PROFESOR EBAS WELÎ; MAMOSTAYÊ NAVDAR Ê ZANISTÊN SIYASÎ

Profesor Ebas Welî bi eslê xwe ji bajarê Mehabadê ye. Xwendina dibistanê û amadeyî li bajarê Tewrêzê qedandiye, xwendina bilind li Tehranê berdewam kiriye û di sala 1351/1973 an de li Zanîngeha Millî ya Tehranê di Zanistên Sitasî de bawernameya Bekeloriyos (Lîsans)ê bidest xist.

Kurdshop – Profesor Ebas Welî bi eslê xwe ji bajarê Mehabadê ye. Xwendina dibistanê û amadeyî li bajarê Tewrêzê qedandiye, xwendina bilind li Tehranê berdewam kiriye û di sala 1351/1973 an de li Zanîngeha Millî ya Tehranê di Zanistên Sitasî de bawernameya Bekeloriyos (Lîsans)ê bidest xist.

Piştre bo berdewamkirina xwendina bilind çûye Brîtanyayê û di sala 1355/1976 an de li Zanîngeha Keele pleya Masterê di warê Teoriya Siyasî de bidest aniye û lêkolîna wî bo wergirtina wê pileya "Derbasbûn bo Kapîtalîzmê di hizra siyasî ya Rûsî di navbera salên 1861-1917" de bû.

Ebas Welî bi nivîsandina lêkolînekê bi navê" Erd,Kurd û Peywendiyên Civakî li Îranê berî Kapîtalîzmê" piştre di warê sosyolojiyê de li zanîngeha Londonê doktora wergirtiye.

Sala 1363/1984 an di sosyolojiya dîrokî de Phd bidest xistiye û piştre li zanîngeha Londonê dest bi lêkolînên qonaxa piştî doktorayê kiriye, ew jî li ser projeyekê bi navê " Ol û rewşenbîr di şoreşa Îranê ya sala 1979 an de" (1983-1985)

 

Welî di

Karîkator dîzayner: Hêmin Qaremanî

sala 1986ê de li zanîngeha Wales li Swansea dest bi karê xwe yê akademîk dike û dersa Teoriya Siyasî û Siyaseta Rojhilata Navîn dida, heta berî sala 2005ê ku li ser daxwaza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo damezirandina zanîngehekê hate Hewlêrê.

Ebas Welî bo dema sê salan li Hewlêrê serok û damezirênerê Zanîngeha Kurdistan bû. Wî di sala 2008ê de ji ber cûdahiya nerîna li gel hikûmetê derbarê rêvebirina zanîngehê, dawî li karê xwe anî û dest ji zanîngehê berda.

Ebas Welî pîştî Hewlêrê çûye Stenbolê û li zanîngeha Boğaziçi bû serokê beşa "Hizra nûjen a civakî û siyasî" li beşa Sosyolojî ya wê zanîngehê û di nabvera salên 2007-2017ê de berdewam bû.

Di nava nivîs û pirtûkên prof. Ebas Welî de em dikarin balê bikişînin ser wan berheman;

Îran berî Kapîtalîzmê: Dîrokek Teorîk

Weşanxaneya l.B. Tauris 1993

Hin mijarên li ser bingeha nasyonalîzma Kurd

Weşanxaneya Mazda 2003

Kurd û Dewlet li Îranê: Avakirina nasnameya Kurdî

Weşanxaneya I.B.Tauris 2012

Salên Nasyonalîzma Kurd li Îranê ku hatine jibîrkirin  Yan Salên wendayî yên nasyonalîzma Kurd li Îranê

Weşanxaneya Palgrave-Macmillan 2019

Desthilat û Berxwedan li Kurdistanê

Komara zordariyê

KURDŞOP
718 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!