Hepsexana Neqîb

Kurdşop – Di dîroka gelê Kurd de gelek jinên welatperwer, şoreşvan, helbestvan û xebatkar cih girtine û pêşengî kirine û di her warekê de bi wan jinan ji bo netewa xwe xebat kirine û heta gelek caran jî di pêxema netewa xwe de canê xwe kirine gorî.

Eger mirov a rastî bêje, gelê Kurd nirxeke baş daye mafê jinan û di her serdemekê de jî, heger jinek siyasetmedar an jî xwendevan û zana helkeftibe wekî çiyakê pişta wê girtine û piştevanî lê kirine.

Emê li vir behsa yek ji wan jinan bikin ku ji bo netewa xwe gelek xizmetên mezin kiriye ku ev jî Hepsexana Neqîb e.

Hepsexan dotmama Şêx Mehmûdê Berzencî bû û ev jina Navdar gelek xizmet ji bo jinên serdema xwe kir, wê di warê wêje û ziman de jinên serdema xwe perwerde kirin û bû mînakek bo jinên civaka xwe.

Napolyon gotiye Naparat yê Împeratorê Feransa: “Jin bi destekê landik û bi destekê jî tev cîhanê dihejîne”.

Nivîser û pisporê warê perwerde yê Rûsî yê bi navûbang “Soxomilînskî” dibêje: “Jin di perwerdekirinê de roleke sereke dibîne, ne tenê her dayîka zarokan e, belkî mêran jî perwerde dike”.

Gelek ji bîrmendên din yên cîhanê tekezî li ser wê yekê kirine ku jinên zîrek û bihêz û dilsoz, civakekî bihêz diafirînin.

Jina Kurdperwer û xêrxwaz û xemxwarê jinên Kurdistanê, Hepsexan keça Meirûf Berzencî û dotmama Şêx Mehmûd Berzencî yê Melikê Kurdistanê û hevjîna Şêx Qadirê Hefîd, herwisa naskirî bi Hepsexana Neqîb, di sala 1891an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Hepsexan di wê malbata mezin a Kurdperwer û zanistperwer ya Kurd de perwerde bûye û yek ji wan jinên bi navûdeng a Kurdistanê ye, ew jina navdar keseke xêrxwaz û derûnpaqij û Kurdperwer bûye.

Wê dîwanxaneyek hebûye û herdem tejî bûye ji jinên bajarê Silêmaniyê, her jinek ku rastî pirsgirêkên civakî û madî dihat, hewara xwe dibir ber bi Hepsexanê ve û wê jî bi dileke avale ve pirsgirêkên wê çareser kiriye.

Hepsexanê di nav jinên wê deverê de rol û nirxeke civakî ya xwe hebû, belkî wisa jê hat ku hemû xelkê Kurdistanê rêzeke taybet didane wê jina Kurdperwer. Di wê demê de ku di nav jinan û civînan de behsa kincên jinan û tiştên din dihate kirin, lê di nav kombûn û dîwanxaneya Hepsexanê de behsa şêweya paqijiya jinan û Kurdperwerî û mafên netewî yên Kurd û azadiya axa Kurdistanê dihate kirin.

Di sala 1923an de ku Simkoyê Şikak ber bi bajarê Silêmaniyê ve diçe, pêşewaziyeke şahane li wî hate kirin û jinên bajarê Silêmaniyê di bin bandora Hepsexanê de xwedî roleke berçav bûn û hatibûne ser şeqaman.

Ew jina têkoşer û Kurdperwer a dilsoza Kurdistanê, di sala 1930an de nameyeke ramyariya dîrokî bo Saziya Komeleyên Netewan di Cenevê re dişîne û bi eşkere daxwaza mafê çarenivîsa Kurd û axa Kurdistanê ya hatî dagîrkirin, kiribû û ew daxwazkariya wê jina mezin dengdankene baş da.

Di 28ê Tîrmeha 1930ê de yekem Komeleya jinan a bi navê “Komeleyê Afretanî Kurd” bi serokatiya Hepsexana Neqîb hatibû avakirin. Bê şik avakirina komeleyek ji aliyê jinan ve wekî berevanîkirin li maf û daxwazên jinan di naverasta nîveya yekem a sedsala derbasbûyî de bûye mînakek heta di serdema Rojhilata navîn de jî.

Dema ku Komara Demokratîk a Kurdistanê jî bi serokayetiya Pêşewa Qazî Mihemed de roja 22ê Rêbendana 1946an li Mihabadê hate avakirin, Hepsexanê bi hemû şiyaneke madî û mirovî ve piştevaniya Komara Kurdistanê kir û jin û keçên Silêmaniyê han dida ku ber bi Komara Kurdistanê ve herin li wir bibin alîkarê wê Komara pîroz; herwisa wê jina Kurd gelek mêrên wê serdemê jî han dan û ji wan re digot ku bibin piştevanê Komara Kurdistanê û li hember helwêsta wê jina têkoşer, Pêşewa Qazî Mihemed spasnameyeke germ bo şand û rêzeke zêde jê re girt.

Hepsexan di warê zanist û perwerde û hişyariya jinên Kurd de roleke mezin hebû, lewma ne tenê cihê serbilindiya jinên Kurd bûye, herwaha cihê serbilindiya hemû netewa Kurd bû, ji ber ku bilî helwêstên çaksaziya civakî û xizmetkirin ji civaka xwe re û alîkarîdan bi hejaran û Kurperweriya pir ji dilsozî û rast û dirustiye wê, helwêsteke bilind jî hebûye li hember vekirina dibistana jinan bo jinavbirina nexwendevaran, ji ber ku di wê serdemê de, nav civaka Kurdan de bi giştî ji sedî tenê yek ji jinên Kurdistanê xwendevar bûn, ji bo wê armancê jî mala xwe kir dibistan da ku jinên civaka wê fêrî xwendin û nivîsînê bike û ew dibistana Hepsexanê jî yekemîn dibistan bû li Silêmaniyê û heta li hemû Kurdistanê jî.

Hizir, armanc û kiryarên “Hepsexana Neqîb” gelek bilind bûne û di wê serdema jina navdar de, bi zehmetî peyda dibû ku jinek bikare bibe xwediyê desthilatê, mamoste û rikeberiyê li gel mêran bike û behsa mafê jinan bike.

Hepsexan di dema desthilatdariya Şêx Mehmûd de roleke mezin lîstiye, ew jina navdar di hemû serkeftin û şikestan de beşdarî kiriye û di hemû xweşî û nexweşiyan de li gel Şêx Mehmûd bûye. Di sala 1930an de ku desthilatdarê Brîtanî yê bi navê Pêrsî Koks hatiye bo Silêmanî, Hepsexanê jinên wê demê yên Silêmaniyê han daye ku bêne ser şeqaman û daxwaza mafê netewa Kurd bikin.

Ew jina mezin û navdar di temenê 62 salî de roja çarşem a 12ê Nîsana 1953an bi sedema penceşêr bo hertimî çû ser dilovaniya Xwedê û navê xwe jî wekî yekem jina mamosta ziman di nav dîroka Kurdan de tomar kir.

KURDŞOP
850 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!