Jiyanameya nivîskar û rojnamevanê ku bû sembola doza Kurd Mûsa Enter

Mûsa Enter ku bi navekî din, weke Apê Mûsa tê nas kirin, her di temenekî biçûk de bavê xwe winda dike û ji aliyê dayîka xwe Fesla Enter ve tê mezin kirin. Dayîka Fesla di salên 1930-1940’an de li Bakurê Kurdistanê yekemîn muxtara jin bûye.

Şadî

Kurdshop – Nivîskar û rojnamevanê kurd Mûsa Enter di sala 1920’an de li gundê Zivingê  yê ser bi navçeya Nisêbînê ya bajarê a bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Mûsa Enter ku bi navekî din, weke Apê Mûsa tê nas kirin, her di temenekî biçûk de bavê xwe winda dike û ji aliyê dayîka xwe Fesla Enter ve tê mezin kirin. Dayîka Fesla di salên 1930-1940’an de li Bakurê Kurdistanê yekemîn muxtara jin bûye.

Apê Mûsa dibistana seretayî li Mêrdînê dixwîne, dibistana navîn û amadeyî jî li bajarê Edenê di qedîne. Piştî wê ji bo ku felsefê bi xwîne diçe bajarê Stenbol a Tirkiyê û li wir fakulteya hiquqê ya zanîngeha Stenbolê xilas dike û li zanîngehê gelek xwandekarên kurd nas dike.

Di sala 1944an de bi keça Ebdurehîm Rehmî yê Hekarî Eyşê Hale re dizewice û ji wan 2 kurên bi nave Enter û Dîcle û keça bi navê Rewşen çêdibe.

Mûsa Enter ku li ser dawaza fayîq Bucak dev ji felsefê diberde, navê xwe li beşa hiqûqê tomar dike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Herwaha Apê Mûsa ji bo ku ciwanên kurd li dora xwe kom bike û hem ji aliyê madî ve, hem jî ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên kurd derbikevin, mala xwandevanan a Dîcle vedikin.

Piştî saleke din jî li gel hevalên xwe sala 1942’an de kovara komeleya Hêvî ava dikin, bi pêşniyara wan kesan komeleya Xwandevana jî tê damezrandin.

Mûsa Enter di sala 1948’an de Mala Firatê vedike û dest bi derxistina rojnameya çavkaniya Dîcle dike. Piştî  çend salên din, li bajajê Amedê dest bi derxistina rojnameyeke din ya bi navê  “Ilerî Yurd”  ango welatê pêşketî dike. Herwaha wê demê ji ber nivîs û helbestên  xwe yên kurdî jî ji bo demekî tê girtin.

Di sala 1959an de, ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne.

Mûsa Enter pirtûka xwe ya bi navê “Birîna Reş” di zindanê de dinivîsîne. Herwaha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike.

Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ya Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê.

Di sala 1971’an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di sala 1976’an de vedigere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî.

Apê Mûsa piştî sala 1989’an careke din vedigere Stenbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê.

Mûsa Enter, piştî sala 1971’an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve tê girtin û 4 salan lî gîrtîgehê de dimîne.

Ronakbîrê Kurd Mûsa Enter di sala 1976’an de piştî serbest berdana ji girtîgehê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike.

Di sala 1989’an de careke din berê xwe dide bajarê Stenbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Herwaha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên weke kovara Welat, Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji aliyê  xwendevanan ve nivîsên wî bi balkêşî têne xwendin.

Roja 20ê îlonê sala 1992an li kolaneke Amedê ji aliyê grubeke faşistan ve apê Mûsa tê şehîd xistin û digihêje karwanê pakrewanên doza kurd û Kurdistanê.

Mûsa Enter li ser berga kitêba xwe ya “Hatiralarim”  ango Bîranînên Min de wiha dibêje:

“Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdar im “

Hêjayî gotinê ye ku apê Mûsa di gotarên xwe de pir bal dikişand ser azadiya jina kurd û rola wê di xebat û tekoşîna tevgera azadîxwaziya Kurdistanî de, her wiha roleke pir girîng di tevgera rojnamegeriya kurdî de lîst.

• Xelatên Rojnamegeriyê :

Li Tirkiyê ji 1993’an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993’an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994’an de Ozgur Ulke, 1995’an de Yenî Polîtîka, 1996’an de Demokrasî, 1997 û 1998’an de Ulkede Gundem, 2000’an de Yenî Gundem û sala 2001’an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn

• Berhemên Mûsa Anter :

Birîna Reş – 1959

Kımıl – 1962

Ferhenga Kurdî – Stenbol, 1967

Hatıralarım, cîld 1 – Stenbol, 1991

Hatıralarım, cîld 2 – Stenbol, 1992

Çinara Min – Stenbol, Weşanên Avesta

KURDŞOP
889 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!