Jiyanameya dengbêja Kurd Nesrîn Şêrwan

Şadî

Kurdshop – Hunermend û dengbêja jin ya kurd, Nesrîn Omer Şêrwan ku bi navê Nesrîn Şêrwan jî tê naskirin,  di sala 1929an de li gundekî ji parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji dayîk dibe. herwaha dengbêj Nesrîn, ji malbateke koçere.

Hunermed û dengbêja kurd Nesrîn, ji ber pirsgirêkên aborî, li gel malbata xwe gelek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê digere û herî dawî di sala 1932’an de, ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rêdikevin û navçeyên Darhozanê, Qediav û Zaxoyê dimînin. Piştî demekî malbata wê berê xwe didin paytexta Iraqê Bexdayê, lê Nesrîn li bajarê Zaxoyê demekî dimîne û piştre ew jî diçe Bexdayê.

Wê demê Nesrîn Şêrwan demekî li mala kesekî fileh  ê bi navê Xerîb Powêz ê ku berê jî hevdu nas dikir de kar dike û di wê demê de hundermendên wek Elî Merdan û Hesenê Cizîrî nas dike û bi pêşniyara Elî Merdan di 25ê adara 1944’an de, li Radyoya Bexdayê dest bi kar dike. Piştî wê qonax û pêvajoyê, stranên ku di temenê xwe yê biçûk û ciwan de fêr bibû dibêje. Herwaha helbestên hindek ji helbesvanên weke Cegerxwîn, Şêx Selam dike stran û bi gelek hunermendên wê serdemê yên wek Mihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Resûl Gerdî, Şemal Saîb, Kawîs Axa de hevnasiyê dike û karên hevbeş û stranên du qolî ango duet li gel wan dibêje.

Nesrîn Şêrwan tevî awaz û meqamên folklorî, gelek berhem û awazên wê bi xwe jî hene ku ew berhemên wê  bi rengê plak hatine tomar kirin. Dengbêja jin ya kurd di sala 1975’an de nexwaş dikeve û ew, wek gelek hunermêndên wê serdemê hejar û bêkes dimîne. Nesrîn Omer Şêrwan, piştî ku nexwaş dikeve, salên xwe yên dawî li kuçe û kolanên Bexdayê, li gel dermanên xwe derbas dike. 

Dengbêja kurd Nesrîn Şêrwan, herî dawî 10ê Cotmeha 1990’an de li kolanên paytexta Iraq Bexdayê diçe ser dilovaniya xwe.

Tevahiya mal û mulkê hunermed û dengbêja kurd Nesrîn Şêrwan, tenê çend cilûberg û reçeteya dermanên wê bûn ku li dû xwe hêla.

KURDŞOP
699 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!