Kurte jiyanameya Eyaz Yûsîf

Hunermend, mûzîkjen û sitranbêjê navdar yê Kurd Eyaz Yûsif li bajarê Zaxo ya Başûrê Kurdistanê, di sala 1961ê ji dayik bûye, lewre ew bi nasnavê Eyaz ê Zaxoyî hatiye naskirin.

Şadî

Kurdshop – Hunermend, mûzîkjen û sitranbêjê navdar yê Kurd Eyaz Yûsif li bajarê Zaxo ya Başûrê Kurdistanê, di sala 1961ê ji dayik bûye, lewre ew bi nasnavê Eyaz ê Zaxoyî hatiye naskirin.

Hunermed Eyaz Zaxoyî xwendina xwe ya seretayî û navendî li bajarê xwe bi davî dike.

Ev hunermendê bi nav û deng, li malbateke hunermed de ku ji wan re jî ‘’Malbata dengxweşan’’ tê gotin, û herwaha di nava xwezayeke pir xweşik de mezin dibe. Xwestek û heskirina Eyaz Zaxoyî li hember hunerê di zarokatiya wî de diyar bû ye.  Wî di ahengên dibistana seretayî de stran digotin. Dengê wî yê zelal û xweş bala mam, bira û bapîrê wî jî kişand û ew bi birayê xwe Remedan Yûsif(Baran) re derdikeve ser sehnan û beşdarî şahî û ahengan dibe. Her di wê demê de li ser şopa hunerê dimeşe.

Eyaz Yûsif wê demê xwe fêrî lêdana Tembûr û Ûdê dike, mûzîk û stranan çê dike û dibêje.

Herwiha hunermedê deng xweş Eyaz Yûsif di sala 1980’ê de kaseta xwe a yekem tomar dike û bi rêya wê kasetê li tevahiya Kurdistanê nav û deng wî belav dibe. Her di wê demê de li gel hevalê xwe Erdewan û Sebah Zaxoyî şahî, aheng û şevbêrkan li dar dixin, ev yek jî dibe sedem ku di nava gel de jî bê nas kirin û heskirin.

Herdû siranên Eyaz Zaxoyî yên bi nave (Biskên te zirav in) û (Eger dinya hemî gul be)  pir bi bandor dibin û herwiha  herdû stran ji gotinên helbestvan Ebdulezîz Silêman û Beşar Zaxoyî ne û ji awaz û strana Eyaz Zaxoyî ne.

Li Bexdayê dema ku ji bo leşkeriyê tê kişandin, çend ahengan saz dike.

Eyaz Yûsif di 19-4-1983’an de kaseteke bi nirx û bi mûzîkeke pêşketî derdixe, stranên wî jî ji gotinên helbesvan Ebdulezîz Zaxoyî ne.

Di sala 1984’an de 13 stranan li radyoya Bexdayê tomar dike li her derî tên guhdar kirin.

Piştî wê ji berhemên folklorî yên Kurdî û li kêleka hindek stranên ku ji gotinên helbestvanên weke Ebdulezîz Silêman, Hebîb Keleş, Bedirxan Sindî û Sebrî Botanî û herwaha ji awazên Semîr Zaxoyî bûn, karekî din pêş dixe.

Hunermedê navdar di sala 1985’an bi alîkariya Koma Duhokê çend stran û klîban tomar dike.

Hunermed Eyaz Yûsif Zaxoyî ji ber nexweşiya Silê, di 26.01.1986 mixabin koça dawiyê dike. Bê guman koç kirina zû ya hunermedê hêja Eyaz Yûsif hem ji bo Kurdan hem jî ji bo huner û mûzîka Kurdî windahiyekî mezin bû.

Termê hunermedê navdarê Kurd Eyaz Zaxoyî li gorî wesiyeta wî bi sitrana wî ya ‘’Walatê min Baxçê Gulan’’ li bajarê Zaxoyê bi axê hate spartin.

KURDŞOP
713 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!