Eqîdenameya Mewlana Xalid

Mewlana Xalid (1779-1826): Li Qaradax a Silêmanîyê hatîye dinê, bi ‘eslê xwe Kurdekî Goran e. Mewlana Xalid li Silêmanîyê li ber destên şêxên Berzencî yên gîrêdayî tarîqeta Qadirî perwerdeya medreseyê dibîne.

Şêrko JANZÊM

Kurdshop - Mewlana Xalid (1779-1826): Li Qaradax a Silêmanîyê hatîye dinê, bi ‘eslê xwe Kurdekî Goran e. Mewlana Xalid li Silêmanîyê li ber destên şêxên Berzencî yên gîrêdayî tarîqeta Qadirî perwerdeya medreseyê dibîne. Piştî mirina seydayê xwe dikeve dewsa wî û dibe muderrîs.

Pişt re diçe hecê û dîsa vedigere Silêmanîyê bi vê vegera xwe re xwe bi temamî dide ‘ilm û tasawûfê. Li Silêmanîyê têkîlîya wî bi sofîyekî çêdibe û bi pêşnîyarîya wî sofîyî berê xwe dide Delhîyê. Li wir li ber destê Şêx Ebdullahê Dehlewî dest bi xwendinê dike piştî demekê Şêx Ebdullahê Dehlewî wî dike xelîfeyê Neqşîbendîtîyê û vedigere Silêmanîyê û dest bi belavkirina Neqşebendîtîyê dike. Dema ku Mewlana Xalid vedigere û dest bi belavkirina Neqşebendîtîyê dike ew yek dibe sedem ku Qadirîyên li devera Silêmanîyê aciz bibin. Ji ber wê navbera Mewlana Xalid û Şêx Ma’rûfê Nodî xeradibe. Mewlana Xalid ji bo ku nexweşîyeke mezin dernekeve ji Silêmanîye koçî Bexdayê dike. Du salan şûnde dîsa vedigerê Silêmanîyê lê dîsa wî rehet nahêlin û dîsa vedigere Bexdayê. Lê ve carê wî li Bexdayê jî rehet nahêlin. Mewlana Xalid vê care berê xwe dide Şamê. Demekê li Şamê dimîne û li Şamê koça dawî dike.

Mewlana Xalid di warê eqaîd, fikkih û tasawûfê de gelek berhem nivîsîye. Mektûbatên wî û dîwana wî ya bi Farisî jî heye di vê dîwanê de helbestên Kurdî û Erebî jî hene. Mûnacaateke wî ya bi kurdî jî heye, yekem berhema pexşana Kurdîya Soranî  eqîdenameya Mewlana Xalid e.

EQAÎDENAME: Ew berhemên tasawûfîne ku di wan de di derheqê, hukmên şerîeta Îslamê û usula dîn de hatine nivîsin e. Di dîroka Îslamê de ji bo ‘Eqaîdê gelek navên cûr bi cûr hatîye bi karanîn.

EQAÎDENAME DI EDEBÎYATA KURDÎ DE: ‘Eqaîdnameyên di Edebîyata Kurdî de hin bi teşeya manzûm hin jî bi şiklê pexşan hatine nivîsîn. Emê niha li hin mînakên ‘eqaîdnameyên bi dîyalektên zimanê Kurdî hatine nivîsin binêrin.

Eqîdeya îmanê: Ev eqîde ji alîyê Ehmedî Xanî ve hatîye nivîsîn. Ev berhem bi tîpên Erebî lê bi zaravaya Kurmancî hatîye nivîsîn. Ev berhem wek yekem ‘eqaîdanameya bi zaravayê Kurmancî te hesêb. Ev berhem bi sedan sal wek kitêba dersê li medreseyên Kurdistanê hatîye xwendin.

Eqîdetul Merdîyye: Ev eqîde ji hêla Mewlewî ve bi zaravayê Goranî hatîye nivîsîn

Eqîdey Îman – eqîdey Îslam: Ev eqîde ji hêla Mele Mehemed Elî Hûnî ve bi zaravayê Kirmançkî\Zazakî hatîye nivîsîn.

Eqîdey Îman-eqîdey Kurdî-Lubbul-‘Eqaid: Ev eqîde ji hêla Mewlana Xalidê Şehrezorî ve bi zaravayê Soranî hatîye nivîsîn û berhema herî kevin ku bi cureya pexşanî hatîye nivîsîn e di Soranî de. Em ê di bin sernavê ‘Eqaîda Mewlana Xalîd de bi hûrgulî li ser vê ‘eqaîdnameyê bisekinin.

EQÎDENAMEYA MEWLANA XALID

 Eqîdename yan jî bi navê wê yî dîtir, eqîdey Îman, eqîdey Kurdî, Lubbul Eqaîd di sala 1819an de hatîye nîvîsîn. Berhema herî kevin ya ku bi zaravayê Soranî hatîye nivîsîn e. Lê ji ber ku Mewlana Xalid Kurdekî Goran e, şopên Goranî jî di zimanê vê berhemê de heye û bi zimanekî sade û sivik hatîye nivîsîn.

Mewlana Xalid berhemên xwe betîr bi Erebî û Farisî nivîsîye lê ev berhem bi Kurdî nivîsîye em ji vê yekê derdixin ku Mewlana Xalid xwestîye ev berhama ku wek eqîdeya îslamê ye û di çerçoveya mezhebê sunnî de hatîye nivîsin, di nav Kurdan û medreseyên wan de belav bibe.

Mewlana Xalid, berhemên xwe yên li ser ‘ilmê tasawûfê betir bi zimanê Erebî nivîsîye. Lê eqîdenameya xwe bi zimanekî hêsan û sivik bi Kurdî nivîsîye ji bo ku bêtir di nav kurdan de belav bibe ji ber ku xwendin di nav Kurdan de ne ewqasî berbelav e bi awayekî kurt û bi zimanekî sivik nivîsîye, ev yek jî bûye sedem ku bêtir li Kurdistanê belav bibe.

Lêkolîner Mihemedê Mele Kerîm cara pêşî di sala 1981ê de di kovara Korî Zanyarî Kurd de bi gotarekê ev berhem daye nasandin. Di sala 2004an de Kemal Raûf Mihemed piştî lekolîneke berfireh ji çar nusxeyên ber destê xwe metneke temam û tekûz derxistîye holê û çap kirîye.

Eqîdenameya Mewlana Xalid ji hêla Benûçî Mistefazade Xizir ji bo Tirkî jî hatîye wergerandin. Ev werger yekem wergera pexşana Kurdî ye ku ji alîyê Tirkekî bo zimanê Tirkî hatîye kirin e.

Eqîdenameya Mewlana Xalid ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de li ser şertên Îslamê disekine di vê beşê de bi zelalî van şertan îzah dike ji bo xwînerên vê metnê. Di beşa duyem de jî li ser şertên îmanê disekine. Di vê beşê de bi zelalî û hûrgulî li ser şertên îmanê sekinîye.

Çavkanî :

YILDIZ Ayhan, Cîhê eqîdenameyan Di Edebîyata Kurdî û Perwerdehîya Medreseyan de, Nûbihar Akademî, Jimar 9 Sal 5 2018

https://islamansiklopedisi.org.tr/halid-el-bagdadi

KURDŞOP
961 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!