Fetane Welîdî keça hunermend Şerîf Welîdî, di Nîsana 1975an de li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê Fetaneyê hem jenyarê viyolon û hem jî dengbêjê serdema xwe bûye. Her ew di huner û muzîka kurdî de yekem kes bûye ku Fetane han daye ku bigihe vê pileyê di hunera kurdî de.
Fetane di 6 û 7 saliya xwe de li ser handana mamoste Hesen Kamkar, bavê grûpa Kamkaran ji bo radyoya Sinê hatiye şandin û li vir strangotin û karê hunerî destpê kiriye. Paşê li dibistana bilind a muzîkê li Tehranê ders xwendiye. Di wê serdemê de li radyoya Sinê bi stranbêjên wekî Salih Pîrzehîrî, Behadîn Newrozî, Hoşeng Şigêrf, Behrûz Tewekulî û çend hunermendên din ên kurd re çalakiyên hunerî kiriye. Ew jenyarên wê serdemê ku di radyoya Sinê de bi Fetaneyê re hevkarî kiribûn ev in: Girîşa Mikayîlzade, Hesen Kamkar, Muzefer Kamkar û Bîjen Kamkar.
Fetane li radyoya Sinê û radyoya Kirmaşanê nêzî 56 stran tomar kirine ku tenê albûmek wê ber dest e û piraniya berhemên wê yên din nehatine belavkirin. Wek mînak, strana “Ey wey belerzane giyane belerzane, gêl gêlekey dewrî serî pexşe perîşan e û hwd” nehatine belavkirin. Ev stranane jî paşê ji aliyê “Husên Şoxkeman” (Koma Birayên Zêzê) ve hatiye gotin û Nasir Rezazî jî di sala 1984an de li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê di albûma “Berde Berde” de tomar kiriye.
Lê mixabin ji ber rewşa nebaş a jiyanê û nexweşiya alzaymirê karê wê yê hunerî pir zû bi dawî bû, û bi sedema bûyerên jiyanê ji dinyaya hûnerê dûr ket, lê di vî temenê kêm de jî karî roleke dîrokî û berçav di hunera muzîka kurdî de bilîze û bi dengê xwe yê bêhempa di nav civaka wê demê ya Kurdistanê de derkeftina wê wekî kiçeke pêşeng a hunerê roleke bibandor lîst.
Fetane yek ji pêşenga sitranbêjiyê ya jin li Rojhilatê Kurdistanê û Kurdistana mezin e jî ku piştî wê jî çend jinên din wek Şehîn Talebanî, Mestûre Esedî û Sidîqe Mihemednijad hatine nav meydana hunerê.
Mixabin ji bilî Şehîn Talebanî, hemûyan piştî demeke kin dev ji stranbêjiyê berdan. Lê piştî qonaxa Fetaneyê li hemû parçeyên Kurdistanê bi dehan dengbêjên jin derketine qada hunerê ku her yek ji wan xwedî helwest û giraniya xwe bûn. Ji ber wê jî Fetane Welîdî dikare weke pêşenga Kurdistanê bê hesibandin.
Dîzayner: Hêmin Qadirî
Fetane Welîdî wek stranbêjeke jin a rêşikên, ji bilî vê ku stranên wê her tim li ser zimanê ciwanên evîndar û dildarên kurd bûn, bandor li ser nifşên li pey xwe jî daniye û gelek stranên wê ji aliyê keç û xort û nemaze hunermendên kurd ve hatine gotin. Yek ji taybetmendiyên dengê Fetane, resenayetî, xem û êşa veqetînê, nermî, evîn û hesteke xurt e ku jinbûna mirovê kurd tê de kelogirî dibe û ev huner ji aliyê nifş bi nifş ve tê veguhestin.
Fetane yek ji wan hunermendan e ku mixabin astengî û talatiyên jiyan û civaka kevneşopî nehêla wek xwe bijî û zêdetir deng û henera xwe berfireh bike û di rastî de jiyana Fetane odeke trajîkî û rastiya tal a qada hunera me ye ku hunermendeke qirikzêrîn di bin barê giran ê xemên jiyanê de tenê û cuda bijî û heta dawiya jiyanê bi wan êşan re binale.
Beşek ji sitranên hunermend Fetane ev in:
Ey dilê xemînim bo çi bêqerar î
Le jîn bêzar im
Lay lay dil lay le baxî sînem
Ay le dest yarim malî wêranim
Le ser rûyî qametî yar
Kewmil kewmil kewmilke
Hatewe yarim yarî wefadarim
Bê tu bîmar im, bê dost û yar im
Awa bêmêhr û merhemet, hekîmî derdedar ebî
Behra feslêkê xoş e behar