Şêrko JANZÊM
Ev ekol ji hela Şêx Hesenê Nûranî ve hatîye damezrandin. Malbata Şêx Hesenê Nûranî ji Colemêrgê ye, malbat ji Colemêrgê tên Hawêlê (bayqan) Şêx Hesenê Nûranî li Hawêlê ji dayik dibe. Perwerdeya pêşîn li wir dest pê dike. Pîştre diçe herêma Bota û li medreseya Basretê perwerdeyê dibîne. Şêx Hesenê Nûranî li ber deste Mele Xelîlê Sêrtî û Şêx Salihê Sipkî perwerde ditîye û dibe postnişînê Şêx Salihê Sipkî. Şêx Salihê Sipkî ji Siltan Evdilmecîdê Osmanî daxwaz dike û ew jî li Aqtepeya Çinara Dîyarbekirê 52 parsêl ‘erd dide Şêx Hesenê Nûranî. Şêx Hesen jî li Aqtepeyê medreseyekê ava dike ku ev medrese bandoreke mezin li ser tasawûf, edebiyat û zimanê Kurdî dike.
Teybetîyeke vê ekolê ev e ku nûnerên ekolê hemî ji binemalekê ne. Em ê niha hîyerarşîya vê malbatê bi tabloyekê bidin.
Wek ku ji tabloyê jî dîyar e, 6 kesayetên vê malbatê hene ku her şeşan jiyana xwe di rêya tesawuf û ‘irfanê de bûrandine. Me li jor bahsa Şêx Hesenê Nûranî kiribû niha ji bi kurtasî bahsa Şêx Mihemed Can bikim. Şêx Mihemed Can, di sala 1858an de li gunde Aqtepeyê hatîye dine. Perwerdeya xwe ya pêşîn li Aqtepeyê dîtîye piştre çûye Şamê û li wir li medreseya Mewlana Şêx Xalidê Kurdî perwerdeya xwe domandîye. Piştî qedandina perwerdeya xwe vedigere Aqtepeyê û li medreseya Aqtepeyê dibe muderris. Di 21ê Adara 1909an de diçe ser dilovanîya xwe.
Lawê Şêx mihemed Can, Şêx Hesîp li ser şopa bav û apê xwe meşîyaye û ew jî bûye nûnerekî ekola Aqtepeyê.
Ji bo çi ji vê malbatê û medreseye ekola Aqtepeyê tê gotin; ji bo ku bizavek an ekolek bê avakirin yan jî bi van navan bê pênase kirin dive hin teybetîyên wan yên hevbeş hebin. Gelek xalên hevbeş yên vê malbatê hene ku wek ekol bê pênasekirin. Em ê niha bahsa hin xalên hevbeş yên nûnerê vê ekolê bikin ku serkêşîya wan Şêx Evdirehmanê Aqtepî kirîye.
1 - Netewî
Wek ku tê zanîn di serî de Şêx Evdirehmanê Aqtepeyî û nûnerên dîtir yên vê ekole di bin bandore Ehmedê Xanî de mane vê yeke jî kirîye ku hizra netewetî bi nûnerên vê ekolê re peyda bibe û dema mirov li berhemên wan dinêre vê yekê pir zelal dibîne.
2 - Neqşebendîtî
Neqşebendîtî bi rêya Mewlana Xalidê Şarezorî û bi sîlsîleya postnişînîyê li Kurdistanê belav bûye. Şêx Hesenê Nûranî, li medreseyên Neqşîbendîtîyê perwerde dîtîye û bûye postnişînê Şêx Salihê Sipkî. Ev sîlsîle bi vî avayî derbasî nûnerên din yên malbatê jî dibe Şêx Evdirehmanê Aqtepî di berhema xwe ya bi navê Rewdu’n-Ne’îmê de wiha dibêje:
Li ser î’tîqada Îmam Eş’erî Tarîqat bizan Neqşîyê Xalidî
Kemerbendê seccadeê Neqşîyan ji xizmetguzaranê wan ewliyan
3 - Elewîtî
Her çiqas civaka ku nûnerên vê ekolê tê de jiyane, ne Elewî ne jî di barhem û jiyana nûnerên vê ekolê de hêman û motîfên Elewîtîyê li ber çav in. Em wê yeke wiha dikarin şîrove bikin yek, ji ber ku nûnerên vê ekolê di bin bandora Ehmedê Xanî de mane ku ewî jî di Nûbihara Biçûkan de li kêleka çar xelîfeyan çîh dabû duwazdeh îmameyan jî. Xala duyem jî, alîyê nûnerên malbatê yên tasawifî ye.
