Hadî ziyadînî û temenek tejî ji xulqandinê

Hadî Ziyadînî sala 1956`an li kolana Cewerava ya girêdayî bajarê Sinê ji dayîk bûye. Li sala 1977`an çûye Fakulteya Hunera Ciwaniyê li zanîngeha Tehranê û di bin çavdêriya yekem mamostayê xwe, yanî “Hanîbal El_Xas” ê hunermendê Aşûrî, li gel kûrahiya nirxê nexşeyan nasyarî peyda kiriye. Ji vê demê û vir ve ew yek ji çalak tirîn wênekêş û peykersazan li asta welatê Îranê de ye.

Hadî Ziyadînî sala 1956`an li kolana Cewerava ya girêdayî bajarê Sinê ji dayîk bûye. Li sala 1977`an çûye Fakulteya Hunera Ciwaniyê li zanîngeha Tehranê û di bin çavdêriya yekem mamostayê xwe, yanî “Hanîbal El_Xas” ê hunermendê Aşûrî, li gel kûrahiya nirxê nexşeyan nasyarî peyda kiriye. Ji vê demê û vir ve ew yek ji çalak tirîn wênekêş û peykersazan li asta welatê Îranê de ye.

Di heyama salên derbasbûyî de, Hadî Ziyadînî karê tiraşîna peykerên Nalî, Şêx Riza Talibanî, Şerefxanê Bitlîsî, “Şiwan”, “Azadî”, “Du Zarok”, “Mewleviyê Kurd”, “Karker” û nexşeya mînaka berçav a “Serbazê Madî” li bajarê Sinê, peykera “Hejar”, “Hêmin” û “Mihemed Qazî” li bajarê Mehabadê, peykerê “Hesen Zîrek” li bajarê Bokanê, Peykerê “Mîr Îmad Qezvînî” li bajarê Qezvînê, peykerê “Şêx Mehmûdê Berzencî” li bajarê Silêmaniyê, peykerên “Mestûra Erdelan” û “Cigerxwîn” li bajarê Hewlêrê û herwaha gelek kesayetiyên hunerî, edebî û navdarên Kurd bo “Muzexana Xelknasî ya Mala Asef” li bajarê Sinê çêkirine û girêdane.

Karakterê dîzanyêr: Hêmin Qaremanî

Li Îranê kêm bajar hene ku, peykerê ku Hadî Ziyadînî çêkiribe lê tine be. Li rojhilat kêm çiya û kevir heye ku cihê tiliyên Hadî yê Peykertiraş li ser bicih nemabe. Ev di dehikên 60`î yên temenê xwe de û zêdetir li 40 salan e, ku dest û tiliyên xwe di gel keviran nerim kiriye û bi rêya hunera xwe ve, can dide keviran.

Kêm kesayetî heye ku di wê ast û şiyanê de be vegere Kurdistanê û derd û xem û cefayên xak û welatên xwe biresimîn e. Hadî karî bi awayekî akademînk sedan kesî perwerde bike û pêleke hunera resimandinê di Kurdistanê de tevbigerîn e.

Çawa ku Hanîbal El-Xas behs dike: Hadî yek ji kesê herî baş ê Kurdistan û Îranê ye ku bi wijdaneke mirovane vegeriya cihê bav û kalên xwe û karî mîna kolêjeke akademîk a hunerî, Sinê bike bi paytexta huner û yekem binyatên hunera resimandinê di Kurdistanê de ava bike.

Wekî ku Hadî bi xwe behs dike, li Sinê kêm kes mabû ku neresimandibe. Li xelkê asayî yên ser şeqaman heta derwêşên Xaneqa û mizgeft û civatên zikir. Ji jinên bejin bilind û çeleng ên Sinê heta karesatên hevçerx.

Hadî mirovekî xwedî şiyan û xwedî ezmûn û sade ye ku şev û roj, bi rêz û reng û girseyê tê û diçe.

KURDŞOP
594 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!