Cîgerxwîn, helbestvanê tejî li xemên Kurdistanê

Navê wî “Şêxmûs ê” kurê Hesenê kurê Mihemed e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê rojavayê bajarê Heskîf a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Cigerxwîn bixwe dibêje:

sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê

binavê sultan şêx mûs ez çêbûme ji dayê

heta bûm sêzde salî li gundê mey Hesarê

jîna xwe min borand paşî wê meda rê

Dema ku Cigerxwîn hîn ciwan bû bavê wî wefat dike, bi dayîk û birayên xwe re diçe bajarê Amûdê û li wir dayîka wî jî wefat dike.

“Wî di jiyana xwe de pir serewrazî û sernişîvî dîtin û  her çawan ku dibêje, “ji ber kêmbûna çavkaniyan ji bo fêrbûna helbestê min pir êş û azar dîtin heta mîna wê ku bikarim bibim helbestvan, lê min hewlên xwe berdewam kirin heta wê dema ku min helbest nivîsîn û pirtûk çap kirin, ji ber vê yekê nifşa piştî min bila rastî kêmbûna çavkaniyan nebe.”

Di sala 1917an de çûye dibistanê û di sala 1932an de xwendina xwe diqedîne, demekê melatî kiriye û bi komek cotkarên kurd re çûye Cezîrê li Sûriyê û du gundan ji nû ve ava dike.

Cigerxwîn beşdarî şoreşa Şêx Seîdê Pîran kiribû, têkşikandina hovane ya şoreşê bandoreke mezin li hestên neteweyî yên Şêxmûs kir û birînek mezin di dilê wî de çêkir, wir şûnda nasnavê xwe kir bi “Cigerxwîn”. Piştî wê karesatê hemû helbestên xwe bo Kurdistanê veqetandin. Wî madeyên xwe yên xav kiribûn xençerek li sînga dijmin û zengilek ji bo hişyarkirina milet:

bese mîllet lite şerme heta kengî di xew da bî?

dibin destên neyaran de hejar û dîl û kole bî

Karakterê dîzaynêrê: Hêmn Qaremanî

Di sala 1946an de, Qamişlo dema ku ji Bakurê Kurdistanê vedigere Rojavayê Kurdistanê, pêşwaziya nivîskar û helbestvanê navdar Cîgerxwîn kir. Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi jiyana xwe kir, piştre berê xwe da bajarê Qamişloyê û heta dawiya jiyana xwe li wir ma.

Cîgerxwîn li çend welatên Ewrupayê geriyaye û 8 pirtûkên helbestan, hin pirtûkên çîrokî, çandî û dîrokî hene. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj a Ewrupayê, vedigere bo bajêrê Qamişloyê.

Welatiyên bajêrê Qamişlo pir xweşî ji şêwaza helbestên Cîgerxwîn dîtine, lewma piraniya xelkê bajêr helbestên wî jiber kirine.

Piştî şoreşa 14`ê Temûza sala 1958an vedigere bo Iraqê û heyamekê li rawestgeha Kurdî de dişixûle, û heyamekê jî li zanîngeha Bexdayê li Koleja Wêje ya beşa Kurdî de ders dide.

Cigerxwîn dîtin û nerînên xwe yên siyasî bi wêje û nivîsandinê anîne ziman, bi awayekê, gelek berhemên wî wê derbarê de bûne, an jî li ser hizr û ramanên dosyeya  kurd bûne. Di vê rêyê de rastî gelek azar û îşkenceyan û girtinê hatiye.

Di 22/10/1984an de li bajarê Stockholmê li Swêdê dilê wî yê mezin ji lêdan dikeve û disekine û koça dawî dike û li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê tê veşartin.

Berhemên Cigerxwîn:

1 . Helbest: (Brûsk û Pêtî, Sewara Azadiyê, Kîme ez, Ronak, Zend Avesta, Şefeq, Hêvî).

2 . Çîrok: (Cîm û Golperî, Reşoye Darî, Salar û Medya).

3. Ziman û Rêziman: (Metelok, Destûra Zimanê Kurdî, Ferhenga Kurdî, Cildên 1-2).

4. Çend berhemên din jî nivîsandine, ku piştî mirina wî hatine çapkirin wek: Aştî (helbest), dîroka kurdî cildên 1 û 2, folklora Kurd, Jîne Nîgeriya min, Nivîskarek li ser pêşgotina Ehmedê Xanî.

KURDŞOP
609 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!