Dengbêj Reso yê mamostayê dengbêjan

Dengbêjê navdar Reso qet neçûye dibistanê.  Di temenê xwe yê ciwanî de li gundê Gopalan û gundên derdor, şivantiyê dike û debara malbata xwe bi wî awayî derbas dike.

Şadî

Kurdshop – Dengbêj Reso ku wek Reso yê Gopalan tê naskirin, şagirt an jî xwendekarê Ferzê û dengbêjekî ji kevneşopiya Evdalê Zeynikê ye.

Dengbêj Reso sala 1890’an li gundê Gopalan ê ser bi Karaçoban a Erzerom a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Dengbêjê navdar Reso qet neçûye dibistanê.  Di temenê xwe yê ciwanî de li gundê Gopalan û gundên derdor, şivantiyê dike û debara malbata xwe bi wî awayî derbas dike.

Dengbêj Reso dersa dengbêjiyê ji dengbêj Sîno ku li wê herêmê jiyan dike fêr dibe û dest bi kilam gotinê dike. Reso di temenê xwe yê ciwanî de hertim li gundekî koçî gundekî din kiriye û li Gopalan diçe gunê Xêrgis yê Bulanik a parêzgeha Mûş a Bakurê Kurdistanê bi cîh dibe. Di wê navberê de ji dengbêjê herêma Serhedê  Ferzê yê Milazgirê ku yek ji xwedanê dîvana dengbêjane bandor dibe û dest bi gotina kilamên wê û Evdalê Zeynikê dike.

Motîfên di derbarê jiyan, bawerî, nirx, qehremantiyên kurdan yên di stran û kilamên Ferzê de,  bala Reso dikşîne û cewherê ku di wî de heyî, Reso di rêyên hîn baştir de lê bigeriya. Ev jî di esas de wê di Reso de weke taybetmendiyekî cuda yê kesayetiyekî ku ji dengbêjin din cuda, bibuya perçeyekî ji hunera wî. Ango Reso ji hemû dengbêjên beriya xwe gelek taybettir û cudatir xetekî xwe ya taybet a dengbêjiyê heldibijêre. Ev taybetmendiya wî dibe sedem ku dengbêj Reso bibe mamostayê dengbêj Şakiro yê ku wek Mîrê dengbêjan tê nasîn. Ji xwe heman pênaseya Mîrê dengbêjan, Şahê dengbêjan bo Reso jî  gelek caran hatiye bikaranîn.

Di kilamên Reso de hemû motîfên ku dengbêjên piştî wî hatine, ji bikaranîna hinek jî reviyane ango wekî wî nekarîne bi temamî bikarbînin û ji wî heta astekî jî dûr ketine û bûne sedem ku di dengbêjiyê de tengbûna qada erdnîgarî û çandî ya kevneşopiya dengbêjan heye. Lê dengbêj Reso bê kêmasî ew hemû motîf di kilamên xwe yên dengbêjiyê de bikaranîne.

Reso di wateya rast de şaîrekî destanane û ji ber wê jî dengbêj bû. Gelek ji destan û çîrokên kurdan yên weke Memê Alan, Cebeliyê Lawê Mîrê Hekariyê, Siyabend û Xecê bi awayê jiberkirî dizane û her yek ji wan jî bi awazeke taybet bi xwe bi awayê dengbêjiyê gotine.

Reso di salên 1930’an de tevlî serhildana Agiriyê dibe û piştî ku serhildan têk diçe, neçar dibe ku demekî biçe Suriyê û li wir dimîne. Piştî ku vedigere jî êdî di nava kurdan de weke kesekî heskirî û rêzlê girtî tê dest girtin. 2 kasetên dengbêj Reso yên ku bi awayekî amatorî hatine tomar kirin hene. Herwaha sê caran zewiciye û zêdetirî 10 zarokên wî hene.

Dengbêj Reso ku beşeke zêde ji jiyana xwe li Erzerum û Muşê derbas dike, piştre diçe Adapazari û li wir jî koçî Denîzli ya Tirkiyê dike. Li wan deran di nava birçîbûn û feqiriyê de jiyan dike.

Di sala 1977’an jî vedigere gundê xwe û piştî 3 salan jî koça daviyê dike.

 

KURDŞOP
707 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!