Letîf Helmet, helbestvanekî ku ji pirça wê keça reşmala Germiyan û zozanan e

Letîf Helmet, nivîskar, Helbestvan û Rojnamevanê navdar ê Kurd di sala 1947an de li Kerkûkê ji dayîk bûye

Ji sala 1979`an ve dest bi nivîsîna di warê berhemên zarokan de kiriye.  Bêhtir ji 20 dîwan û 17 pirtûkên zarokan hene. Sala 2006an berhemên wî hatin komkirin ku bêhtir ji 5000 rûpel bû. xelatê “Apîk” li ser dîwana zarokan wergirtiye.

Letîf Helmet li malake rewşenbîr jidayîk bûye. Her ji temenê xwe yê 8 saliyê ve li dîwana bavê xwe bûye evîndarê helbestên Hafizê Şîrazî, Seidî Şîrazî, Fereydûn Ettar Neyşabûrî, Celaledîn Romî, Xeyam û Bîdil û Firdewsî û Îbin Erebî  û … ku bavê wî bo mirîd û mêvanên xwe xwendine û kirine Kurdî. 

Piştre ew bixwe bûye evîndarê helbest û têksta nû ya Erebî û Ewropî. Weke berhemên Bedir Şakir Seyab, Ebdulwehab Beyatî, Bilind Herîrî û Adonîs û Nizar Qebanî û Mehmûd Derwêş û Semîh Şellî û Bayron û Kîtis û Maykofskî û Nazim Hikmet û bi sedan helbestvanên din ên kevin û nû.

Di navîna salên 60ê de di programên “Celal Mîrza Kerîm” û “Ebdula Yûnis” li wêstgeya Kurdî ya Bexdayê berhemên xwe weşandine.

Dizayna Karakter: Hêmin Qaremanî

Yekemîn berhema wî sala 1969an li kovara Rizgarî de li Silêmaniyê hat belavkirin.  Yekemîn dîwana wî bi navê “Xwedê û Bajarê min ê biçûk” sala 1970`an hate çapkirin.  Yekemîn pirtûka zarokan jî di sala 1979`an de bi navê “Gundê Herî Bedew” hate belavkirin. Di sala 1970an de bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê .

Piştî Goran, Letîf Helmet yek ji dengên diyar û berçav ên dîroka nivîs (Honrawe) ya nû ya Kurdî ye û di salên 70yî de xwedî beşdariyeke çalak û cidî di ezmûna nivîsên Kurdî de bû.  Yekem kes bû ku Pexşan weke honrawe (Pexşan bi tekst) nivîsandiye. Destpêka derkeftin û navdarbûna wî helbestvanî vedigere bo komeleya helbestan a “Xwedê û Bajarê min ê biçûk”.

Letîf Helmet bêhtir ji 79 berhem çap kirine û weşandine ku di warên “Helbest bi Kurdî û Erebî, Lêkolînên Erebî û Kurdî, Helbestên Zarokan, Çîrok û Şanoname û Wergerandin ji zimanê Erebî” çap kirine

Helbestên Letîf Helmet bo ser zimanên “Erebî, Farsî, Tirkmenî, Almanî , Îngilîzî, Holendî, Swêdî û Frensî” hatine wergerandin.  Bi dehan lêkolîn bi zimanên Kurdî, Erebî û Farisî li ser helbestên Letîf Helmet hatine nivîsandin. Bi dehan kesan jî nameyên xwe yên master û doktorayê li ser berhemên wî kirine.  hejmarek xelatên navxweyî û biyanî bidest xistine weke xelateke Swêdî di warê helbestên zarokan de. 

