Cemal Nebez, Nivîskar, Rojnamevan, Zimanzan, ramanvanê Netewî

Kurdshop - Profesor Cemal Nebez , nivîskar, zimanzan, ramanvan û akademîsyanê naskirî yê Kurd ku ji damezirênerên KAJÎK`ê bû

Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933 li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bû. Tevî xwendina Îslamî, li zanîngeha Bexdayê Fizîk û Matematîk xwendiye. Heyamekê li Kerkûk, Hewlêr, Bexda û Besrayê mamosta bû.  Sala 1962`an li zanîngehên Munich û Wurzburg beşên xwendina Îslamî û Îrannasî xwendiye. Cemal Nebez di navbera salên 1967- 1070`an de dema ku li zanîngeha  Hamburg`ê dixwend tevî çend hevalên xwe "Yekîtiya Netewî ya Xwendekarên Kurd" ava kir. Piştre di navbera salên 1970- 1979 `an de li zanîngeha Berlinê doktora di zanistên siyasî, rojnamegerî û yasayê de bidest xist.

Ew yek ji damezirênerên "Komeleya Azadî û Vejîn û Wekheviya Kurd – Kajîk" bû ku sala 1959`an li Başûrê Kurdistanê li ser bingeha rêbaza Kurdî ya Sosyalîzmê hat avakirin. Kamîl Jîr, Ehmed Herdî û Fayeq Arif endamên din ên diyar ên vê komeleyê bûn.

Dîzayna Karakter: Hêmin Qaremanî

Berhemên Cemal Nebez

Çîroka Gerdaweke (Bagerê) "The Tempest berhema William Shakespeare wergerandina bo kurdî, Bexda, 1955.

Lalo Kerîm, romana Kurd - 1986

Xwêndewarî be Zimanî Kurdî – 1987

Nivîsîna Kurdî bi Latînî

Wergêran Huner e, Çapxaneya Jîn

Palto "The Coat" berhema nivîskar Nikolai Gogol – 1958

Seretay Mîkanîk û Xomalekanî Madde

Zimanê Yekgirtî yê Kurd  - 1979

Hin pirsgirêkên bingehîn ên dibistana Kurdî ya Sosyalîzmê – 2001

Rojanî Awareyîm le Swîs (Rojên min ên derbideriyê li Swîsre)

KAJÎK Pêşxan û Paşxan- 2015

Berhema herî dawiyê ya Prof. Cemal Nebez bi navê "Bîranînên rojên ku carek din venagerin" ku 640 rûpel in, li Silêmaniyê hat weşandin.

Prof.Cemal Nebez sala 1963`an û di dema şoreşa Îlonê de nameyekê bo feylesûfê navdar Bertrand Russell dişîne têde behsa wê zilm û zordariyê dike ku li ser destê hikûmeta Iraqê û hikûmetên din ên dagîrkerên Kurdistanê bi ser Kurdên Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê de hatiye, daxwazê jê dike ku dengê Kurdan bigihîne cîhanê. Bertrand Russell jî weha bersiva nameya Cemal Nebez dide:

Bersiva nameya Bertrand Russell feylesûfê navdar bo Dr. Cemal Nebez

Wergêran Seher Salihiyan.

Ji Bertrand Russell bo rêzdar Cemal Nebez

5ê tîrmeha 1963

Rêzdar Cemal Nebez

Gelek spas ji bo nameya te ya 25 hezîranê.  Ez pir dilgiranim bi wê reftara dirindane û bêrehmane ya hikûmeta Iraqê li hember gelê we û hemû ew kesên ku dijî wan in.  Ez haydarî wan zehmetî û derdeseryanim ku li tevahiya wan welatên ku te behsa wan kir, bi ser xelkê Kurd de tên.

Bêguman ez ê hemû hewlekê bidin ku wê dirindeyî û tundûtûjiya li hember gelê we te kirin , bi hişyarî û baldarî bigihînim hemû wan cihên ku dixwazin guhdar bikin.

Ez ê spasya te bikin ku her zanyariyek derbarê şerê niha li Kurdistanê diqewime bigihêje te, tû min agahdar bikî.

Ez hêvî dikim ku di pêşerojeke nêzîk de hin nûneran bişînim Iraqê ku lêkolîneke rasterast li ser rewşa wî welatî bikin.

Li gel Rêz û Hurmet

Bertrand Russell

Ev name nîşan dide ku Cemal Nebez di salên 60`ê yên sed sala borî de çiqas hewil daye ku pirsa Kurd bigihînê kesên ku li ser asta cîhanê navdar in.

Prof.Cemal Nebez nivîskarê navdar ê Kurd roja 8ê kanûna 2018`an di temenê 85 saliyê de li Almanya koça dawî kir.

KURDŞOP
854 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!