şadî
Kurdshop – Kawîs Axa bi navê xwe yê rastî, Ehmed Cemîl Kanebî yê Herkî ye,û di heman demê de weke kak Weysî jî hatiye nasîn, di sala 1889’an li herêma Çarçella û di nava êl û eşîreta Herkiyan ji dayîk dibe. Çarçela vê gave di nava sînorê navçeyên Gever û Şemzînan a parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê de cîh digre.
Navê bavê dengbêj Kawîs, Ehmed Cemîlê Herkî ye û ji binemala Kanebî ya eşîreta Herkiyane. Nave dayîka wî jî Leyla ye. Êl, ango eşîreta wan zivistanan ji zozanan berê xwe didin deştên bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê û li gundê Herşemê nîştecîh dibin. Şivanê Ehmed Axa yê Herkî bûye. Kawîs Axa di temenê 10 saliyê de bavê xwe winda dike, ango bavê wî koça dawî dike. Herwaha wê demê birayekî Kawîs Axa yê biçûk yê binavê Kino jî hebû ye. Kawîs Axa mirovekî tat bûye. Lê dema ku stran digot, kesekî ferq nedikin ku ew tat e. Ew tatbûna wî zikmakî nebûye. Li gor gotina wî, ew di ciwaniya xwe de zivistanê bi hespê diçe aş û di rê de li ser hespê dikeve û di nava berfê de bi demjimêran dimîne û ji ber wê bûyerê şûn de êdî tat bûye.
Deştên şînkahî û rengîn, çiyayên bilind û mij û moran, dîmenên sûlav û rûbar û kanîyan, dengê şalûl û bilbil û kewan, xwezaya xweşik ya Kurdistanê bi giştî gelek bandor li hest û ramanên Kawîs Axa dike, ev yek di nava stran û kilamên wî de gelek berbiçav bûye. 13 gulana sala 1916'an, ji ber şerê cîhanî yê yekem û dagîrkirina Rewandizê ji aliyê Ingilîzan ve, gelek xelk naçarî koçberiyê dibin û berê xwe didin bajarê Şeqlawa yê Başûrê Kurdistanê û li wê derê dimînin. Kawîs Axa jî bi malbata Hecî Nevroz re, berê xwe dide Şeqlawa û li wê derê nîştecîh dibe. Piştre Hecî Nevroz bi fermana Osmanîyan dibe birêveberê navçeye Şeqlawa, ew jî Kawîs Axa dike fermanber li ser fêkî, dexlûdan û berûbomê Osmanîyan ku ji xelkê Şeqlawa werdigirt. Kawîs Axa her li Şeqlawayê li gel Amîneya Mihemed Şerîf dizewice. Piştre çar zarokên wan yên bi navên Ehmed, Mihemed, Evdila û Cemîl çêdibin. Carekê Kawîs Axa bi Ehmed Îsmaîl Beg re berê xwe dide Pîrmamê da ku serdana xizm û kesûkarên xwe bike, lê di rê de hest bi êş û nexweşîyê dike, loma ji Ehmed Îsmaîl Beg dixwaz e ku veger in, piştre vedigerin Şeqlawa, lê tenduristîya wî hîn xerabtir dibe. Piştî demeke kêm li naverasta meha Şûbata sala 1936'an, roja çarşemê canê xwe ji dest dide û li goristana Herşem tê veşart in.
Hindek ji stranên Kawîs Axa evin; De Xalo, Şêx Mehmûd, Îsmaîl Axa, Şoreşa Duyem a Barzan, Mîr Binco, Bavê Evdilkerîm û Nayîf, Gelyê Kaşxanê, Şerê Tirk û Yûnan, Bavê Silê, Xalidê Rizko, Evdilmecîd, Seidûnê Niho, Avdelê Îsa, Hisnî Walikî, Mîro, Lolo Siwaro û Elî Sed Car Li Min Elî.
Ev jî hinek ji miqamên eşq û evînî ên Kawîs Axa ne; Yayo, De Herê, Erebê, Dilber, Lawiko, Yar Kundo, Dotmam, Bêrîvanê, Delal, Te Zanî, Zalimê, Yarê, Bîlmez, Gewrê, Esmer, Sewdalî, Mêvano, Sekvano, Lawikê Simûqî, Genc Xelîl.
Vê gavê li bajarê Şeqlawa dibistanek bi navê Kawîs Axa hatîye vekirin û peykerekî wî jî li navenda bajar hatîye danîn.