Şadî
Kurdshop – Mamoste û helbestvanê helbestên resen, Seydayê Tîrêj di sala 1923’an de li gundê Nicîmê yê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Nave Seydayê Tîrêj yê rastî Nayif e. Navê bavê wî Hesen an jî wek Heso jî tê naskirin. Seydayê Tîrêj di temenê xwe yê 6 saliyê de li gel malbata xwe koçî gundê Sêmitikê dibin û li wir bi cîh dibin. Tîrêj li wê derê li gel Mela Îbrahîmê Golî, çend pirtûkên olî û Qoranê dixwîne. Weke piraniya helbestvanên kurd, ew jî di dibistana olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Seydayê Tîrêj di sala 1937’an de berê xwe dide bajarê Amûdê û li wir dest bi dibistanê dike. 5 salan dibistana xwe dewam dike, lê ji ber rewşa aborî nikare dibistana xwe berdewam bike. Li wê derê pêywendiya wî bi helbestvanên mezin Cigerxwîn, Qedrî Can, Hesen Şiyar û Nûredîn Zaza re çêdibe. Seydayê Tîrêj ku bi wan helbesvanan bandor dibe, vîna helbest nivîsandinê di dilê wî de zêde dibe û li gel wan xebata welatparêziyê dike û weke gelek welatparêz û ronakbîrên kurd, Seydayê Tîrêj jî, di nava ‘’Civata Xoybûn’’ê de cihê xwe digre. Herwaha li gel nivîsandina helbest û çîrokan, tekoşîneke ramyarî jî dimeşîne.
Helbestvanê kurd di sala 1952’an de bi destê hêzên ewlehiya Rejîma Beis a Sûriyê ve tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yê bi nav bang jî tê ji nav birin.
Mamostayê mezin û bi navûdeng Cegerxwîn di dîwana xwe ya (Kî me Ez) de, li ser Seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Nayifê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibêje:
Ev xwendin û bi zanebûn
Nêzîk dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin: Nezana
Bira destên hev bigirin
Di vê rê de em bimirin
Cîgerxwîn
Seydayê Tîrêj, ji neçarî demeke dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze. Di sala 1973’an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li wir bi cîh dibe, heta roja koça dawiyê jî li wê derê dimîne.
Helbestvanê kurd Seydayê Tîrêj, 23yê Adara 2002’an, demjimêr 08ê êvarê li nexweşxaneya Dr. Îsam Bexdê ya Hesekê li Cizîrê, diçe ser dilovaniya xwe.
Berhemên helbestvan Tîrêj yên ku hatine çapkirin:
- Dîwana Xelat, pêşgotin: D. Zengî, Lubnan-Beyrût-1985.
- Dîwana Zozan, pêşgotin: D. Zengî, Lubnan-Beyrût-1990.
- Dîwana Cûdî, pêşgotin: D. Zengî, Lubnan-Beyrût-1998.
Serpêhatiyên Kurdan (1): Çapa yekem di sala 1992an de li weşanên Zanîn (kovar)ê û di sala 2014’an ji nû ve, bi wergera Farisî, li Îranê tê çap kirin.
Berhemê wî yên nehatine çapkirin:
- Mewlûda Kurdmancî
- Dîwanek ji helbestan
- Serpêhatiyên Kurdan (2).
Seydayê Tîrêj sê caran hatiye xelat kirin.
- Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê 1995.
- Xelata 100 Saliya Rojnamevaniya kurdî. 1998, Hewlêr.
- Xelata Koma Helebçe ya Folklorê kurdî li Cizîrê- Hesekê, 2001.