Helbestvan Qubad Celîzade

Yekemîn berhemê helbestên xwe bi navê "Qelemêkî Ridên Spî" di sala 1988an de weşandiye Piştî Raperînê (Serhildana Başûrê Kurdistanê) weke Serokê Dadgeha Zarokan a Silêmaniyê kar kiriye

Kurdshop – Sala 1953-an li bajarê Koyê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Qonax ên dibistan û navendî li Koyê temam kirine

Li Zanîngeha Bexdayê Yasa xwendiye

Di salên 1980ê de tevlî refên Pêşmergeyên Kurdistanî bûye û weke Dozgerê şoreşê kar kiriye.

Yekemîn berhemê helbestên xwe bi navê "Qelemêkî Ridên Spî" di sala 1988an de weşandiye

Piştî Raperînê (Serhildana Başûrê Kurdistanê) weke Serokê Dadgeha Zarokan a Silêmaniyê kar kiriye

Di sala 2010ê de dema ku di hin nivîsan de gendelîya Destihilata Dadweriyê û Dadgehên Kurdistanê rexne kir ji aliyê desthilatê ve hate lînckirin û ji Silêmaniyê bo çemçemalê hate dûrxistin. 

Ji ber givaşên ku li ser wî hebûn her wê salê û li ser daxwaziya wî bixwe hate malnişîn kirin.

Her di vê salê de berhemeke helbestan bi navê "Sityanî Befir Pire le Rîşole" piştî ku hate çapkirin, ji aliyê komîteya ewqafê ya Perlementoya Kurdistanê ve hat qedexekirin

Karîkator dîzayn: Hêmin Qaremanî

Heta neha ev berhem weşandine

Qelemêkî Ridên Spî 1988

Temtuman 1990

Sêdarekanî Beheşt 1998

Hemîşe rû le Xuda Hemîşe Mest 2001

Şehîd, be tenya piyase dekat 2005

Tevahiya wan pênc komeleyên helbestan bi navê "şehîd, be tenya piyase dekat" sala 2005ê wek cilda yekem a Dîwana Helbestên Qubad hatine çapkirin û weşandin

Van îrotîk 2006

Xor le naw perdaxêkî şikaw da 2008

Sityanî befir pire le rîşole 2010

Baxçekanî melek tawûs 2012

Koma wan çar komeleyên helbestan bi navê " baxçekanî melek tawûs" sala 2012 weke cilda dûyem a dîwana helbestîn Qubad hate weşandin

Çaketêk le kone dekrim 2014

Ba le serî kolaneketana danîştuwe 2016

Haykokanî Qubadî Celîzade 2018

Koma wan sê komeleyên helbestan bi navê "jinêk le cinsî baran", sala 2019ê weke cilda sêyem a Dîwana Helbestên Qubad hate weşandin

Kolane şînekanî minallî 2019

Tîpî muzîkî xertele 2020

Ew xudayey daykim xoşî dewîst 2021

Le gerekî balindane malekem 2021

Xulêk bo fêrbûnî giryan 2022

Qubad Celîzade li çend festîvalên edebî yên Kurdistanê weke helbestvanekî dahêner hatiye xelatkirin

Helbestên wî bo ser zimanên Erebî, Farsî û Îngilîzî hatine wergerandin

Rêbwar Sîweylî nivîskar û rexnegirê Kurd pirtûkek bi navê "Kitêbî Qubad" li ser helbestên Qubad Celîzade nivîsandiye ku sala 2022an hate weşandin û gelek pêşwazî lê hat kirin.

KURDŞOP
625 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!