Mesûd Mihemed ê yasanas, bîrmend, zimanzan û rexnegirê navdarê kurd

Mesûd Mihemed, nivîskar, lêkoler û rewşenbîrê Kurd e û li sala 1919`an li bajarê Koyê di malbatek olî de ji dayîk bûye.

Mesûd Mihemed, nivîskar, lêkoler û rewşenbîrê Kurd e û li sala 1919`an li bajarê Koyê di malbatek olî de ji dayîk bûye.

Kurê Mela Mihemedê Celîzade  yê naskirî bi Mela Mezin ê Koye bûye.

Qonaxên navendî û amadehiyê li sala 1940`an li bajarê Hewlêrê bi dawî kiriye û li sala 1945`an xwandina fakulteya Maf li Bexdayê bidawî kiriye û bûye bi parêzerê Yasanasînê. Li zanîngehê hev pol û hevalê herî nêz yê Dildarê helbestvan, yê hunera sirûda nîştimanî ya Ey Reqîb bûye.

Mamosta Mesûd Mihemed di heyama jiyana xwe de pir erk û berpirsayetiyên siyasî di stûyê wî de bûne, ku ji wan nûnerê xelkê navçeya Koyê li parlemena Iraqê de di her du dewrên salên 1953`an heta 1954`an de bûye û piştî şoreşa 14`ê Temûza sala 1958`an jî bû bi endamê Lijneya Çaksaziyê ya Çandiniyê li Iraqê û di gel çend yasanasên din Yasaya Çak kirina Çandinî û Avedaniyê ava kir û ew yasa di 30`ê Îlon a sala 1958`an de bi navê (Yasaya Çak kirina Çandiniyê li Komara Iraqê) hat belav kirin.

Mamosta Mesûd Mihemed li sala 1964`an de li ser navê Tevgera Rizgarîxwaziya Kurdistanê bû Wezîrê Dewletê di kabîneya (Tahir Yehya) de, heta ku di sala 1965`an û dawiya salên 60`î  yên borî de di (Encûmena Giştî ya Xidime) de bû bi endam û piştî avakirina (Navenda Zaniyarî ya Kurd) li 29`ê Tebax a sala 1970`an de li Bexdayê bû endamê bib andor yê wê navendê û Cêhgirê Serokê Desteya Navendê û dema ku piştî salên 70`î yên borî (Navenda Zaniyarî ya Iraqê _ Desteya Kurd) hat avakirin, wekî serokekî xwedî bandor di vê navendê de her ma.

Mesûd Mihemed mîna rewşenbîrekî mezin yê Kurd naskirî bû, lê piraniya berhemên wî derbarê ziman û wêjeya Kurdî de bûn. Pirtûkên wî yên di derbarê Hacî Qadirê Koyê û Nalî û herwisa ew pirtûkên ku di derbarê rêzimana Kurdî û devoksaziya Kurdî de nivîsîn e heta niha jî di rêza herî baş a wan pirtûkan de ne ku di wî warî de hatine nivîsîn.

Karakter dîzayn: Hêmn Qaremanî

Mamosta Mesûd Mihemed piştî serhildana Başûrê Kurdistanê ya li demsala Buhara 1991`an û vekişiyana desthilata navendî ya Iraqê li Kurdistanê, wegeriya bo Kurdistanê û heta dawiya demên jiyana xwe li Kurdistanê bû. Navborî di roja 1`ê Nîsana sala 2002`an li nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê koça dawî kir û roja 2`ê Nîsana sala 2002`an li goristana Derwêş Xidir a li bajarê Koye li kêlega tirba bavê xwe, yanî Melayê Mezin bi axa Kurdistanê hat spartin.

Pirtûkên Kurdî

Hacî Qadirê Koye Beşa yekem - Bexda - Navenda Zanyarî ya Kurdî.

Hacî Qadirê  Koye - Beşa duyem - Bexda - Navenda Zanyarî ya Kurdî.

Hacî Qadirê Koye – Beşa sêyem- Bexda - Navenda Zanyarî ya Kurdî.

Hûrbûnek li çend basên rêzimana Kurdî _ Navenda Zaniyarî ya Kurd sala 1974`an.

Çapek li Gulzara Nalî _ Navenda Zaniyarî ya Kurdî _ Bexda sala 1976`an.

Çend veşartgehên rêzimana Kurdî _ Bexda _ Navenda Zanyarî ya Kurdî,  sala 1976`an.

Mirov û derdor _ Bexda _ Navenda Zaniyarî ya Îraqê _ Desteya Kurd sala 1984`an.

Ber bi aliyê şeqama Axavtina Kurdî ve _ Bexda _ Navenda Zanyarî ya Kurdî sala 1978`an.

Devoksaziya Pêwane _ Weşana yekem: “Govara Rewşenbîriya Nû” hejmara 111, 112, sala 1986`an _ Weşana Duyem: “Devoksaziya Pêwane”, hejmara spartina bi pirtûkxaneya Milî ya 380`î Bexda sala 1988`an.

Ji bo Emîrê Hesenpûr li her derî be! Dezigeha Rewşenbîrî û Belavkirina Kurdî, Wezareta Rewşenbîrî û Ragihandin, Komara Îraqê, Bexda sala 1984`an.

Heme Axayê mezin _ Bexda sala 1986`an.

Dest bi damena Nalî _ Swêd _ Stokolim _ sala 1997`an çapa yekem.

 Geşta jiyanê _ Swêd _ Stokolim _ sala 1992`an çapa yekem.

Pirtûkên Erebî

اعادة التوازن الی میزان - مختل - المجمع العلمی الکردی - بغداد ١٩٧٧

الی غورباتشوف العظیم

لسان الکرد

التفسیر البشری للتأریخ

المجتمع البشری لماذا یشبە مستشفی المجانین - اربیل ١٩٩٩

KURDŞOP
640 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!