Kurdshop - Jinên Kurd her ji serdemên berê ve xwediyê bîr û hişmendiyên taybet bûne û di nav civata Kurdan de jî gelek jinên zana û zîrek derketıne û bala civata Kurdî û nemaze bala gelek dîroknivîs û rojhilatnasên biyanî bo aliyên xwe rakêşane û bûne cihê serbilindiya netewa Kurd.
Di vê derbarê de Kurdnasê Rûsî, “Viladimîr Fiyodorvîç Mînoriskî”, Kurd wek pêşkeftîtirîn û şaristaniyetirîn netewe daye zanîn.
Mistir Rîç jî jinên Ereb, Tirk û Fars li gel jinên Kurd helsengandin kiriye û gotiye, jinên Kurd derheq pile û serbestî û zîrekatiya û damenpakiya xwe li jinên netewên din pêşkeftîtirin.
Herwisa jinên Kurd cihê rêz û pesindana gelek gerok û rojhilatnasên din ên biyanî bûne.
Yek ji wan jinan ku cihê serbilindiya netewa Kurd e û zîrekatî û payebilindiya wê ketiye ser zimanê biyaniyan, Adîle Xanim e.
Mêcerson, Efserê Siyasî û Rojhilatnas ê Brîtanî derbarê Adîle Xanimê de wiha gotiye: Adîle Xanim jineke desthilatdar, civakî û bazirganî ye û ew hewla şaristaniyetsazî û bînasaziyê di Helebcê de dide”.
Ev jine kê bûye ku wiha kesên bi navûbang ên biyanî behsa wê kirine.
Malbatek piştî jinavçûna mîrnişîna Baban di sala 1851an de li bajarê Silêmanî ber bi bajarê Sinê ve ku wê demê ew bajar di bin desthilata Erdelan de bûye, nîştecî dibe û ew malbat jî ya Ebdullqadir Begê kurê Hemîd Beg bû. Adîle Xanim ji wê malbata naskirî li sala 1859an di vî bajarî de ji dayîk bûye. Jiyana Adile Xan di bajarê Sine de derbas dibe.
Ew jina navdar sala 1895an li gel kesekî naskirî yê devera Helebcê yê bi navê “Osman” dizewice. Piştî mirina Mehmûd Paşayê Caf serokayetiya eşîra Cafan dikeve stûyê Osman Paşayê Caf û Adîle Xanim jî dibe hevkarê mêrê xwe.
Dema ku Osman Paşa sala 1905an diçe ser dilovaniya xwe û koça dawî dike, Adîle Xan hemû karûbarê eşîra Caf birêve dibe û nav û bangê wê li hemû deverê Şarezor û Hewreman û cihên din ên Başûrê Kurdistanê belav dibe û herwisa rêzeke zêde jî di nav xelkê Rojhilatê Kurdistanê de li hember wê tê nîşandan.
Ew jine di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de roleke girîng li dîroka civata Kurdî ya wê serdemê û nemaze li navçeya Helebce û Şarezor û Hewramanê de dilîze.
Birêvebirina karûbarê eşîreteke mezin li devera Helebce û deşta Şarezor û afirandina pêwendiyên bihêz li gel Îngilîziyan karê herkesê nebû, lê wê jina Kurd a zîrek ew erk da ser milê xwe.
Piştî serkirdayetîkirina eşîreteke mezin a wekî eşîreta Caf, desthilata wê ewqas mezin bû ku bi Şajina bê Tac a Şarezorê hatibû nasîn.
Bajarê Helebce bajarek ku niha bi bajarê kîmyabarankirî tê naskirin, bi saya serê Adîle Xanim, Osman Paşayê hevjînê wê û Tahirbeg û Ehmed moxtar Begê kurên wê, gelek bîna û gelek avedaniyên din bi xwe ve dîtin. Bajarê Helebce di serdema Adîle Xanimê de ji gundekê hatî piştguh kirin, gavên ber bi bajarek avedan û pêşkeftî ve avêtin.
Adîle Xanim di vî bajarî de rêya bazirganiyê li gel bajarên ku cîranên wan bûn vekir û gelek dukan û bazar avedan kir.
Her wek tê zanîn, Adîle Xanim yekemîn Qaymeqama jin di dîroka Iraqê de bûye û di sala 1909an ew bûye Qaymeqama Helebceyê.
Ew ne tenê Fermanrewayê rasteqîne ya wê deverê bû, belkî ew di asteke bilind a siyasî de bû; wê dadgeha taybet bi xwe hebû û girtîgehek çêkiribû û bi xwe serpereştiya dadgehê dikir û kesên xirabkar siza dida, herwisa koşk û talarên xweşik çêkiribû û rêkûpêkiyek di Helebceyê de afirandibû û ew gundê ku di serdema dagîrkeriya Osmaniyan de hatibû jibîrkirin, bû bi bajarekî siyasî û bazirganî û heta wisa lê hat ku pexîlatiya Osmaniyan bi vî bajarî re dihat, lê heta bo carekê jî Adîle Xanimê îzin neda ku Osnmanî baregehên xwe di devera wê de damezrînin.
“Mîs Bêl” wê serdemê nûçegehaneka Birîtanî li Rojhilata Navîn bû û sala 1921an bo serdanekê diçe Helebceyê û çavê wê bi Adîle Xanim dikeve û bi bejin û bala Adîle Xanimê re nivîsiye: “Em wekî Brîtaniyan nabe hesabê bo Adîle Xanimê nekin, ew di deverê de baladest e, fermanrewayê eşîra Caf e, bi şiyan e û şiyana wê di astekê de ye ku mirov nikare heta bîr jî lê bike, herwisa ew jineke balkêş e û bi kincên Kurdî rind û xweşik e”.
Wê jina navdar di warê aborî de geleg xizmetên mezin bi xelkê xwe kir, wê bi desthilatdariya xwe ev yeka nîşanê welatên cîhanê da ku jinên Kurd di wê serdemê de jî li gel mêran wekhev in û dikarin di nav civata Kurdan de bigihin bi desthilatê û heta dikarin di nav karên siyasî de jî beşdarî bikin.
Di vê derbarê de Kurdnasê Rûsî, Viladimîr Fiyodorvîç Mînoriskî, sala 1909an serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û herwiha ber bir Helebcê ve jî diçe û dibe mêvanê Adîle Xanimê û di bîreveriyên xwe de wiha gotiye: “Adîle Xanim jineke bêmînak bûye û ew kesek têgihîştî û xwediyê kesayetiyeke bihêz bûye”.
“Edmondiz” Efserekî artêşa Brîtanya li Başûrê Kurdistanê, derbarê Adîle Xanimê de wiha gotiye: “Hemû desthilata Osman Paşa piştî mirina wî ket destê jina wî, ku di rastî de ew jin şajina tac pê nedayî ya Şarezorê bûye”.
Adîle Xanimê gelek hez ji pêşxistina xwendinê kiriye û her lewma jî çendin dibistan avedan kirin. Piştî xizmetek zêde bi xelkê xwe re, ev jina navdar li roja 11ê Nîsana 1924an diçe ser dilovaniya xwe û koça dawî dike û li goristana Ebabeyl li bajarê Helebcê bi axa pîroz a Kurdistanê tê spartin.
Wê jina navdar bi anîna şaristaniyeke modern di nav xelkê xwe de û bi kar û xizmetên ku bo netewa xwe kir, bo mînakek bo hemû jinên li dû xwe û da xuya ku jin jî dikare bandorek mezin li ser civata xwe ava bike û dikare di gelek waran de bo pêşxistina netewa xwe xizmetê bike.