Keyhan Mihemedînijad
Kurdshop - Kurdên Êzidî ku nedixwestin ji rêbaza xwe ya olî, ji rêûresm û ol û bawerîyên xwe yên kevnar dest bikişînin, ji aliyê dewleta Osmanî ve fermana nemana wan hatibû ragihandinê. Kurdên ku ji ber qirkirina Osmaniyan ji çiyayên Şengalê ve koçerî bajarê Dîlok a Bakurê Kurdistanê bûn û ji wir jî ber bi Qersê û paşê koçberî Ermenistanê bûn. Gelek Kurdên Êzidî ku ji ber zilm û zordariya Osmaniyan reviyane Ermenistanê, lê her wir jî dev ji xebata xwe ya çandî û medenî bernedan û gelek kesên navdar di nav wan de hilkeftin û heta li ser hişyarkirina Kurdan gelek bi bandor bûn.
Yek ji wan Kurdan ku jiyana xwe di koçerî, hejarî û sêwîtiyê de derbas kir, “Heciyê Cindî” bû. Heciyê Cindî kesek bû ku jiyana xwe di nav hejarî û koçberiyê de destpê kir, lê ew bû deryayeke zanistê ji bo gelê xwe.
Heciyê Cindî di sala 1908an li gundê Emançayîr yê ser bi Dîgor an jî Têkor a Qersê li Bakurê Kurdistanê ji malbateke Êzidî ji dayîk bûye. Wî jiyana xwe ya zarotiyê her li gundê Emançayîrê derbas kiriye. Derdorê sala 1918an bû ku Osmaniyan dest avêt bi komkujiya Kurdên Êzidî û ew jî neçar dimînin ber bi aliyê Sovyetê ve birevin. Li wir Heciyê Cindî bê xwedî dimîne û di sêwîxaneyê de tê xwedankirin.
Wê demê di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bê xwedî hebûn; Ew li wir perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Ew wê derê xwe gelek baş perwerde dike da ku sala 1929an, derbasî kursa amadekirina mamostatiyê dibe. Li 25ê Adara sala 1930an rojnameya “Rêya Taze” çapa xwe destpê dike. Heciyê Cindî jî di heman salê de li beşa Çandî û Wêjeyî de tê damezrandin. Heciyê Cindî li gel hevjîna xwe ya bi navê “Eyneva Îvo” di radiyoya Êrîvanê de xebitîn û bo yekem car dengê wan li ser radiyoyê hate belavkirin û wan bi vî awayî bangê guhdarên radiyoyê kirin: “Guhdarên hêja, guhdarê radyoya bi dengê Kurdî bin ev radyoya Êrîvanê ye”. Sala 1930ê bi hewla Heciyê Cindî û hevjîna wî “Zeyneva Îvo”, radyoya Êrîvanê çalak dibe. Her sala 1930ê bi hewla Heciyê Cindî beşa nivîskarên Kurd li cem Encûmena Nivîskarên Ermensitanê tê amadekirin û bi xwe jî dibe serokê wê beşê.
Di Çileya 1931ê de, li Êrîvanê xwendingehek tê vekirin û di vê xwendingehê de kursa yeksale jî hebû. Heciyê Cindî di heman salê de heta meha Adara sala 1938an bû bi mamosteyê zimanê Kurdî û zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî kir û eva jî xebateke gelek mezin a Heciyê Cindî bû. Li wir Heciyê Cindî pirtûka alfabêya Kurdî amade kiribû û herwisa pirtûka matematîkê bo xwandevanên beşa yekem ji zimanê Ermenî wergêrî zimanê Kurdî kiribû û xwandevan pê dihatine fêrkirin.
