Şêrko Bêkes; Împratorê Helbestên Cîhanî

Kurdshop -  Şêrko Bêkes kurê helbestvanê navdar û nîştimanperwer ê Kurd "Fayeq Bêkes" e, roja 2ê Gulana 1940`an li taxa Giwêje ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Sala 1948`an dema ku ew 8 salî bû bavê wî Fayeq Bêkes koça dawiyê kir. Yekem helbesta xwe di temenê 17 saliyê de û di rojnameya "Jîn" de weşand, ew helbestvan sala 1969`an bi Nesrîn Mîrza re zewicî.

Sala 1965`an bû pêşmerge û li Radyoya "Dengê Kurdistana Iraqê" li şikefta "Serdêman" li Başûrê Kurdistanê dest bi kar kir. Ev şikeft kîlometrekê dûrî riya navdewletî ya Hamîlton e, û li gundê Şînawê ye  ku di warê rêvebiriyê de bi ser bajarokê Qesrê ve ye ku ew jî ser bi Çomanê ye.

Sala 1968`an yekemîn pirtûka xwe ya helbestan bi navê "Tirîfey Helbest" li Bexdayê çap kir.  Di sala 1970`an de tevî hin helbestvanên navdar ên wê demê, bangewazek belav kirin, daxwaz kirin ku guhertin û nûkirin di helbesta Kurdî de bê kirin, ew tevger bi tevgera "Ruwange" hat naskirin.

Şêrko Bêkes sala 1987`an li Swêdê xelata "Tucholsky" wergirt ku ew xelat ji aliyê serokwezîrê wê demê yê Swêdê "Ingvar Carlsson" pêşkêşî wî hat kirin.

Piştre di sala 1992`an de ji Swêdê vegeriya Kurdistanê û di heman salê de bû wezîrê Rewşenbîriyê li yekemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Ji ber biryara girtina rojnameya "Welat" ji aliyê serokwezîrê wê demê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şêrko Bêkes sala 1993`an dest ji kar kişand.

Şêrko Bêkes endamê Anthology ya polên xwendinê yên Amerîka û Kanada bû. Sala 1998`an bi piştevaniya hin kes û hevalên xwe û Celal Talebanî sekreterê wê demê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê "Weşanxaneya Serdem" li Silêmaniyê damezirand ku heta niha jî di warê çap û weşanê de xizmeta nivîskaran dike û cihê wî di nava weşanxaneya "Serdem" de wek xwe maye û nehatiye destkarîkirin.

Sala 2001`an Navenda Çap û Medyayî ya "Xak" xelata "Pîremêrd" daye Şêrko Bêkes. Di sala 2009`an de tevahiya berhemên wî ku heta vê rojê nivîsandibûn di nava 8,000 rûpelan de hatin çapkirin. Şêrko Bêkes bi yek ji helbestvanên nûxwaz ên vê serdemê tê hejmarkirin, xwedî çend namîlke (belavokên kurt - Peyam) û dîwanên helbestan e û gelek helbestên wî bi  çend zimanên zindî yên cîhanê hatine wergêrandin û nasnavê "Împratorê Helbestên Cîhanî" wergirtiye. Helbestên Şêrko gelek caran behsa nîştimanperwerî û hezkirina ji av, ax û derdeserî û zehmetiyên hejaran dikin.

Dîzayna Karakter: Hêmin  Qaremanî

Şêrko di warê nivîsîn û helbestan de gelek ezmûnên cûda hene. Wî helbest, şanonameya helbestê, poster, çîrokên helbestan, Romanên Helbestan, Tekstên Azad ..û hwd û gelek berhemên edebî nivîsandine ku beşek mezin a wan berheman bi zimanên din jî hatine wergêrandin.

Wesiyetnameya Şêrko Bêkes

Ez naxwazim li ser çi gir û tepikên diyar ku navê wan heye bêm veşartin. Yekem ji ber ku ew der tejî bûne, ya duyem jî ji ber ku ez hejî qerebalixiya zêde nakim.

