Yek ji navdartirîn kesayetiyên Kurdistanê di van dused salên borî de kesayetiya olî û edîb Mewlana Xalid Neqşbendî ye. Mewlana Xalid Neqşîbendî li gelek welatên din ên wekî Iraq, Sûriye, Tirkiye, Pakistan, Afganîstan, Hindistan, Erebîstana Siûdî, Oman û hwd tê naskirin û alîgirên wî hene.
Ew di sala 1193 hicrî, 1779 mîladî de wate 244 salan berî niha, li gundê Qeredaxê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî li cem bavê xwe Mewlana Ehmedê kurê Huseyîn Osmanî qedandiye. Piştre ji bo domandina xwendina xwe çûye Silêmaniyê. Wê demê perwerdeya li Kurdistanê wisa bû ku xwendekaran bixwe biryar didan li cem kîjan mamosteyan bixwînin. Ji ber vê yekê Mewlana Xalid li cem gelek alimên wê demê xwendiye.
Çend mamostayên wî Seyîd Ebdulkerîm Berzencî ku mamosteyê Mizgefta Ebdulrehman Paşa li taxa Serçîman a Silêmaniyê bû, Seyîd Ebdulrehîm birayê Şêx Ebdulkerîm, Şêx Ebdullah Xerpanî, Mela Birahîm Biyareyî, Mela Celal Xurmalî û Mela Mehmûd Xezayî, Mela Salih Termarî, Mela Ebdulrehîm Ziyaratî, Mela Mihemed Balekî bûn. Piştî xwendina li cem van aliman, îcazeta dersdayînê û îctîhadê li cem Şêx Mihemed Qesîm Sineyî wergirt.
Piştî wergirtina îzna dersdayînê û îctîhadê, navûdengê Mewlana Xalid bi zîrekbûn û şiyana wî ya şîrovekirina mijarên olî, hizrî û felsefî li seranserê Rojhilata Navîn belav bû û rayedarên welatên cuda ew vexwendin ku biçe welatê wan û dersê bide û medreseyên taybet jêre vekin
Her ji ber vê navûdengê wî bû ku Ebdulrehman Paşayê Baban di nav hemû alimên wê demê de ew hilbijart û vexwend ku li yek ji dibistanên olî yên Silêmaniyê mamostetiyê bike.
Ew di destpêkê de wê daxwazê qebûl nake lê piştî ku di sala 1213ê ya hicrî de Taiûn li Silêmaniyê belav bû û mamostayê wî Şêx Ebdulkerîm Berzencî wefat kir, çû Silêmaniyê û bê pere ders da.
Mewlana Xalid di sala 1805 an a miladî ango 1225 a hîcrî de çûye hecê. Piştî çûyîna Medîneyê berê xwe da Mekkê. Li Mekkeyê dema ku li dora mala Xwedê digeriya, zilamekî dibîne ku cil û bergên reş li xwe kiribû, pişta xwe dabû Mala Xwedê û berê xwe dabû wî.
Mewlana Xalid di dilê xwe de fikirî ku ew mirovekî bêbawer û bêrehm e ku pişta xwe daye mala Xwedê, lê wî zilamî dilê Mewlana xwend û got: "Çima tu loman li min dikî?" Rêzgirtina mêr û jinên bawermend ji rêzgirtina li Kabeyê ferztir e.
Mewlana Xalid zanibû ku ew ne mirovekî asayî ye, lewma dibe evîndarê wî û jê dixwaze ku wî wek xwendekar qebûl bike. Lê ew kes jê re dibêje ku niyeta wî dê li Hindistanê pêk were, ji ber vê yekê Mewlana Xalid vedigere Silêmaniyê.
Merqed (Tirba) Mewlana Xalid Neqşîbendî
Rojekê keşîşekî bi navê Mîrza Rehîmulah Beg, ku bi navê Derwîş Mihemed Ezîmabadî jî tê naskirin, ku derwêşê Şah Ebdula Dêhlewî Neqşibendî bû dibîne û bi wî re çûye Hindistanê.
