Şahê Dengbêjan Şakiro

Dengbêjê kurd ê bi navûdeng Şakiro, sala 1936ê li navçeya Panos a ser bi Agirî ji dayîk bûye. Ji ber dengê wê xweş û bilind, di nav kurdan de wek ‘’Kewê Ribat’’ û Şah an jî Mîrê Dengbêjan ew hat pênase kirin

Kurdshop – Dengbêjê kurd ê bi navûdeng Şakiro, sala 1936ê li navçeya Panos a ser bi Agirî ji dayîk bûye. Ji ber dengê wê xweş û bilind, di nav kurdan de wek ‘’Kewê Ribat’’ û Şah an jî Mîrê Dengbêjan ew hat pênase kirin. Navê wî yê rast Şakir Denîz e û ew şagirtê dengbêj Reso yê Gopala ye. Herwaha wek Şakirê Mezin û Şakirê Bedih jî nasnav li wî hatine kirin.

Şakiro li gel malbata xwe sala 1959ê de ji bajarê Edenê re tên surgin kirin an ji mişextî dibe. Ji sala 1959ê heta sala 1966ê bi giştî 7 salan jiyaneke li mişextîbûnê jiyan dike û piştre di sala 1966ê wek malbat wedigerine Mûşê. Piştî du salan li Mûşê dimînin, di sala 1968ê de li Qereyazî an jî bi navê din ve Gogsî ya Erzeromê niştecîh dibin. Şakiro bi wê yekê navûbang bû ku dikare bi rojan bê rawestandin kilamên dengbêjiyê bibêje û bêguman yek ji dengbêjên herî mezin ê Kurdan e.

Dengbêj Şakiro xwedî dengekî pir taybet û dengê wî di oktavekî pir bilind de bû. Xulxulandin û hawînî (Ha ha hiii hiii ) ya di denge Şakiro de heye di pir kêm dengbêjan de tê dîtin. Herwaha ew wekî ku li jor jî hatî diyar kirin şagirtê dengbêjê mezin Reso bû û piranî kilam û stranên Reso digotin, lê li gel wê jî gelek stranên wî bixwe jî hebûn. Ji xwe dengbêj Reso jî şagirtê Ewdalê Zeynikê bû.

Şakiro di sala 1996ê li Îzmîr a Tirkiyê di nav tengasiyên madî de koça dawî kir. Naha jî gorra wî li Îzmîrê ye û berî mirinê jî dema ku rojnamevanekî xwest li gel hevpeyvînekî pêkbîne, ji wî rojnamevanî re got: ‘’Ez gelek ji kurdan dilşikestî me. Kurd xwedî li nirxên xwe û dengbêjên xwe dernakevin. Li tirka binêrin Aşiq Veyselekî wan hebû lê xwedî derketin. Ew bi hemû cîhanê dan nasîn. Me Resoyek hebû û ûstadê me hemûyan bû. Lê bi birsîtî mir. Naha ka ji min re bibêje ezê çawa li gel te biaxivim û çawa dilê xwe ji bo te vekim.’’

Elbet Şakiro bi dilekî şikestî koça dawî kir, lê di nav kurdan de wek Mîrê dengbêjan tê pênase kirin. Ti kesek nikare ji dengê wî û selîqeya dengbêjiya wî bandor nebe û di wê oktava bilind de ew kilamên dengbêjiyê yên ku dibêje gizgizankan tîne bedena mirov. Li dû xwe 65 şerît hiştin û ji du hevjînan bi giştî 6 zarokên Şakiro hebûne.

KURDŞOP
710 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!