Qale Mere, kesekî li ser şeqaman û hunermendekî li ser ewran

Kêm mirovên kurd hene ku navê Qale Mere nebihîstibe. Kêm mirov jî heye ku tenê bo carekê jî bibe guhdarî dengê bilûra vî hunermendê mezin nekiribe.

Qale Mere hunermendekî nexwendevan, nedar û belengaz bû ku di heyama jiyana xwe de tenê hunermendê kurd yê ser şeqaman bû. Her êvarê bixwe û di gel bilûra xwe li quncikeke li şeqamên Bokanê rûdinişt û wek mirovekî êşdar bi eşqa bilûra xwe derd û kulên xwe wek mirovekî êş dîtî vedigot.

Lê, ev ne tevahiya pênaseya wî hunermendê mezin e. Beriya her tiştî, şiyana Qale Mere li jenîna amûra bilûrê de bi qasî bilind û bê mînak bû, ku çendîn caran wî hunermendê li ser şeqaman ku jenyarî dikir di bilindtirîn festîvalên muzîka Îranê de, wek navbeynçî bo van amûrên ku bi bayê dijenîn hat hilbijartin. Bo mînak di çend dewrên festîvalên muzîkên herêmên Îranê de, ev erkê han girtibû ser milê xwe. 

Ji aliyê din ve, pêwendiya demdirêj a Qale Mere bi hemû hewa û avazên resen û folklorî yên Kurdî re hebûye. Her ev pêwendî û nasyariya kûr bibû sedema wê yekê ku piraniya van avazan bi take amûra xwe bijene û bi vî karî armancên xwe bicîh bîne. Ya yekem bi vê rêyê karî beşek zêde ya wan awazan ji navçûnê rizgar bike û her weha yên ku hatibûn tomarkirin, ev derfeta bo hunermendên piştî xwe afirandin ku bikarin bi bilûrê aan awaz û nevayan bijenin. 

Bandora duyemîn jî ew bû ku ger bilûra Qale Mere karî wan awazan bijene, dikare nifşek li mirovên kurd bi kevneşopiyeke mûzîk, awaz û ciwannasiyê ve girêbide û wan ji dûrketina ji hunera netewî rizgar bike.

Dizayna Karakter: Hêmin Qaremanî

Muzîk yek ji wan qadan e ku bi rêya wê beşek ji nasnameya neteweyan dikare were nasandin û parastin. Di cîhana berfireh a muzîkê de kêm netewe hene ku karîbûn mohra taybet a xwe li ser muzîkê bicih bihêlin, bi vî awayî ku bikarin bibihîsin û bi bê guhdarîkirinê taybetmendiyên din yên neteweyî, li rêya muzîkê ve nas bikin. Lê, hene ev neteweyên ku bi bihîstina muzîkên xwe beşek ji nasnameya wê neteweyê li ber çavên wan dibe. Bo mînak muzîka Hindî û Erebî heta Azerbaycanî li rêya dengê Tara Azerî tê naskirin. Muzîka piraniya neteweyên din jî bi vî awayî moreke wan pê ve ye û pir in ew neteweyên ku muzîka wan ji ber pêla cîhanîbûnê û tevlîbûna çandan û wergirtina muzîka gelên din, xwe dûrandine û taybetmendiyên wan nemane.

Muzîka Kurdî ji van muzîkan e ku ji ber gelek sedeman xwediyê nasnameya xwe ye. Yanî çend taybetiyên wê hene ku tu di muzîka ti neteweyeke din de nabînî. Ev yek tak bûne, wate nasnameya cudakirî, ev jî bo dewlemendkirina nasnameya neteweyî û taybetî dan bi xwedî bûn bi nirx û girîngiyê ye.

Wek mînak di muzîka kurdî de meqamên Elaweysî û siyaçemane ya Hewraman û Horeya Caf û Tembûr parek in ji van taybetmendiyan ku ji wan re sînûr dest nîşan dikin.