Ez dixwazim eger Serokê Bajêrvaniyê û Encûmena Bajar rê bidin û wê yekê bi hêjayî min bizanin, gora min di nava Parka Azadî û li rex Monûmenta Şehîdên 1963`an li Silêmaniyê be, ew der xweş e û ez bêhnteng nabim "Bîhna min çik nabe".

Ez dixwazim dema mirinê jî li rex wî xelkî û jin û mêrên bajarê xwe û dengê mûzîk û stran û dîlana klubên wê parkê bim. Bila pirtûkxane û dîwan û wêneyên min bişînin wî cihê ku gora min lê hatiye çêkirin, bila kafeyek û bexçeyekî biçûk li wir hebe ku hevbestvan, nivîskar û keç û xortên dildar bibin mêvanên min. Ez dixwazim ji niha ve wek xeyalekê li wê parkê binêrim û dîmenên piştî mirina xwe bibînim, ez dixwazim bi dengê Dîlan (Hunermendekê naskirî ye) û "Ella Weysî ya Merdan" û sirûda "Xwaye Weten Awa Key" û di nav Ala Kurdistanê de bêm veşartin, ez dixwazim di şîna min de mûzîk bê lêxistin, di nava gora min de tabloyên bedew ên hunermendên bajarê min bên daliqandin. Ez dixwazim piştî min xelatek bi navê "Bêkes" bê danîn û bidin dîwana helbestên herî nazik û xweş ên vê salê û bila xerciya wî xelatî bo vê mîratê be ku ez li pey xwe dihêlim.

Şêrko roja 4 Tebaxa sala 2013`an li bajarê Stockholm ê Swêdê bi nexweşiya penceşêrê koça dawiyê kir û li ser wesiyeta xwe li Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê hat veşartin.

Berhemên Şêrko Bêkes

Helbest

Tirîfey hellbest (1968)

Kejawey Giryan (1969)

Min Tînuyetîm Be Gir Eşkê (1974)

Kazîwe (1978)

Du Sirûdî Kêwî (1980)

Rengale (1980)

Rûbar (1984)

Dastanî Heloy Sûr (1985)

Keşkolî Pêşmerge (1985)

Şayî Şehîd (1985)

Awêne Biçûkekan (1986)

Dall (1987)

Temtûman (1989)

Derbendî Pepûle (1991)

Afat (1993)

Yadaştî Makewêkî Reşpoş (1993)

Mêrgî zam, Mêrgî hetaw (1996)

Bonname (1998)

Xaç û Mar û Rojimêrî Şaîrê (1998)

Çirakanî Ser Hellemût (1999)

Nisê (1999)

Piyawê le Darsêw (2000)

Jin û Baran (2000)

Rengdan (2001)

Ezmûn (2001)

Le Çiley Çilçirayek da (2001)

Xom, Ew Wextey Balindem (2002)

Payîze Mîwan (2002)

Goristanî Çirakan (2004)

Êwe Be Xoşewîstîm Espêrin (2004)

Sirûde berdînekan (2005)

Kursî (2005)

Le Gulewe Heta Sûtû (2006)

Hefta Pencerey Gerok (2007)

Kitêbî Milwanke (2007)

To Etwanî Be Qumê Maç Bimxeytewe Helqulîn (2007)

Zê û Zine (2008)

Tewin (2009)

Hest û Nest (2010)

Êsta Kiçêk Nîştmanme (2011)

Espêk Le Perey gullalle (2012)

Xêrake Mirdin Xerîke Bigat (2013)

Şanoname

Kawey Asinger (1971)

Ask (1978)

Wergêran

Pîremêrd û Zerya (1982)

Jinêk û Dû Pyaw (2000)

Edebî Mindallan

Kukuxtiye Bizêweke (2003)

Bîrewerî

Nûsîn Be Awî Xolemêş (2013)

KURDŞOP
614 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!