Helbestvanê navdar yê Kirmaşanê Elî Eşref Nevbetî ku wek Pertew Kirmaşanî tê nas kirin, di Îlona sala 1931ê de li Kirmaşanê ji dayîk bûye. Kalê bavê wî bi eslê xwe ji Lorên Bextiyarî bûye ku di sala 1833`an de di serdemê Behram Mîrzayê Qacar de neçar dikin ku bajarê xwe biterikîne û li Kirmaşanê rûnê.
Koma helbestên Pertew Kirmaşanî di sala 1998’an de bi navê “Kûçe Baxîha” ji aliyê Mihemed Elî Siltanî ve hatiye belavkirin û çendîn caran hatiye çapkirin.
Li ser helbestên Pertew Kirmaşanî gelek gotar û lêkolînên akademîk hatine nivîsandin, piştî Şamî Kermaşanî helbestvanê sereke yê başûrê rojhilatê Kurdistanê ye di warê helbestnivîsînê de, çend helbestên wî ji aliyê dengbêjên navdar ve hatine çêkirin û strandin.
Wî helbestvanê Kurd komek berhem bi zimanên Kurdî û Farsî nivîsandine û ji bilî helbestên wî, kesayetiya wî bala xelkê Kirmaşan û navçeyên Kurdistanê bi giştî kişandiye û di dilê gelê Kurd de bûye xwedî evîneke taybet.
Pertew ji kalê dayîka xwe ve fêrî kurdî dibe û herçawan bixwe jî pêştir behs kiriye, kalê wî teşwîqa wî ya sereke bûye ku bikeve qada wêje û zimanê kurdî.
Mihemed Muvefeqî helbestvan û rexnegirê wêjeyê di hevpeyvînekê de di warê pêgeh û bandora berhemên Pertew Kirmaşanî li gel Dengê Amerîka de, dibêje: Helbestên wî yên bi zimanê dayîkê curek ji berxwedanê bûye li dijî siyaseta ji holê rakirina çand û zimanê Kurdî ji aliyê desthilatdarên serdemê ve.
Karakter û dîzayner: Hêmin Qaremanî
Piraniya berhemên Pertew Kirmaşanî bi şêwaz û forma xezelî ne û gelek kes wî wek Seidî yê hevdemê wî bi nav dikin. Mihemed Muvefeqî dibêje, taybetmendiya xezalên wî ew in ku ji bilî evînê, di helbestên xwe de komek mijarên civakî jî tîne ziman.
Wek rêzgirtin ji vî helbestvanê navdar ê Kirmaşanê, bi piştevaniya hejmarek ji çalakvan û edebiyat dostên Kirmaşanê, ji sala 2014an vir ve, her sal roja 18ê Gulanê wek roja wî helbestvanî li Kirmaşanê û bibîranîna wî û berhemên wî tê pîrozkirin.
Pertew roja 25/1/2022an li bajarê Kirmaşanê di temenê 91 saliyê de koça dawî kir û termê wî bi rêûresimekê bi amadebûna hezkiriyên wêje, helbest û zimanê kurdî li goristana Baxê Ferdews a Kirmaşanê hat veşartin.
Yek ji helbestên herî navdar ên vî helbestvanî, helbesta Ermenî ye ku ji aliyê çend kesan ve wek stran hatiye gotin. Ev helbesta ku mînakeke berçav a helbestên mamosta Pertew e, wiha ye:
Ermenî
Awaregey bêçaregey bêxanmanim ermenî
Malit nîyezanim ha le kû, ruh û rewanim ermenî
Şîrîn ziwanim ermenî, derdit we giyanim ermenî
Tirsim wegerdim ta nekey, biwîşî biçû, der wa nekey
Emca mi dî dêwanegey agir wegyanim ermenî
To baw muselmanî bike, ley gewre mêmanî bike
Herçî ki xwet zanî bike, min natewanim ermenî
Bêxud era tirsî? xwemim, qursedemim, xatircemim
Mangeşewe, sayey xweme ha şan we şanim ermenî
Newş ewqere çiştî nîye, der wa ke barim keftiye
Her yey çike nezrî bike, ter bû ziwanim ermenî
Er yey kesî le dişmenî, pirsî ye le kûre senî
We gyan herçî kafre wîşim nyezanim ermenî
Le xuse agir girdime, rê maltan gum kirdime
Er mirdimîşim mirdime, miştî suxanim ermenî
Piştim le bar derd û xem, şikya nyezanim çe bikem
Derdim yese le maɫ xwem bêxanmanim ermenî
Rûj û şewm cûr yeke, der wa ke newmîdim neke
Axir we naşeř taze mi caɫ û cuwanim ermenî
Der wa ke zütir “pertew”e, mêmanegey axirşewe
Yey şûşe lew bedmesewe piř ke bizanim ermenî