Mewlana Xalid li Cehanabadê, Şêx Ebdula Dêhlewî dibîne û piştî pênc mehan ji ber zanabûna wî dikeve ber dilê Şêx Ebdula Dêhlewî bû, ku yek ji mezintirîn kesayetiyên Neqşbendî ye û destûrê dide wî ku îrşadê di her pênc terîqetên navdar de bike ku ew jî terîqetên Naqşbendî, Qadirî, Suhrewerdî, Kubreweyî û Çeştî ne. Herweha îcazeya gotina dersên weke Hedîs,Tefsîr , Tesewuf û Duayan dide wî.
Piştî salekê bi fermana Şah Ebdullahê Dehlewî diçe cem alim û mamosteyê navdar Mewlana Ebdulezîz Henefî û îcazeta dayîna hemû dersên wê demê wergirtiye.
Di sala 1811an de Mewlana Xalid diçe Silêmaniyê. Li wê derê pêşwaziyek mezin lê hat kirin û wê heyama ku li Silêmaniyê bû mijûlî Îrşad (Şîretkirina) welatiyan bûye. Paşê çû Bexdayê û serdana merqedê Şêx Ebdulqadir Geylanî kir û pênc mehan li Tekyeya Qadirî ders daye.
Serdana duyem a Mewlana Xalid bo Silêmaniyê piştî wê yekê bû ku li Bexdayê serdana ziyareta Şêx dike û weiz û dersê dide û piştî pênc mehan û di sala 1811ê careke din vegerya Silêmaniyê û ji her çar aliyên Kurdistan, Iraq û Şamê xelk hatin cem wî ji ber ku yek ji
zanayên serdemê ye..
Vê yekê hesûdî di dilê dijberên wî de çêkir û xwestin wî bikujin û ew jî bo rizgarbûn hesûd û çavnebaran, dîsa di sala 1813an de vegeriya Bexdayê û li wir li dibistana "Îslahiye" ku "Dawûd Paşa" waliyê Bexdayê nûjenkiribû kar dike, ew dibistan niha bi nave "Tekyeya Xalidiye" tê naskirin.
Serdana sêyem a Mewlana Xalid bo Silêmaniyê di sala 1231 a hicrî de bû. Piştî ku navûdengê Mewlana Xalid li seranserê welêt belav bû, Mehmûd Paşayê Baban bi rêzdarî jê xwest ku vegere Silêmaniyê û mamostetiyê bike û tekye û xaneqaya xwe ava bike. Li gel ku tekyayek jê re ava dike, gelek mal û milk jî weke weqif dide wî û gundê Kemalan jî yek ji wan milkan e ku dane Mewlana Xalid.
Mewlana Xalid vê care bi germî li Silêmaniyê ders û îrşadê dide şagirt û mirîd û hezkiriyên xwe ku ji Iraq, Şam, Mekke, Medîne, Behrên, Afganîstan û welatên din ên musilmanan berê xwe dane Silêmaniyê
Piştî berfirehbûna tedbîrên Mewlana Xalid, her ku diçe dijberên wî zêdetir li dijî wî derkewin û heta hewla kuştina wî jî dan. Wan li cem Mehmûd Paşayê Baban jî dijatiya wî kiribûn û bi vî awayî ew jê dilgiran bibû û guman lê dikir. Ji ber van sedeman Mewlana Xalid piştî şeş salan û di sala 1820an de bi yekcarî ji Silêmaniyê derket û berê xwe da Bexdayê û li Tekyeya xwe bicî bû.
Mewlana Xalid piştî ku di sala 1825an de vedigere Bexdayê, ji aliyê xelkê Şamê ve tê vexwendin û bi riya Dêra Zorê diçe Şamê. Li wir ji aliyê berpirsên dewletê û kesayetiyên navdar ve hat pêşwazîkirin û helbestvanên wek Şêx Şahîn Etar û Şêx Mihemed Cumleyî Henefî yê Şamê bi helbestan pêşwaziya wî kirin.
Mewlana Xalid heta sala 1826ê ku nexweşiya Taiûnê li Şamê belav bû, mijûlê perwerdekirin û dersdana şagirtên xwe bû
Herdu kurên Mewlana ji ber vê nexweşiyê mirin û şeva Înê 13 Zîqada 1242 piştî nivîsandina wesiyetnameya xwe û destnîşankirina cîgirên xwe ku Şêx Îsmaîl Eneranî, Şêx Ebdula Heratî, Ebdulfetah Eqrayî û Seyîd Îsmaîl Xezzî bûn, koça dawî kir.