Heciyê Cindî sala 1933an bi biryara Komîteya Navendî ya Partiya Komînîst a Ermenistanê, tevlî Yekîtiya Nivîskarên Komara Ermenistan a Sovyeta berê bû. Payîza sala 1933an, Heciyê Cindî Zanîngeh bi dawî anî û di enstîtûya dîroka çandê ya Ermenistanê de li beşa lêkolînkirin li ser folklorê tê damezrandin. Ew di sala 1934an de, wek endemê Parlemantoya bajarê Êrîvanê tê hilbijartin.
Zeyneva Îvo ya hevjîna Heciyê Cindî, derbarê xebat û karê hevjînê xwe di bîranînên xwe de wiha gotiye: “Hecî xebatkarekî gelek mezin bû. Rojê wisa hebû ku Hecî 14 an 16 demjimêran û carnan jî zêde kar dikir. Ew nediwestiya, ji ber ku wî gelek hez dikir ji bo gelê xwe bixebite. Xelkek zêde hatûçûna mala me dikir. Her roj mêvanê me hebûn. Kesên wisa hebûn ku dihatin û daxwaza hevkarî û piştgiriyê dikirin û Hecî bi dil û can alîkariya wan dikir. Carnan jî Hecî heta direngê şevê mijûlê berhema xwe ya zargotina cimetê dibû û dinivîsî; Hin caran jî heta berbangê mijûlê kar dibû û heta dem nebû teştekê jî bixwe û digot: “Nanê min ji cîba min bixe, ezê paşê bixwem”. Êvarê dereng dihat westiyayî û birçî û nanê wî jî di cîba wî de bû û min digotê: “Kêm bixebite”, wî jî digo: “Evda xwedê, tu mirina min dixwazî?”
Hecîyê Cindî ji sala 1930an heta sala 1968an serokê beşa nivîskarên Kurd bûye; Ew sala 1933an wek Endemê Komîteya amadakirina Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê hatiye hilbijartin û piştre salên 1934 û 1968an Serokê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê bûye.
Navborî li sala 1936an berhema zargotina kurmancan, wek pirtûkeke mezin bi navê “Folklora Kurmanca” çap kir. Sala 1941an Heciyê Cindî ji bo teza doktoraya xwe pirtûkek bi navê “Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî” amade kir û ew pirtûk bi Kurdiya Kîrîlî hate weşandin.
Li sala 1965an Heciyê Cindî doktoraya xwe ya pileya duyem jî wergirt. Wê demê rojnameya wêjeyî ya Moskowê ya bi navê “Lîtêratûrnaya Gazêta” li 12ê Hezîrana sala 1965an wêneyek Heciyê Cindî û malbata wî belav kiribû û li jêr nivîsîbû: “Malbata Heciyê Cindî yê Kurd ê doktoraya zaniyariyê wergirt".
Hecîyê Cindî ji sala 1968 heta 1974an li zanîngeha Êrîvanê wek mamosteyê ziman, wêje û folklora Kurdî di beşa fakulteya rojhilatnasî û Kurdzaniyê de xebata xwe meşand. Sala 1972an jî ew wek endamê Akademiya Kurdan li Iraq hate hilbijartin.
Heciyê Cindî yê Navdarê Kurd gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergêranê ser zimanê Kurdî kirin; Wî gelek pirtûk çap kirin. Ji aliyek din ve jî, di Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Akademiya Kurdzaniyê, rojname û komîsyonên ziman de roleke xwe ya bilind leyîst.
Heciyê Cindî bavê Folklora Kurdî, di 1ê Gulana sala 1990an, çû ser dilovaniya Xwedê. Heciyê Cindî mîrateke zaniyariyê ya dewlemend li pey xwe bicih hişt. Wî digel hevjîn û zarokên xwe ne tenê li derveyê welat bi zimanê resen ê Kurdî ji bo gelê xwe xebat kirin, belkî wan bi rih û can ji bo çand û folklora Kurdan xebitîn.
Heciyê Cindî di dîroka zargotin û folklora Kurdî de navê xwe bi tîpên zêrîn di nav dîroka Kurdan de tomar kir.