Panoramaya Serdema Xalidîtiyê – Beşa 2

Şêrko Janzêm

Tekiyeya Nehriyê

Ev tekyaya ji hêla Seyîd Ebdullahê Nehrî ve li Şemzînana navçeya Colemêrgê hatîye avakirin. Seyîd Ebdullahê Nehrî şexsîyeteke girîng e di Edebîyata Klasîk a Kurdî de ji ber ku yekem berhema pexşana Kurmancî Xulaseê ‘Eqaîd (‘Eqaîda Kurdî) nivîsîye. Ev berhem di warê zanista dînî de berhemeke pir girîng e. Piştî Seyîd Ebdullahê Nehrî, birazîyê wî Seyîd Tahaye Nehrî dikeve dewsa wî û ew ji apê xwe bêtir tê naskirin û bandora wî zêdetir e. Seyîd Taha Piştî xwe çar xelîfeyan radike.  Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Mihemedê Kufrewî, Şêx Fehîmê Arwasî û Seyîd Sibxetullahê Arwasî ev xelîfeyana her yek li deverekê tekyayêkê ava dike û dibin belavkarê Xalidîtîyê yên li Kurdistanê. 

Tekiyeya Arwasê

Ji hêla xelîfeyêyê Seyîd Tahayê Nehrî, Şêx Fehîmê Arwasî ve li gundê Arwasê yê girêdayê Miksê tê avakirin. Ev tekya din ava Edebîyata Kurdî de tekyayeke navdar e. Şa’irê bi mexlesa Laxer tê nasîn Mela Umerê Tînisî pêşî li vê tekyayê perwerdeyê dibînê û dûvre derbasî Cizîra Botan dibe li wir Melayê Cizîrî nasdike û dikeve bin bondora wî. Laxer xwedî dîwan e.

Tekiyeya Xeydayê

Ev medrese ji hêla xelîfeyê Seyîd Tahayê Nehrî, Seyîd Sibhetullahê Arwasî ve hatîye avakirin. Xelîfeyê ve medreseyê kesekî bi nav û deng e, yanî Xelîfe Selîm ( Mela Selîm) e.  Mela Selîm, li gel alîyê wê yê olî alîyê wî yê edebî, sîyasî û civakî jî heye. Mela Selîm yek ji damezrînerên “Kürt Teavün ve Terakki” û rêxistana “Irşadê” ye. Gelek helbestên wî jî hene lê mixabin nehatine berhev kirin. Di helbestên wî de temayên olî, civakî û neteweyî derdikeve pêş. 

Tekiyeya Oxînê

Ji hêla Şêx Fethullahê Werqanisî ve, li Norşînê tê avakirin. Yek ji endamên wê tekyayê yê girîng xwedîyê mexlesên; Şeyda û Ebdulezîz, Şêx Ebdulezîzê Belîsî ye. Şêx Ebdulezîz xwedî dîwaneke berfireh e. Endamekî din yê vê tekyayê jî Mela Ebdulahê Semerşaêxî ye. Mela Evdila xelîfetîyê ji Mewlana Xalid distîne û dibe yek ji belavkarê Xalidîtîyê. Ew î bi xwe tu berhemên edebî nedaye.  Sê kurên wî hene lê du heban berhemên edebî dane. Ev herdu bira Mela Abdulahê Melekendî û Şêx Ebdullahê Taxî ne. Mela Ebdulahê Melekendî diçe Melekendîyê û tekyaya xwe ava dike. Şêx Ebdulahê Taxî jî dere Hezana Licêyê û li wir tekyaya xwe ava dike. Nivîskarê navdar Hadî (Seydayê Licî ) xwendekarê Şêx Ebdullahê Hezanî ye. 

Tekiyeya Zoqeydê

Ev tekya li Xerzana Sêrtê li gundê Zoqeydê ye. Mela Nisredînê Zoqî yek ji endamên girîng ye wê tekyayê ye. Mela Nisredîn li ber destê Şêx Mahmûdê Zoqeydî perwerdeya medreseyê ditiyê û xwedî ‘Eqîdenameyekê ye. 

Piştî van tekyayên girîng û sereke yên di belavbûna Xalidîtîyê de xwedî rolên mezin in em ê berê xwe bidin şaxekî Xalidîtîyê ku li gelek deveran tekyayên mezin û biçûk ava kirine û bi dehan kesayetên girîng û bi sedan murîd li bizava Xalidîtîyê zede kirîne. 

Şaxê Basretê, ji hêla Şêx Xalidê Cizîrî ve hatîye damezrandin. Şêx Xalid li herêma Botanê li gundê Basretê tekyaya xwe ava kirîyê. Vê tekyayê bandor li ser bajarên derdorê yen wek; Şirnex, Sêrt, Batman, Mêrdîn û Dîyarbekir kirîye. Şêx Xalidê Cizîrî, xelîfetîyê dide gelek kesan û wan li herêmê belav dike. Em ê niha bahsa hin navên girîng yê wê şaxê bikin 

Şêx Hemîdê Mêrdînî, pîştî xelîfetîyê ji Şêx Xalidê Cizîrî verdigre berê xwe dide Mêrdînê. Li gundê Ehmedîyê yê girêdayî Stewrê tekyaya Ehmedîyê ava dike. Postnişînê vê tekyayê Şêx Kamilê Ehmedî ye. Şêx Kamilê Ehmedî xwedî dîwan e. Şêx Arîfê Tinatî, ji herêma Omerîyan ya Mêrdînê ye û xwedî dîwan e. 

Şêx Ehmedê Karazî, li Karaza Amedê tekya ava kirîye. şêx Ehmed gelek helbest nivîsîne lê di helbestên xwe de cîh daye mijarên cuda; wek çêkirina xwarinê, çêja xwarînê, û şêweyên çêkirina xwarinê. 

Piştî Şêx Xalidê Cizîrî, Şêx Xalidê Suphî dibe postnişînê tekyaya Basretê. Di serdema Şêx Xalidê Suphî de edebîyat bêtir derdikeve pêş.Wî jî li dewsa xwe du xelîfe rakirîye; Şêx Xalidê Firqanisî û Şêx Hesenê Nûranî. Şêx Xalidê Suphî du postnişînan li dewsa xwe dihêle. Şêx Eshedê Xurukî û Şêx Mihemedê Eynî. Şêx Mihemedê Eynî zavayê xwe Şêx Xalidê Zebarî dike postnişînê xwe. Şêx Mihemed jî du xelîfeyan radike li dewsa xwe; Şêx Reşîdê Derşawî û Şêx Umrê Zanyanî. Şêx Xalidê Zebanî piştî xwe postnişînîyê dide Şêx Umerê Zanyanî. Ew jî postnişînîyê dide kurê şêxê xwe Şêx Muhamed Nûrûlahê Cizîrî. Şêx Muhaned Nûrûlahê Cizîrî jî helbestvan e û hîn jî li heyatê ye. 

Bi qasî derfetên li ber dest min bahsa bizava Xalidîtîyê û belavbûna wê ya li Kurdistanê kir. Ji ber ku hem nûner hem jî tekya pir zêde bûn min tenê bahsa hin tekyayên sereke û nûnerên girîng kir.

Çavkanî:

ADAK, A. Serdema Xalidîtiyê di Tarîxa Edebiyata Kurdî ya Klasîk de”, Kürt Tarihi, sal. 2017, j. 30, r. 59-64.

ADAK, A. (2013), Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk. Weş.Nûbihar. Stenbol.

KURDŞOP
600 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!