Evdalê Zeynikê bavê dengbêjiyê

Gava ku mirov bi çavekî civaknasî mêzeyê civatekê bike, wê demê mirov dibîne ku ji bo netewekî merca yekemîn ziman e.

Solîn Urmiye

Kurdshop - Di dîroka şaristaniyetê de, ji bo nîşaneya pêşvketina çandekê pîvana yekemîn pêşkevtina ziman e. Neteweyên ku li zimanê xwe xwedî derkevtine hertim zêdetir bi pêş ve çûne.

Dîroka wêjeya devkî, ji wêjeya nivîskî pir kevintir e. Di nava wêjeya devkî de dengbêjî gelek girîng û dengbêjî bi kilambêj û stranbêjan re bûye navekî taybet. Di dîroka dengbêjiyê de dema ku behsa dengbêjan tê kirin, di serî de navê Evdalê Zeynikê dê bîra mirov.

Di dîrokaKurdan de çanda dengbêjiyê li ser bingeha wêjeya devkî ye. Çanda dengbêjiyê, ji bo dîrok, wêje, cugrafiya, civaknasî, derûnasî û mûzîkê bingeheke gelek bihêz e. Bi saya dengbêjan, çanda Kurdan gihiştiye nifşên îro.

Di dîroka dengbêjiyê de dema ku behsa dengbêjan tê kirin, di serî de navê Evdalê Zeynikê tê bîra mirovan û navekî zîndî ye. Ne pêş wî û ne jî piştî wî navê ti dengbêjan bi ser navê wî de nekevtiye. Li seranserê Kurdistanê, Kurd hemû wî wekî mînaka dengbêjiyê, hosta û pîrê hemû dengbêjan dibînin û nas dikin.

Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî yê Kurd û Kurdistanê û dengbêjê dîwana Surmelî Mehmet Paşa bû.

Di sedeya 19emîn de ji dayik bûye. Li gorî hin çavkaniyan jî Evdalê Zeynikê, destpêka sala 1800an ji dayîk bûye. Di derheqê jidayîkbûn û koça dawiya wî de neviyê Evdal, Emerê Zeynikê li gor pirtûka “Ehmet ARAS” wiha dibêje : “Kalê min li Cemalvêrdî ji dayîk bûye. Dema ku kalê min koça dawiyê kiriye, sed û deh salî bû. Min kalê xwe dît û kilam û meqamên xwe ji wî hildan, kalê min sal û nîvekî beriya şerê cîhanê yê yekemîn çûye ser dilovaniya Xwedê. Ez wê demê dazde-sêzde salî bûm”.

Jiyana Evdalê Zeynikê wiha hatiye destpêkirin; Evdalê Zeynikê dema ku 3 û 4 salî bûye, bavê wî koça dawiyê kiriye û ew sêvî dimîne. Evdal û dayîka xwe ya ciwan bi tenê dimînin. Navê dayîka Evdal, Zeyneb bû. Zeyneb jineka pir bedew û zîrek bûye, gelek zilam, axa û begên wê demê, dixwastin bi Zeynebê re bizevicin û daxwaza zevacê lê dikin. Lê Zeyneb wan daxwazan qebûl nake; dibêje “ez dê di koza sêviya xwe de bim, û ez ê sêviyê xwe mezin bikim. Hêvîdar im xaliqê alemê di dunyaya dinê de min bi rehma xwe şad bike”. Evdal ku di zarotiyê de sêvî dimîne, nasanaê  wî bi navê dayîka wî hatiye danîn û jê re gotine Evdalê Zeynikê.

Evdalê Zeynikê ku temenê wî 8 sal dibe, bala xwe didie ser dengbêjiyê. Ew bi vî awayî diçe di dîwanên axa, beg û mîran de û stranan dibêje. Evdal dema ku dibe 14 salî navê wî li herêma serhedê belav dibe; li gundan, zozanan û li bajaran hemû kes behsa stran, miqam û dengê Evdalê Zeynikê dikin; ji ber ku bi deng, miqam û stranên xwe ji dengbêjên din cudatir bû. Şêwaza dengbêjiya wî gelek cuda û taybet bûye. Bi vî awayî kêfa xelkê pir ji Evdal re tê û dizanin ku ew dibe kesekî wiha navdar.

Hatiye zanîn ku Evdalê Zeynikê di 30 saliyê de xewnekê dibîne û piştî vê xewnê dengê wî zelal dibe û ji aliyê Xwedê ve îlham jê re tê. We piştî wê xenê li ser teyr û qulingan, dar û û canjiberan, xort û keçan, evîndar, mêr û mêrxasiyan kilaman dibêje.

Li gorî pirtûka “Ehmet Aras”, neviyê Evdal, Emerê Zeynikê di derhaqê destpêkirina dengbêjiya Evdal de wiha gotiye: “Kalê min di serî de dengbêj nebûye. Ew mîna herkesî bi rencberiya xwe û karê xwe re mijûl bûye. Di wê dema temenê xwe de kalê min şevekê xewnekê dibîne. Di xewnê de vedirêşe, garisên hûr ji qirika wî tên xarê. Rihsibiyekî gund hebûye, navbirî hem rihspî û hem jî zana bûye. Kalê min diçe cem wî û xewna xwe jê re dibêje. Rihspî xewna wî wiha şîrove dike; dibêje: “Xudê xewna te bi xêr bike kurê min. Hekî te ew xewna di 15 saliya xwe de bidîta, tê bibayî zanayekî mezin. Hekî te di 20 saliya xwe de bidîta, tê bibayî merivekî pir dewlemend. Lê te ku ev xewna di vê çaxê temenê xwe da ditiye, ez bawer dikim tê bibî dengbêjekî pir mezin ku heta dinya ava be, nav û dengê te dê bê gotin.”

