Dilşad Seîd, kemanjenê bi teknîkê rojavayî û bi tama folklora kurdî

Malbenda Hunerî ya Mamlê di sala 2021an xelata xwe ya taybet pêşkêşî hunermend Dilşad Seîd kir û rêzek taybet jê girt.

Dilşad Mihemed Seîd di sala 1958an de li Duhokê ji dayîk bûye. Piştî ku xwendina xwe ya muzîkê li Bexdayê qedand, bi Radyo û Televîzyona Bexdayê re kar kir. Piştî vê ku di sala 1977an de li Bexdayê Enstîtuya Hunerên Bedew pileya herî baş bidest xist, di orkestraya televizyon û radyoyê de wek kemanjen û alîkarê orkestrayê xebitî.

Di sala 1979an de li Koma Muzîkê ya Duhokê de hat damezirand, ku bi şêweyekî cuda bi tevlîkirina muzîka kurdî ya kevneşopî û şêwazên rojavayî kar kiriye. Ji sala 1984an heta 1988an, wî Mastera Muzîkê ji Zanîngeha The Welsh a Birîtaniyayê wergirt. Ew niha li Austurya dijî û li wir mamostetiya muzîkê dike.

Malbenda Hunerî ya Mamlê di sala 2021an xelata xwe ya taybet pêşkêşî hunermend Dilşad Seîd kir û rêzek taybet jê girt.

Di nivîsa rêzgirtinnameya Malbenda Mamlê de ya ji bo hunermend Dilşad Seîd de, sedema hilbijartina wî wekî serkeftiyê xelatê bi vî awayî zelal kiriye:

Karakterê dîzaynêrê: Hemn Qaremanî

1- Di qonaxeke dîroka muzîka hevdem a Kurdistanê de, bi taybetî li navça Badînan, Dilşad Seîd bû bi dînamo û damezrênerê koma orkestrayê. Karê herî berçav ku wî di wê serdemê de encam daye, damezrandina “Koma Muzîka Duhokê” bû, ku ji bilî berhemên wan yên wek pêwîstiyeke çandî û hunerî, bûye sedem ku bi dehan hunermend tê de mejûl bin û bibin pêşeng ji bo nifşên paşeroja xwe û bi dehan hunermend pê bigehînin.

2- Orkestraya ku Dilşad damezrênerê wê bû, bûye afirînerê bi dehan berhemên bêhempa û herweha bi tomarkirina çendîn şaheserên stranên kevnar ên kurdî û çêkirina wan bi şêweyekî orkestrayî û zanistî. Dilşad Seîd wisa li ser wan xebitiye ku ev yek selmandiye ku awazên kurdî di lûtkeya akademiyê de karîn li ser bixebitin û di formên navneteweyî de cih bigirin. Em dikarin bibêjin ku beriya wî ti hunermendekî heta vê astê xebateke wiha nekiriye. Bi dîtina me, şaheserên ku wî di awaz û muzîka kurdî de çêkirine, dikarin wek şaheser bi nav bikin û di cîhana muzîkê de nûneratiya muzîka kurdî bikin.

3 - Di vê heyamê de ku li Duhokê serokê koma muzîkê ya vî bajêrî bûye, roleke berçav di beşdarkirina keç û jinên Kurd de hebûye da ku di warê muzîkê de çalak û pêşde biçin, ku di dema  xwe de şoreşeke mezin a çandî bûye.

4 – Şûna destê Keman an jî Viyolona Dilşad Seîd ku perwerdehiya Xwandingeha akademîk a Muzîka klasîk a Rojava ye, di heman demê de tevlî ruh û bernameya muzîka Kurdî ye, xwediyê nasnameyeke taybet bi hunermend bixwe ye û bûye jenyarek di muzîka Kurdî de ku piraniya ciwanên Kurd ji ber hezkirina hunera wî hunermendî, dest bo kemanê dibin û hînî wê amûrê dibin.

6- Hunera wî bûye pirek di navbera muzîka Kurdî û muzîka cîhanî de, lewma nivîs û lêkolînên wî yên li ser muzîka Kurdî li hin zanîngehên cîhanê de wek çavkanî tê bikar anîn û bo van hînkerên ku di beşa muzîka Rojhilat de dixebitin, wek ders tê gotin û an dibe çavkaniyeke girîng bo bidestxistina bawerînameya master û doktorayê.

KURDŞOP
628 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!