Nûnerên Ekolê:
Şêx Evdirehmanê Aqtepî (1850/53 – 1907)
Şêx Evdirehman, di sala 1850 de li gorî hin rîvayetan di sala 1853an de li gundê Aqtepeyê hatîye dinê. Em jî diroka ji dayîkbûna Şêx Evdirehman tê derdixin ku piştî bavê wî Şêx Hesenê hatîye Aqtepeyê û li wir medrese ava kirîye hema bêje di heman salê de hatîye dinê.
Şêx Evdirehman, perwerdeya xwe ya pêşî ji bavê xwe stendîye. Piştî ku bavê wî wefat dike Mele Selîm û Mele Mihemed Emîn perwerdeya wî didomînin. Lê Şêx Evdirehman mîna gelek alimên medreseyan ku ev yek teybetîyeke medreseyên Kurdistanê ye ji perwerdeya xwe li medreseya malbata xwe nadomine û diçe çîhên cûda. Tê gotin ku Şêx Evdirehman û Şêx Mihyedînê Hênî li Mêrdîna li medreseya Qasimîyê bi hev re perwerde dîtine. Li gor hin çavkanîyên din jî Şêx Evdirehman li Basretê û hin deverên Başûre Kurdistanê, Iraq û Sûrîyê jî perwerde dîtîye. Axir em dikarin bêjin ku Şêx Evdirehman li gelek deverên cûda perwerde dîtîye, ev yek ji ‘ilmê wî jî dîyar dibe ku perwerdeyeke tekûz stendîye.
Şêx Evdirehman, piştî ku perwerdeya xwe temam dike tê Aqtepeyê. Li wir dizewice û dibe şêx û muderisê medreseya Aqtepeyê. Demekê li wisa dewam dike lê ji kar û barên ‘ilmê û nivîsîna berheman ji birayê xwe, Şêx Mihemed Can dixwaze ku ew têkeve dewsa wî. Yanî Şêx Mihemed Can dibe postnişînê Şêx Evdirehman. Piştî vê yeke Şêx Evdirehman xwe bi temamî dide karê xwendin û nivîsînê.
Şeş zarokên Şêx Evdirehman hene, sê kur û sê keç in, du kurên wî jî li ser şopa bavê xwe meşîyana û cîhê xwe di nav ekola Aqtepeyê de girtine. Şêx Mihemed Kerbelayî, yek nûnerê ekola Aqtepeyê ye. Kerbelayî jî mîna bavê xwe ‘emre xwe di rêya ‘ilm û ‘irfanê de derbas kirîye. Kerbelayî di dema serhildana Şêx Seîd de tê nefî kirin du salan li Uşak û Edenê dimîne piştî efûyê vedigere welêt û hetta dawîya ‘emrê xwe li gundê Çuliyê di hucreyekê de dimîne. Şêx Şafî di derheqê jiyana wî ya piştî surgunîyê de wiha dibêje; di odeyeke tarî û dirêj ku her du alîyên wê ji pirtûkan tije bû û li navê maseyeke textînî ya ‘erdê hebû de bi şêv û roj dixwend dinivîsî û tiştên ku dinivîsî paşê dişewitand. Kerbelayî li gundê Çûlîyê çûye ser dilovanîya xwe û tirba wî li kêleka ya birayê wî Şêx Mihemed Eskerî ye. Şêx Mihemed Eskerî, li ber deste bavê xwe û birayê xwe Şêx Mihemed Kerbelayî perwerde dîtîye. Li Erxanî û Egîla Dîyarbekirê şêxitî kirîye. Xwedîyê du berhemên girîng e. Yek jê, ‘Iqdê Dûrfem û ya din jî Keşkûl e. Şêx Eskerî jî li gundê Çûlîyê wefat kirîye û gora wî li heman gundî ye.
