Mûjgan Kawûsî, xebatkara parastina zimanê Kurdî

Mojgan Kavûsî li sala 1976an li bajarê Dêzfûla girêday parêzgeha Xuzistanê li başûrê rojavayê Îranê ji dayîk bûye.

Malbata wê ji wan malbatên Kurd ên peyrewa Yarsaniyan e ku di serdemê desthilatdariya Sefewiyan de bo bajarê Kelar Deştê li parêzgeha Mazenderanê li bakûrê Îranê hatine dûr xistin. Lê, Mojgan bi sebeba pîşeya bavê xwe li bajarê Dêzfûlê ji dayîk bûye û piştî wê ku bavê wê malinişîn dibe, dubare vegeriyane bo bajarê Kelar Deştê û heta temenê 18 saliyê di wî bajarî de jiyana xwe derbas kirine. Li sala 1994an wir ve, yanî heya niha li bajarê Nûşehra girêdayî parêzgeha Mazenderanê rûniştîne. Li temenê 17 saliyê de jiyana hevjîniyê pêk aniye û xwediyê du zarokan e. Xwandina xwe li taya Lêkolîna Hunerê heya asta masterê berdewam kiriye. Çalakvana warê ziman û etnîkî ye. E bi salane ku li pêxema li serhev bûn û hezkirinekê de ku bi ziman û wêjeya Kurdî re heye çalakiyan dimeşîne.

Herwaha Kavûsî çendîn salan jî li warê muzîkê de çalakî hebûne. Navborî piştî hînbûna muzîka Îranî û şarezabûn li jenandina Sêtarê, bala xwe daye bo hînbûna Temîre ku Sazeke Kurdiye û di nav peyrewên Ola Yarsan de amûreke pîroz e.

Hewldan bo hînbûna wê sazê û her weha meqam ê deqên pîroz yên Ola Yarsan bû sebeba wê yekê ku, çendîn salan bi berdewamî li bakûrê Îranê serdana Kirmaşanê bike û her bi vê sebebê jî dîtingeha vê derheq bi pirsa netewe û zilma Olî ya ku li dijî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye, di vê de guhertin çêbin. Lewma, li sala 2014an şûnda bû yek ji çalakvanên warê mafê mirov û bi tekez kirin li ser mafê ziman û netewe bo Kurdan di Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê de çalakiyan lidar dixe.

Mojgan li sala 2015an şûnda, di çarcoveya saziya bi navê “Diyarê Kuhen” (Diyara Berê) de ku li Kelar Deştê bi navê Saziya Nîştiman hatiye naskirin, hejmarek çalakiyên weke birêvebirina Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê, hejmarek fesîtvalên derheq bi çanda Kurdên Kelar Deştê û Avakirina Encûmena Wêjeya Kurdî û birêvebirina kora hînkarî ya zimanê Kurdî, lidar xistin e.

Navborî bi sebeba çalakiyên han, lê bi hincetek din, heta niha du caran hatiye desteserkirin û hepsîkirin. Bilî wê li pêxema nehêlana cudahiya zayendî jî çalak e.

Hejmarek ji berhemên wê wiha ne: Wergêrana pirtûka Taqe Paşmav li bara helmetên enfalê li Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê çapemeniya Tevekulî ve hatiye çap û belavkirin, nivîsîna pirtûkan bo zarokan bi devoka Kurdî ya Kelar Deştê, nivîsîna hejamrek gotarên zanistî derheq bi zimanê Kurdî û devoka Kurdî ya Kelar Deştê bo seminar û festîvalan, vehûnandina kurte fîlmên weke “Golên sar yên perîşan” û “Hêvî” derheq bi metirsiya jinavçûna pîşesaziya dest çêkirî yên Kurdan û her weha zimanê Kurdî li Kelar Deştê.

Mojgan Kavûsî ku yekemîn fîlma profesyonal a fîlma “Hêvî” ye devera rahênana vehûnandina fîlmê li Encûmena Sînemaya Ciwanên Çalûsê derbas kiriye. Kavûsî fîlmeke dekomentarî ya bi navê “Gulên sar yên perîşan” vehûnandiye, û naveroka vê pêk hatiye ji metirsiya jinavçûna pîşesaziya Mafûra dest çêkirî li nav kurdên Kelar Deştê.

Kurtefîlma 120 deqe ya “Berbad” her bi vê naverokê yek din ji berhemên wê ne.

Niha mejûlî berhemanîna kurte fîlma dekomentariya bi navê “Afret”ê ku bi mobaîlê berhem tê û derbarê erdheja Kirmaşanê ye.

Karakter û dîzayner: Hêmin Qaremanî

KURDŞOP
551 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!