Ehlam Mensûr, jineke ku ji rêgeza wêjeyê

Li heyama salên xwandina amadehiyê de, di gel “Leyla Qasim” dibin heval û bi hev re çalakiyên dibistanê birêve dibin. Piştre di sala 1970`an de li beşa Zimanê Kurdî ya zanîngeha Bexdayê tê wergirtin û hevala wê jî yanî Leyla Qaism li beşa Civaknasî de tê wergirtin.

Kurdshop - Ehlam Mensûr li sala 1951`an li bajarê Xaneqîn a girêdayî Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Li 1956`an dest bi xwandinê dike û li sala 1962`an qonaxa destpêk û li sala 1970`an qonaxa navendî û amadehiyê li bajarê Xaneqînê diqetîne û her di wî serdemî de jî bû bi endama Partiya Şûî ya Iraqê (Partiya Komînîst a Iraqê).

Li heyama salên xwandina amadehiyê de, di gel “Leyla Qasim” dibin heval û bi hev re çalakiyên dibistanê birêve dibin. Piştre di sala 1970`an de li beşa Zimanê Kurdî ya zanîngeha Bexdayê tê wergirtin û hevala wê jî yanî Leyla Qaism li beşa Civaknasî de tê wergirtin. Êdî wir şûnde Ehlam dibe bi hogirê zimanê Kurdî, hevala wê jî di gel pirtûkên Elî El-Werdî nasyar dibe û di beşa Naxweyî ya Fakulteya Adab bi hev re xwendina xwe berdewam dikin.

Heman demê de jî Ehlam nasyariyek di gel her du mamosta Refîq Sabir û Hêmin helbestvan peyda dike ku bê guman di pêgihandina wê de rol hebûye û hînî çîroknivîsîn û xwendina Markisîzmê kiriye. Her di wî demî de jî Ehlam çend helbestên kurt bi zimanê Erebî û çend çîrokên kurt jî belav kiriye.

Karektera şikildanê(Dîzaynêr): Hêmin Qaremanî

Wek yekem jina rojnamenivîs a Kurd li heyamên salên 1974`an heta 1975`an li Dezgeha Hevkarî de bo belavkirina Kurdî hatiye damezrandin.  Û dest bi karê rojnamevaniyê kiriye. Di heyama salên 1980yan de jî dest bi nivîsînê kiriye, bi nivîsîna çîrok û romanên Kurdî.

Yekem nobereşî bi navê “Ame Reşe” belav kiriye ku behsa bûyerên bajarê Xaneqînê dike.

Di heyama sala 1988`an de ronameke din bi navê “Elwen” nivîsî ku dikarin bibêjin yekem berheme ku bi zimanê Kurdî li warê romana femînîstiya Sosyalîsîtî de ye. Di vê romanê de qehremanê Ame Reş û bi dehan jin û keçên hejar bi hemû arîşe û pirsgirêkan ve li seranserê romanê de behs dike.

Piştî serhildana demsala Bihara sala 1991`an li bajarê Silêmaniyê bicîh dibe û her li zanîngeha Silêmaniyê de li beşa Ragihandin û Civaknasiyê de dadimezre û berdewamiyê dide bi berevanîkirin li jin û hejaran.

Ehlam Mensûr ji bilî romanên Elwen û Pird, çend pirtûkên din jî belav kiriye ku wiha ne: Xewn û Xwîn, herwisa Dîstopiya û pirtûka Ezmûn. Li sala 1991`an de bawerînameya Master li kurte çîrokê de werdigire û piştî vê bû mamostaya ziman û wêjeya Kurdî li Fakulteya Adab li zanîngeha Silmaniyê û heya dawiya temênê xwe di wî karî de berdewam bû.

Roja 10.01.2013`an dilê mezin û dilovana wê ji lêdanê ket û bo yekcarî xatir li Kurdistanê xast.

KURDŞOP
674 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!