Mexlasên Şêx Evdirehmanê Aqtepî Rûhî ye. Lê Şemseddîn û Evdirehman jî bi karanîye.
Berhemên wî: Em ê li ser pirtûkên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsîn bisekinin û navên yên din bidin.
Kitabu’s-Serf we’n-Nehw
Kitabu’l-Mentiq
Astronomî
Teqwîm
Kitabu’l-Tib
Kitabu’l-Îbrîz
Keşfu’z-Zelam fî Eqaid Fireq el-Îslam
Minhacu’l-Usûl
Rîsaletu’r-Rabita
Rîsaletu’l-Edeb we’l-Adab
Rewdu’n Neîm: Ev pirûk di sala 1884an de di 31 salîya xwe de nivîsîye. Berhema wî ya herî meşûr û tê nasîn e. Tê gotin ku piştî Mem û Zîn û Dîwana Mela pirtûka herî berbelav ya di nav ‘alimên Kurdistanê de ye. Pirtûk li ser Hezretî Muhammed hatîye nivîsîn. Bi wezn e, ji 35 beşan pêk tê û mijara her beşe ji ya din cuda ye.
Dîwana Rûhî: Di sala 1876an de bi Kurmancî hatîye nivîsîn ji 4531 beytan pêktê, teşeya wê, tercî’bend, mesnewî ye. Cureyê wê, şemail, mi’raciye, mersiye ye.
Şêx Evdirehman, di sala 1907an de li Dîyarbekirê dîçe ser dilovanîya xwe tê gotin ku hezkirîyên wî tabûta wî ji Dîyarbekirê heta bi Aqtepeyê bi peya anîne û wî li kêleka bavê wî defin kirine. Şêx Evdirehman bandoreke mezin li ser peyrewên xwe hiştîye û gelek kes di bin bandora wî de mane.
Şêx Muhemmed Kerbelayî
Lawê Şêx Evdiremanê Aqtepî ye. wekî bavê xwe ‘alim û zana bû. Bi Erebî û Farisî
baş dizanîbû. Zaroktîya xwe li gund derbas kirîye, di heft salîya xwe de dest bi xwendinê
kirîye û li cem bavê xwe xwendina xwe qedandîye. Piştre 15 salan li aqtepeyê ders daye
feqeyan. Piştî serhildana Şêx Seîd hatîye girtin û du salan li Uşak û Edenê sirgun maye. Di
sala 1939an de li Çûlîya girêdayî Amedê çûye ser dilovanîya xwe.
Berhemên wî: Mîrsad-ul Etfal, dîwan
Şêx Eskerîyê Aqtepî
Eskerî, di sala 1898an de li gundê Aqtepê hatîye dinyayê lawê Şêx Evdirehmanê
Aqtepî ye. xwendina xwe li er destê bavê xwe û birayê xwe yê mezin Şêx Kerbelayî
qedandîye. Piştî wefata bavê xwe jiyana xwe li Erxanîyê û Egîlê derbas kirîye. Di sala 1952an
de wefat kirîye û li gundê Çûlîyê hatîye definkirin.
Berhemên wî: Iqdê Dûrfam, Keşkûl
Çavkanî:
ADAK. Abdurrahman. Ekola Aqtepeyê ya Edebiyatê û hizra Kurdîtî-Elewîtî-Neqşebendîtîyê. Kovara Nûbiharê. Hj.131. r10-15.
ZIVINGÎ. Necatê. Stêrkên Edebîyata Kurdî. weş. Banga Heq. 2014. Stembol.
http://kovarabir.com/mehmet-emin-hevidar-sex-ebdurrehmane-aqtepi-jiyan-u-malbata-wi/
Vîdeoyên Dersa Klasik Kurt Edbiyat Tarihi IV – Abdurrahman ADAK