabadê veguhastiye û li wir bûye endamê pirtûkxaneya giştî ya bajêr. Vê yekê derfeteke bêhempa ji bo Mihemed afirandiye ku bi dehan pirtûkên roman, çîrok, şano û helbestê bi îngilîzî binivîse.

Yekem romana ku wî bi îngilîzî xwendî “The Pearl” ya John Steinbeckê nivîserê amerîkî bûye. Remezanî beriya wê ku dibistana amadeyî biqedîne, li dibistana Mihemed Rizaşah a Mehabadê ku piştre bû bi Ustad Şarîkendî, bi dehan roman, helbest û şano bi zimanê îngilîzî xwendine. Wî bernameyên radyoyên BBC û Dengê Amerîkayê tomar kirine, gelek zû hişyar bûye    û cudahiya di navbera îngilîziya brîtanî û amerîkî de fêm kiriye. Hevdem wî bi xwe dest bi fêrbûna fransî jî kir ku pir baş fêr bû.

Sala 1979an çûye zanîngeha Tehranê û xwendina wêjeya îngilîzî li wir dest pê kiriye. Piştî    salekê hikûmeta Komara Îslamî bi navê “Înqilaba Ferhengî” sê û çar salan zanîngehên Îranê tev daxistin. Remezanî ji bo bajarê xwe venegeriya û heta wê dema ku cardin zanîngeh hatine vekirin, li Tehranê kedkarî dikir. Remezanî her di yekem sala zanîngehê de yekem wergêrana xwe ya bi navê “Axo Çîn Dixwaze Asiyayê Hilweşîne?” a nivîskar    Ernest Henry di çapemeniya Spîdar a Tehranê de çap kir,    pereyê wê berhemê wergirt û bi vî pereyî pirtûkên îngilîzî kirîn.

Dîzayner: Hêmin Qehrimanî

Di sala 1983yan de vegeriya zanîngehê û li zanîngeha Tehranê dîsa dest bi xwendina ziman û edebiyata îngilîzî kir. Beriya qedandina zanîngehê, çend pirtûkên hunerî û wêjeyî ji îngilîzî wergêrane ser farsî     ku ji aliyê xwendevanan ve bi germî hatine pêşwazîkirin. Bo mînak pirtûka “Têkçûn û Serkeftina Pîkaso” a nivîskar   Jean Meijer ku ji aliyê weşanxaneya Şebaheng a Tehranê ve hatibû çapkirin. Ev pirtûk ji aliyê xwendekar û mamostayên zanîngehên Tehranê ve hatine pêşwazîkirin û mamostayên zanîngehên Tehranê xwendekarên xwe ji bo xwendina vê wergêranê han didan.

Remezanî piştî ku di sala 1989an de vegeriya Kurdistanê, biryar da ku li Rojhilatê tevgereke wêjeyî bide destpêkirin. Di mala xwe de komên hînbûna edebî li dar dixist. Bi şevan sî û çil kes heta sibê di mala Remezanî de rûdiniştin, her yekî berhemên xwe yên wek helbest, kurteçîrok, an jî beşek ji roman, gotar û hwd dixwandin.

Remezanî û beşdarbûyan guhdarî dikirin û têbîniyên xwe digotin. Ji vê projeyê encamên gelek baş lê ketin û vê mencê piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê li xwe girt û piştre li piraniya bajaran encumenên wêjeyî hatine avakirin. Wergêran û kurteçîrokên Remezanî di kovara Sirwe û kovarên xwendekarî yên zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de û herwiha di kovarên Başûrê Kurdistanê de bi taybetî li Hewlêr û Silêmaniyê dihatine çapkirin.

Mihemed Remezanî wek mamosteyê eniya sêyemîn a çîroknivîsên li Rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin. Wî di dawiya salên  nodî de yekemîn komçîroka xwe ya bi navê “Mizgînî” çap kir û pêşwaziyeke bêhempa jê hate kirin û menceke nû ya çîroknivîsiyê li Rojhilatê Kurdistanê da destpêkirin ku ew menc    heta niha jî berdewam e. Komçîroka “Mizgînî” niha du caran hatiye çapkirin. Niha jî, piştî bîst salan zêdetir, komçîrokeke din a bi navê “Cejna Jidayîkbûna Şeytan”, ji bo çapê amade ye û dê di demeke nêz de were çapkirin.

Remezanî çend salek e dest avêtiye bi wergêrana berhemên edebiyata cîhanê wek kurteçîrok û roman ji îngilîzî ve bo ser kurdî. Berhemên herî girîng ên ku wî di van çend salên borî de wergêrane ev in:

“Dengê Herman” ku wergêrana komek ji kurteçîrokan in, heta niha du caran hatiye çapkirin.

“Herwa û Tûreyî” ya William Faulknerê amerîkî ji îngilîzî ve kiriye bi kurdî û tevahiya sembol û îşareyên dîrokî, wêjeyî, olî û etnîkî yên wê romanê di perawêzê de şirove kiriye. (Her ew roman wergêraye ser farisî jî û li Îranê hatiye çapkirin.)

Remezanî zêdetirî deh salan e ku mijûlî wergêrana romana “Ulysses” a nivîskar James Joyce e ku roman hejdeh beş e û wek mezintirîn romana edebî ya cîhanê tê hesibandin. Ew hejdeh beş hejdeh şêweyên cuda yên pexşanê li xwe digire. Remezanî heta niha şeş beşên romanê wergêrane ser kurdî.

KURDŞOP
831 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!