Dr. Kurdistan Mukriyanî Nivîskar, zimannas û rojnamevan

Kurdistan Mukriyanî zimannas, nivîsikar û çalakvanê mafê jinan û helbestvana Kurd e. li sala 1947an a Zayînî li bajêrê Hewlêrê ji dayîk bûye. Bavê Kurdistan Mukriyanî, “Gîvî Mukriyanî” ji ber heskirina ku bi Komara Kurdistanê re hebûye, nave keçika xwe kiriye “Kurdistan” û hin deman ev navê han jêra bûye bi pirsgirêk jî, berpirsên Beis jê ra gotine navê te Kurdistan e û tu cudahîxwazî, pir bi zehmetî nasnameya Iraqê jêra dane. Huznî apê wê bûye.

Di sala 1923an de bavê Kurdistan Mukriyanî yanî Gîwî û apê wê Huznî diçin Bexdayê, di sala 1925an de jî diçin Rewandizê û di sala 1926an de li wir çapxaneyek ava dikin û kovara “Zarê Kurdmancî” derdixin.

Li kêleka Çapxaneya Kurdistanê bo çapkirina pirtûkan, Gîwî Mukriyanî kamerayekê tîne Hewlêrê da ku wêneyên rewşenbîr û kesayetan pê bigire. Li Hewlêrê kovara “Ronakî”, rojnameya “Hewlêr” û kovara “Hetaw” di çapxaneya wî de dihatin çapkirin.

Kurdistan Mukriyanî xwendina xwe ya destpêkî, navîn û dibistana navîn li Hewlêrê qedandiye. Û piştî ku li zanîngeha Bexdayê bawernameya Kaloryos bi pileya yekem li beşa zimanê kurdî werdigire, ji bo qedandina xwendina xwe ya bilind diçe Moskowê. Di sala 1977an de li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Sovyetê doktoraya xwe di warê fîlojolojiyê de wergirtiye û di heman salê de vedigere Kurdistanê û li zanîngeha Silêmaniyê tayîn dibe. Di navbera salên 1978-1982an de li zanîngeha Silêmaniyê û piştre jî li zanîngeha Selahedînê serokê beşa zimanê kurdî bû. Di sala 1982an de diçe Bexdayê û heta sala 1987an di Dezgeha Çand û Weşanên Kurdî ya Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandinê de kar dike. Li wir di kovarên Beyan û Rewşenbîriya Nû de gotaran belav dike.

Karaktêr dizaynêr:  Hêmin Qaremanî

Di sala 1991ê de çûye Holendayê û li Navenda Wergeranê wek pispor û nirxîner kar dike. Û di sala 1999an de li dezgeha çap û weşana Aras serperiştiya amadekirin, ji nû ve nivîsîn û çapkirina “Ferhenga Kurdistanê” kar kiriye. Di sala 2000an de bû bi endameka çalak a Komîteya Kargêrî ya Kora Zaniyariyên Kurdistanê û di sala 2006 de jî bû seroka wê. Di sala 2001ê de bû sernivîsera kovara “Şaûşka”, ku kovareke rewşenbîriya demsalî bo jinan bû, û di sala 2002an de “Navenda Şaûşka ji bo çalakiyên rewşenbîrî” ava kir. Û di sala 2007ê de wek sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat hilbijartin.

Berhemên Kurdistan Mukriyanî:

• Ferhenga Rûsî-Kurdî, Moskov ya 1977an.

• Jin di vehûnandina helbesta Kurdî de, Silêmanî 1978an.

• Rêzimana Kurdî ji bo Pola Yekem a Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngehên Iraqê (bi alîkariya Nesrîn Fexrî), Hewlêr, 1982an.

• Wergera pirtûka (Rêzimana Kurdî: Bi Amûrên Devokên Kurmancî û Soranî) ya Kanala Kurdoyv ji Rûsî bo Kurdî, Çapxaneya El-Adib El-Bexdadî, 1984an.

• Hevoksaziya Hevokên Têkel, Weşanxaneya Aras, Hewlêr,2004an.

KURDŞOP
630 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!