Evdal piştî w ê xewnê dest bi dengbêjiyê kiriye. Lê belê piştê Evdal di deverên Kurdistanê de gelek dengbêj li ser şopa wî meşiyane. Evdalê Zeynikê, yekem kes e ku çîrok û serpêhatiyên Kurdan kiriye bi kilam.

Evdal dibe dengbêjê Seregol û Serhedê. Navûdengê wî diçe digihîje Surmelî Mehmed Paşa. Bi vî awayî Surmelî Mehmed Paşa, Evdal hildide û Evdal dibe dengbêjê Surmelî Mehmed Paşa. Evdal demeke dûr û dirêj, di dîwana Surmelî Mehmet Paşa de dengbêjiyê dike. Di sala 1865an de dewleta Osmanî ji bo serhildana Xozanê alîkarî ji Surmeli Mehmet Paşa dixwaze. Li ser tarajêdiya Xozanê, Evdalê Zeynikê çîrokek afirandiye. Çîroka Evdal ya bi navê “Wey Xozanê“ jî wek hemû stranên wî di nav gel de belav bûye.

Piştî mirina Surmelî Memed Paşa û bi dawîbûna desthilatdariya malbata wî jî, êdî Evdal bêxwedî maye. Di serî de ji bo debara malbata xwe di gundê Qanciya de rênçberî û ajeldariyê dike.

Evdalê Zeynikê temenekê nexweş derbas dike û di ser wî halî de jî kor dibe û wekî êxsîran lê tê.

Rojek ji rojên payîzên Serhedê, Evdal li ber derê mala xwe rûdinê, dem dema çûna qulingan e ku ji Serhedê diçine welatê germ. Evdal guh dide qûrîn û xûşexûşa baskên qulingan ku li hewa difirin. Ji derdê korbûnê û hejariya dinyayê dilê wî pir dişewite, destê xwe davêje ber guhê xwe û bi dengekê zelal û bilind, li ser çûna qulingan, kilamekî bi dilşewitî dibêje, nişkave ji mêrga ber malan qûrîna qulingekî  dikeve guhê wî. Gazî Temo dike û jêra dibêje; Temo lawo quling hemû firîn çûn, qîrîn û qûrtîna qulengekî ji nav mêrgê tê, ca here lê binihêre hilde ji bavê xwe re bînê, bi alxahînî ve ew jî mîna min birîndar e an jî derdekî wî heye ku ji refê qûlingan veqetiya ye. Temo dema ku diçe nav mêrgê, bala xwe didê baskê qulingek şikestiye û di nava mêrgê de bi tenê maye. Quling ku Temo dibîne ditirse, firekî duda dide xwe lê nikare bifire. Temo quling digire û tîne cem Evdal. Evdal destêkê li ser quling digerîne û çend stranên dilşewat jê re dibêje, quling bi deng û şabûna Evdal aram dibe û li ber çoka wî dirûnê.

Quling zivistanê li cem Evdal derbas dike, Evdal baskê quling derman dike û baskê quling qenc dibe. Zivistan derbas dibe û dema Buharê ku tê, quling vedigerine Serhedê; qulingê baskşkestî ku bi Evdal re bûye wekî heval, qulingên hevalê xwe li esman de dibîne, çend caran li dora Evdal bi lez perê xwe li hev dixe û vedigere, quling difire û li esman jî çend caran li ser Evdal diçe û tê, mîna xatirê xwe jê dixwaze bi esman dikeve û difire û diçe digihîje refê qulingan.

Evdalê Zeynikê bi çav nabîne, lê vî dîmenî bi hemû leşê xwe seh dike û bi guhê xwe dibihîze. Bi dengekê bilind bangî Temo dike û dibêje; hey lawo Temo lawo Evdalê kal, kor û hejar bi dilê rezîl dîsa li dinyaya derewîn ma bi tenê.

Temoyê kurê Evdal destê bavê xwe digire û rêyeke dûr û dirêj diqedîne da ku digihe cem pizîşkên Îranî û çavên wî sax û derman dike. Evdal nexweş dikeve, êdî dikeve di nav ciyan de ye. Rojekê kurê wî Mihê mêze dike ku nexweşiya bavê wî lê giran bûye. Rewşa wî rewşa mirinê ye. Mihê ji Evdal destûrê dixwaze ku here gazî melayê gund bike, lê bavê wî destûrê nadê.

Ji zarokên xwe re dibêje ez bêsûç û bêguneh im. Ezê serbilind û serfiraz herim cem Xwedê. Evdal di nav vê jiyana xwe ye nexweş û hejariyê de, gelek berhem afrandîn û ev berhem bi deng û awazên dengbêjên îro jî têne ziman. Bi vî awayî berhemên Evdal ji dengbêjên piştî wî re jî bûne samaneke bêhempa.

Evdalê Zeynikê bo bingeha dengbêjiyê û ew stranên ku girêdayê çanda gelê Kurd bûne bi awayekî devkî gihande nifşa li pey xwe da ku bikarin çanda xwe biparêzin.

KURDŞOP
686 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!