Sohrab Mihemedî: Dengê çîrokên evîna Kurdistana Xorasanê

Dengê awaza Şarê Can dibe tîrêja agirê vê hesta paqij û agir berdide dil û derûna ciwan û evîndaran û dilovaniyê bi ser hemûyan de dibarîne.

Kurdshop - Şarê Can, navê evînekê ye ku çîroka wê digel evîndarê şervanê xwe di nav rûpelên dîrokê de berze bûye. Li serdema êrîşên uzbek û tirkmenan bo ser sînorê bakurê Xorasanê, dihate gotin ku evîndar li eniya şer mijûlî şerkirinê ye û dijmin ji rêyeke dinê ve xwe gihandiye koşka Zenglanlûyê, cihekî ku Şarê li wir dijî û li benda evîndarê xwe ye.

Di berdewamiya dîroka tijî arîşe, şer û dagîrkerî de ji aliyê dijberê aliyên din yê sînorên bakurê Xorasanê ve, dema ku evîndar di nava germaya şer de ji hev vediqetin û dûr dibin, ev birûska agirê dûrbûnê dibe hevok, beyt û straneke dîrokî ku mamoste Sohrab ji me re bi diyarî bi cih dihêle û “Şarê Can” dibe çîroka şev û rojên xelkê kurmanc.

Dengê awaza Şarê Can dibe tîrêja agirê vê hesta paqij û agir berdide dil û derûna ciwan û evîndaran û dilovaniyê bi ser hemûyan de dibarîne.

Mamoste Sohrab lavîner û bêjerê evîneke berzebûyî ya dîroka vê herêmê bû. Koçberbûn ji axa bav û kalan û belavbûna wan li welatên dûr. Lê tîn û guriya qirika mamoste hertimî Şarê Can û bi sedan çîrok û biserhatî ji me re gotine û bilêv kirine.

Dîzayner: Hêmin Qehrimanî

Mamoste Sohrab Mihemedî di sala 1938ê li Mane û Simlegan ê bakurê Xorasana li bakurê rojhilatê Îranê ji dayik bûye. Ew bi navê Sorabê Baxş jî dihat naskirin û yek ji navdartirîn dutarzanên kurd bûye û stêrkeke geş a esmanê huner û mûzîka vê herêmê bûye.

Mamoste Sohrab di malbateke hunerdost û hunerperwer de ji dayîk bûye û wek hatiye behskirin, bav û kalê wî di warê huner, helbest, stran û mûzîkê de navdar bûne. Ew yekem hunermendê kurmanc bûye ku berhemên xwe di radyoyê de tomar kirine. Berhemên wî yên naskirî ev in: Şarê Can, Tofan, Şehîd, Lê Yarê, Gula Man û hwd.

Mamoste Sohrab yekem kes bû ku di muzîka etnîk ya Îranê de doktoraya şanaziyê (fexrî) di warê jenyarî û bêjeriyê de pê hate bexşîn.

Li gorî gotina zarokên wî, wî heta dawiya jiyana xwe dutara xwe ji xwe dûr nexistiye û hertim bi wî re bûye.

Mamoste Sohrab, piştî jiyaneke pir çalakî û tomarkirina dîroka windabûyî ya kurdên Xorasanê, di demekê de ku di rewşeke gelek dijwar a hejarî û belengaziyê de dijiya û heta ku pereyê wî yê dermanan jî tune bû, di temenê 82 saliyê de, sala 2022yan çû ser dilovaniya Xwedê.

KURDŞOP
654 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!