Mihemed Qazî yê bavê wergêra Îranê

Mihemed Qazî wergêrê herî bi navûdeng ê Îranê bû. Li 12`ê Gelawêja sala 1292 (1913)`an Zayînî li bajarê Mehabad a li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû.

Kurdshop – Mihemed Qazî wergêrê herî bi navûdeng ê Îranê bû. Li 12`ê Gelawêja sala 1292 (1913)`an Zayînî li bajarê Mehabad a li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bibû. Wek mamosta xizmet Gîvî Mukriyanî de zimanê Firansî kar kir. Ji bo xwandinê berê xwe da Tehranê û jiyana xwe ya herî zêde wir derbas kir. Sala rojî ya 1315`an, li Dara El Finûn ku xwandingeha herî bi navûdeng a Tehranê bû xwandina xwe ya pêş li zanîngehê wir qetand û 3 salan piştî vê, yanî li sala 1318`an de, bawernameya “Yasa”yê li zanîngeha Tehranê wergirt.

Sala 1320ê li Wezareta Darayî de hat erkdar kirin. Li sala 1323`an jiyana hevpar pêkanî û du zarokên bi navên Meryem û Ferhad hebû. Li Sala 1337`an ji aliyê zanîngeha Tehranê ve xelata wergêrê herî baş jêra hat dan. Her di heman salê de hevjîna wî koça dawî kir. Li sala 1349`an bo cara duyem jiyana hevpar pêk anî. Li sala 1354`an bi nexwaşiya penceşêr a qirikê girt û bo çareseriya bijîşkî berê xwe da welatê Almanyayê. Piştî wegeriya êdî bi bê hebûna mîkrofona ser qirka wî ti kesî hay ji dengê wî nedibû. Salek piştî vê, yanî li sala 1355`an de bi sebeba êş û azara   nexwaşiyê daxwaza malnişîniyê kir û malnişîn bû.

Karekterê şikilda(Dîzaynêr): Hêmin Qaremanî

Piraniya karên Mihemed Qazî wergêrandina li zimanê Fransî bo ser zimanê Farsî ne. Yek ji navûdengtirîn berhemên wergêrana wî romana “Don Kîşot”e ku xelata wergêra herî baş heyama salên 1336 û 1337`an a Rojî jêra xelat hat pêşkêşkirin. Ji bilî wergêrê, Qazî çend berhemên din jî nivîsîne ku, ev jî her bi zimanê Farsî ne.

Bi alîkariya Ehmed Qazî romana Jan gelê Îbrahîm Ehmedî jî, li zimanê Kurdî wergêrand bo ser zimanê Farisî. Qazî bilî şiyana li aliyê wergêrê, xwediyê hizr û mejiyeke ecêb bû û bi hezaran helbest jiber bûn. Bilî vê her bixwe jî helbest dinivîsîn.

Roja 24`ê Sermaweza sala 1376`an a Rojî (1998`an a Zayînî) li temenê 84 saliyê de, li nexweşxaneya Îranmêhr ya li Tehranê çû ser dilovaniya xwe û termê wî bo bajarê Mehabadê veguhastin û li goristana Budax Sultan li cem gora mamosta Hêmin , Hejar,  Xalemîn, Mamlê û navdarên din yên Kurd bi axa pîroz a nîştiman hat spartin.

Li sala 1386`an li meydaneke bajarê Mehabadê ku, li ser navê wî bixwe bi nav kirine, perde li ser peykera 4 metrî ya Mihemed Qazî hat hildan ku destnexşa hunermendê Kurd yê xelkê Sinê mamosta Hadî Ziyaudîn e.

Li muzexaneya mamosta Hêmin (bi Farsî: Muze mifaxir ferhengî û huner seraya Hêmin) li bajarê Mehabadê odeyek bi navê Mihemed Qazî hatiye vekirin û bilî li berhemên wî yên hatine çapkirin, beşek ji vebîranînên wî jî wir parastî ne.

KURDŞOP
603 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!