Kurdshop – Mahşeref Xanim Qadirî, keça Ebûlhesen Beg, navdar bi Mestûra Erdelanî yan jî Mestûra Kurdistanî, nivîser û helbestvan û yekem jina dîroknivîsa cîhanê ye. Ew xatûna mezin sala 1220 koçî-1805 zayînî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Malbata wê malbateke zana û rewşenbîr bû, ji ber wê jî keça xwe dişînin xwendinê û Mahşeref Xanim ji Quran, Bûstan û Gulistanê bigire heta dîrok û helbest û şerîet û felsefe û piraniya zanistên wê serdemê fêr dibe û perwerde dibe.
Di serdema deshilatdariya Xusrew Xanê Erdelan de ku navdar bû bi Xusrew Xanê Nakam, peywendiyên navbera malbata Erdelan ku wê demê deshilatdarê Sine bûn, û malbata Qadirî têk diçin. Lê paşê peywendiyên wan baş dibin û bo garantiya wê peywendiyê, Mahşeref Xanim û Xusrew Xan bi hev re dizewicin. Ew bûyer salên 1828-29 rû dide, temenê Mahşeref Xanimê wê çaxê derdora 22-23 salî bûye.
Bi gotina Elî Ekber Xanê Munşî, Mesûtre bi wê zewacê razî nebûye lê Ebûlhesenê bavê wê û bapîrê wê, ku berpirsê xezîneya Erdelan bû, ji aliyê Xusrew Xan ve tên girtin û sî hezar tûmenê wê demê tên sizadan. Paşê Xusrew Xan, bi şertekî wan azad dike ku Mestûre bibe jina wî. Mestûre yekem jina Xusrew Xan jî nebûye, ji ber ku beriya Mestûrê, yek ji keçên Fethelî Şahê Qacar, şahê wê demê yê Îranê bi navê Husnî Cehan Xanim ji xwe re anîbû. Husnî Cehan gelekî jî bi deshilat bûye. Sê kur û sê keçên wan jî hebûne. (li hinek çavkaniyan, bi xeletî Reza Qulî Xan, kurê Xusrew Xan wek kurê Mestûrê hatiye ragehandin lê ew kurê Husnî Cehan Xanimê û cênişînê Xusrew Xan bûye)
Xusrew Xan, hakimekî xoşguzeran û bi kêf bû û xwedan heremsera bû û gelek jin tê de hebûn. Ji ber wê jî Mestûre bi vê zewacê razî nebûye û di nav jiyanek zehmet de bûye. Mestûre di helbestên xwe de gelek caran ji “reqîb” gazindan dike.
Bi gotina Mîrza Elî Ekber Xanê Munşî, helbestên Mestûrê derdora 20 hezar beytan e, lê heta niha tenê 2 hezar beyt jê mane. Xusrew Xanê mêrê wê jî, helbest dinivîsî û handerê Mestûrê bûye bo nivîsandina helbestan, ji bilî wê, Mestûre ligel Yexmayê Condoqî, helbestvanê serdema xwe ku yek ji helbestvanên navdar yên fars bûye, peywendî hebûye û bi hev re helbest gotine.
Jiyana hevbeş ya Mestûre û Xusrew Xan zêde nekişand, ji ber ku Xusrew Xan sala 1250 koçî-1834 zayînî koça dawî kir. Mirina Xusrew Xan û mirina Ebûl Mihemedê birayê wê, bandorek xirab li ser derûn û ruha Mestûrê danî û piştî wê ket quncikê malê û dest bi nivîsîna pirtûka bi navê Eqayid kir. Ew yekem bû jin bû ku li ser şerîetê pirtûkê dinivîse.
Mestûre çendîn salan li Xanedana Erdelan de dimîne û pirtûkan dinivîse. Bi gotina Mîrza Ebdulahê Rewneq, ku mamê bavê Mestûrê bû, piştî ku Qacaran deshilat ji Erdelan standin (sala 1846), beşek ji malbata Erdelan û Mestûre, Sine diterikînin û berê xwe didin warê Baban û li bajarê Silêmaniyê bicîh dibin. 42 salan li wir dijîn û li wir koça dawî dike û termê wê dibin Necefê û li wir defin dikin. Hinek çavkanî jî dibêjin, termê Mestûrê li gundê Zerget li navçeya Hewraman li Başûrê Kurdistanê hatiye veşartin.
Nav û dengê Mestûreya mezin, herî zêde ji ber pirtûka wê ya bi navê “Dîroka Erdelan” bilind bûye. Ew pirtûk pileya Mestûrê wek yekem jina dîroknivîsa cîhanê nîşan dide. Ji bilî wê, pirtûk çavkaniyek baş û bawerpêkirî ye jî di dîroka kurd de.
Pirtûk û berhemên Mestûrê ev in:
Dîroka Erdelan, Dîwana Mestûrê û Şer’îyat.
Gelek pirtûk û lêkolîn li ser Mesetûrê hatine nivîsandin ku ya herî girîng, pirtûka nivîserê kurdê Ermenistanê, Tosinê Reşîd e bi navê “Mestûre, serê ku hêjayî tacê bû” û her wiha pirtûka bi navê “Bîranîên Mestûreya Erdelan”, ku hejmarek gotar li ser Mestûrê tê de cih digirin.
Dîroka Erdelan ya Mestûrê ji aliyê mamosta Hejar Mukriyanî ve bo kurdî hatiye wergerandin.
Nimûneya helbestên kurdî yên Mestûrê:
Giriftar im be nazî çawekanî mestî fettanit
Birîndar im be tîrî sînesûzî nêşî mujganit
Be tallî perçemî egrîcekanit xaretit kirdim
Dillêkim bû ewîşit xiste naw çahî zenexdanit
Be qurban, aşiqan emrro hemû hatûne pabûsit
Minîş hatim, bifermû bimkujin, bimken be qurbanit
Teşekkur wacîbe bo min eger bimrim be zexmî to
Be şertê kifinekem bidrûy be tay zullfî perêşanit
Le kuştin gerdenit aza dekem xot bêyte ser qebrim
Ke rojî cum’e bimnêjî le lay neişî şehîdanit
Kesê to kuştibêt rojî mehşer zehmetî naden
Eger wek min le em dunyae sûtabê le hîcranit
Hemîşe sujdegahim xakî ber derganekey toye
Dillim meşkêne çunkû mexzenî derd û xemî toye
Fiday şert û wefat bim çî be ser hat meylî caranit
Eto emrro le mullkî dillberîda nadirey dehrî
Be resmî bendegî Mestûre wa hatûte dîwanit