Taybetmendiyeke din a muzîka kurdî lêxistina bilûrê ye. Ev amûr, bi şêwaz, şekl û xûyê xwe, her çiqas di nav neteweyên din de hebe jî, dengê ku hunermendên kurd di van amûran de pêk anîne, dengê şimtî û taybet e û di muzîka ti neteweyeke din de tune ye.

Ev amûr di nav kurdan de xwedî derbasiyeke dûr û dirêj e. Atmosfera “Haware Bere” û navên kesên wek Derwêş Ebdulla ku mamosta Goran di helbestekê de behsa wî dike û wî mîna hunermendê tak ê bilûr jeniyê bi nav dike û pêwendiya her şivan û gundiyekî û ji aliyek din ve jî li gel vê amûrê, vê heqîqetê îspat dike ku bilûr her ji demên berê ve di nav Kurdan de hebûye û xelkê Kurd li rêya vê amûra sade îhsas û hestên xwe anîne ziman. 

Di sedsala 20an de yekane hunermendê kurd Qale Mere bûye, ku kesayetiyeke din daye bi vê amûrê. Dengê bilûra Qale Mere di destpêkê de eger remza revîna xemên hunermendan bûye, piştre bûye remza hunerî û zindîbûna neteweyekê, heta di van dawiyan de, di orkestrayên kurdî de dihat bikaranîn. Ev dengê ku heya naha ku bi tenê bilawêna dilê ciwannasan û hunermendan bûye, vê carê tev amûrên din yên muzîkê, bi awayeke berfirehtir hat bihîstin û cihê xwe vekiriye. Û ev kara jî li şiyan û dahênera hunermend Qale Mere serkaniyê werdigire ku li amûreke sade mîna bilûrê û bi bê zanîna nota û rêbazên muzîkê, tenê bi şêwaz û mektebeke taybet avakirinê, di naha de bi hezaran hogir û fêrxwaz hene. 

Ev hunermendê mezin yê Kurd li sala 1304an a Rojî li gundê Kulîce ya di navbera Bokan û Mehabadê de hatiye dinê. Her çawan ku bixwe behs dike di temenê 11 saliya xwe de dest bi jenîna bilûrê kiriye. Wek tê zanîn bilûr amûreke muzîka taybet a kurdan e û amûreke baye ku li kanzayê tê çêkirin û şeş kunê vê hene û dişibe bi bilûra Farsan. Lê, ev li qamîşê tê çêkirin.  

Navê nasnameya Qale Mere yê rast Qadir Ebdullazade ye, lê li gor gotina wî, Şêx Mihemed Xaneqa ji ber aramî û nermbûna kesayetiya wî, navê Qale Mere daye wî û jêra gotiye Qale Mere, ku nîşana aramî û bêdengiya wî hunermendî ye. Qale Mere her çend ku bav û kalên wî jî her bilûrjen bûne, lê dibêje: Wî ti mamosteyek tinebûye û her bi tena serê xwe hînî jenîna bilûrê bûye.

Wî hunermendê mezin li cejna hunera Şîrza li serdemê Hemeriza Şayê Pehlewî de saz lêxistiye. Û her weha bi vexwandina Celal Talebanî Serkomarê Iraqê serdana bajêrê Silêmaniyê kiriye û wir gelek avazên xwe tomar kirine.

Qale Mere bilûra xwe heta dawiya jiyana xwe di paxela xwe de hilgirt û her cihekê ku digihîştê kulên dilê xwe bi rêya bilûrê dianîn ziman. Di encamê de di sala 1388an a Rojî (2009an a Zayînî) de li bajêrê Bokanê çû ser dilovaniya xwe û di rêûresimeke girseyî de ku bi dehan hezar kes amade bibûn, termê wî li kêlega hunermendê payebilind yê stranên Kurdî, yanî Hesen Zîrek û li quntara Naleşikêne bi axê spartin.  

KURDŞOP
667 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!