Ehmedê Xanî û dilsoziya wî bo gelê xwe

Solîn Urmiye

Ehmedê Xanî Kurê Îlyasê kurê Rostem Beg e, ji eşîra Xanî    ye, li bajarê Bazîdê di sala 1651an de ji dayîk bûye. Navê "Xanî" hem navê diya Şêx Ehmedê Xanî ye, hem jî navê gund û eşîra wî ye.

Ehmedê Xanî, ji medresa Mûradiye ya Bazîdê dest bi xwendinê kiriye, ji bo dawîanîna    xwendina xwe çûye Exlat, Bidlîs, Riha û Cizîra Botan û li wir jî çûye Sûriyê, Misrê û Stenbolê û piştî dawîanîna dersa xwe ziviriye Bazîdê, li wê derê ders daye û dest bi nivîskariyê kiriye.  Ehmedê Xanî ji bo perwerdehiya zarokên kurdan dibistan vekiriye û li wir ders daye zarokan. Ehmedê Xanî di dibistanê de ne tenê dersên olî û zanyarî ji zarokan re gotiye, belkî dersên wek “felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî û stêrnasî" jî gotiye.

Eflatûnê feylesofê navdar dibêje; “Helbest reng û rewşeke wehî û îlhama îlahî ye, ji çavkaniyên rûhanî û sirûştî ye”. Helbestên Ehmedê    Xanî jî gewherên bêhempa yên hunera bedew û behra wî ya bêbinî ne ku ewa jî wê yekê nîşan dide ku    Ehmedî Xanî feylesofê wêjeya netewî ya kurd e. Dibêjin ku di beheştê de dareke gelek bixêr û bereket heye, ku navê wê Tûba ye. Bi her aliyê ve çiq daye, bi her şax û çiqekê ve êmîşên cur bi cur yên tamxweş û giranbuha girtiye, ku her kesek beheştî be, her demekê hez bike dikare wan êmîşan jê bike û bixwe. Ehmedê Xanî jî dara Tûba ya beheşta Kurdistanê ye, gelek çiqên wî yên pîroz û bereket hene    ku ne tenê netewa kurd, belkî hemû cîhan dikare ji wan êmîşên giranbuha sûd werbigire.

Çar çiqên wî yên herî giranbuha ev in:

1- Çiqa helbest û wêjeya wî

2. Çiqa netewî û nîştimanperweriya wî

3. Çiqa tesewif û nirxê wî

4. Çiqa felsefe û yekrêziya wî

Berhemên Ehmedê Xanî jî ev in:

Ferhenga erebî û kurdî ango pirtûka “Nûbihara Piçûkan” di sala 1683an de hatiye nivîsîn.     Ehmedê Xanî gotiye ku min ev pirtûk    ji bo zarokên kurdan nivîsiye da ku di xwendinê de ti astengiyekê nebînin. “Nûbihara Piçûkan” di dîroka kurdan de yekemîn ferhenga kurdî ye. Pirtûka “Eqîdeya Îmanê” di sala 1687an de hatiye nivîsîn.    Ev    pirtûk    li ser mercên Îslamê hatiye nivîsîn. Zanistên Îslamî bi zimanê kurdî şirove kiriye. Ehmedê Xanî zimanê kurdî gihandiye astekê ku mirov dikare di perwerdehiya olî de jî bi kar bîne. “Mem û Zîn”: Ev çîroka evîndarî û nîştimanperwerî û herwisa folklora netewa kurd e. Berhema Mem û Zîn evîndarî ye û hem jî asta wêjeya kurdî nîşan dide.

Ev jî beşeke kurt ji helbesta Ehmedî Xanî ya Mem û Zînê    ye:

Saqî bide min şerabê gulgûn

Bê dengê def û sedayê Qanûn

Da şehne û muhtesîb nebînîn

Şahî bi civin çu xem nemînin

Teşbîhê neyê bikim terennum

Tûtî sifet, ez bikim tekellum

Şerha xemê dil bikim fesane

Zînê û Memê bikim behane

Nexmê wî ji perdeyê derînim

Zînê û Memê ji nû vejînim

Derman bikim ez, ewan dewakim

Wan bê mededan ji nû ve rakim

Ev renge bikim ji nû serefraz

Da bêne temaşeyê nezerbaz

Ehmedê Xanî hertimî li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di helbestên xwe de bi awayekî hostayî behs kiriye û mêrxasiya kurdan daye xuya û hertim banga yekgirtin û yekrêza kurdan kiriye. Xem û keder û keserên dilê Ehmedê Xanî ev bûn ku    çima her neteweyek xwedan dewlet û desthilat e, lê netewa kurd niha jî azad nîne. Ehmedê Xanî di helbestek xwe de derbarê wê yekê de gotiye:

Ez mame di hîkmeta Xwedê da

Kurmancê di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm?

Bil cumle ji bo çi bûne mehkûm ?

Şiroveya vê helbestê jî wiha ye:

Ew dibêje ez di hukmê Xwedê heyirî mame, gelo sedema wê çi ye ku kurd ji dewlet û selteneta dinyayê bêpar e, çima niha jî mehkûm û bindest maye? Ehmedê    Xanî di helbesteke din de dibêje:

Her mîrekî wan bi bezlê Hatem

Her mêrekî wan bi rezmê Rostem

Hindî ji cesaretê xeyûrin

Ew çendî ji minnetê nefûr in

Ev xîret û ev ûlûwwê hîmmet

Bo mani`ê hemlê barê minnet

Lew pêkve hemîşe bê tifaqin

Daîm bi temmerud û şiqaq in

Şiroveya vê helbestê jî wiha ye: Her mîr û xanekî kurdan bi mêrxasiya xwe mîna Hatemî Taî ne û di mêrxasî û zîrekatiya xwe de mîna Rostemê kurê Zal in. Bi qasî ku di mêrxasiya xwe de bixîret in, ji minetkirinê nefretê dikin û xwe ji kesî re natewînin û îradeya wan ya bilind jî bûye sedema bêtifaqiya wan.

Jiyana Şêx Ehmedê Xanî di nava têkoşîneke dijwar de derbas bûye. Ew ji bo azadiya gelê xwe pir xebitî û westiya. Ehmedê Xanî di sal 1707an de li navçeya Bazîdê a ser bi bajarê Agiriyê çûye ser rehma Xwedê. Gora wî ji bo gelê Kurd cihê tiafê ye. Gelê kurd ji hemû aliyên Kurdistanê ve serdana tirba wî dikin.

KURDŞOP
818 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!