Berhemên Çapkirî

Helbest bi Kurdî

Xwa û şare biçkolekeman

Amadebûn bo ledaykbûnêkî tir

Pirçî ew kiçe reşmalî Germiyan û kwêstan me

Gerdelûlî spî

Ew namaney ke daykim nayan xwênêtewe

Ew honraweyey ke tewaw debê û tewaw nabê

Wuşey ciwan gulle gull

Sirûdî hejaran

Em rûbare wişk nakat

Gurgekanî Letîf Helmet

Biyabanêkî dirinde nemawe fret nebê

Didanî paşeroj weku didanî ceng spî ye

Dîwanî Letîf Helmet bergî yek

Dîwanî Letîf Helmet bergî dû

Dîwanî Letîf Helmet bergî sê

Şîîrî dije şiîri

Ayete winbokanî sedey bîstûyek ya sûretî geranewe

Bo mindalêtî

Hewr û dûnawdûn kirdinî deqekan ya sûrete bizir buwekanî Letîf Helmet

Daristan hemîşe çawerwanî geranewey balinde winbokanêtî

Helbestên Erebî

El-Mudun El-hedîdî ye

Şeyxuxe Kîlopatra û Etfal El Meter ...

Tehewilat El-Xiyum

Lêkolînên Wêjeyî :

Şeir… Xenafis … Tenûreyî Mînîjûp

Ew wişaney dirr be tarîkeşew deden

Sofî û sofîgerêtî û karîgerî hizir û îdî naîslamî

Le ser sofîgerêtî îslamî

Mêjûy sofîgerî û sofîgerêtî le mêjûda

Le dadayizmewe t weku surreyalîzm

Çon û çî bo minal binûsîn

Corekanî nûsîn bo mindalan

Helbest û Çîrok Bo Zarokan

Ciwantirîn dê

Hêlaneyekî tir

Dengxoştirîn mel

Minall û baran

Minall û çoleke

Minall û bûke şûşe

Çolekey ser dareke

Gullî naw încaneke

Gwêdrêj û padişa

Hellbijarde bo minall û bo gewre

Pirsyar le minall

Katjimêr

Miştûmirrî dirextekan

Pişîleyek paskîl lêdexurrê

Mang le nêwanî hezar û yek estêreda denwê

Qisese Kurdiye lêl Etfal – Bi Erebî

Dîwanî mindallan bergî yek

Dîwanî minallan bergî dû

Koberhemî minallan  -  Çar Caran Hatiye Çapkirin

Çîrok û şanoname :

Lawanewey ûr

Felestîn hemîşe nîştmanî xesan kenfanî ye

Mijarên Ku Ji Erebî Hatine Wergerandin

Şeiramêzî ewrûpayî û dîktatorîyetî roh

Her hewt beyannamey dadayyekane û kirdûme be kurdî ...

Em jûre hîçî têya niye - Bijardeya Helbesta nû ya Erebî û Cîhanî

Xwaye were bo Amerîka  - Bijardeya Helbesta nû ya Erebî û Cîhanî

Mêyne her le seretawebû  - Helbesta Suiad El- Sebah  

Serim wek minallêk le koşîda şardewe  -  Helbestên Nizaq Qebanî

Helebce – Helbesta helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Teha Xelîl

Helbijardeyek le şeirî Nizar  Qebanî – Helbestên Nizar Qebanî

Qlub Min El-Zucac – Hin helbestên Kurdî ku kirine Erebî

Natalî sarot û helçûnekan û romanî nwê  - Pêşekiyek û çend mînakên çîrokên dayîka nû ya cîhanî ya Romanê, Natalî Sarot

Roman

Jine cinokekanî şê Mehmû

Xelatên Wergirtine

Xelata Zêrîn a Bawe Gur Gur li Kerkûkê

Xela Zêrîn a Îbrahîm Ehmed-Bile li Silêmaniyê

Xelata Apîk li Swêdê bo zarokan

Xelata Mertala Zêrîn a Partiya Şûî ya Kurdistanê li Silêmaniyê

Çend Rêzgirtin û Xelatên Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Çend Rêzgirtinên Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Çend Rêzgirtinên Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê

Rêzgirtin ji aliyê Yekîtiya Nivêskarê Iraqî federal û Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqa  federal di festîvalekê de li Bexdayê ku du rojan berdewam kir

Rêzgirtin ji aliyê beşê Zarokan ê Kurdsat

 

KURDŞOP
670 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!